Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
beybûn - tirşik
beybûn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi kurdî “beybûn”

Bi latînî “matricaria chamomilla“

Bi îngilîzî “daisy” û “chamomile”

Bi tirkî “papatya”



Di kurdî de pir navên beybûnê hene: Beybûn (beybîn, beywîn), “beybûnok”, “naznazk”, “çîçekê mêst”, “Kulîlka qehwanê”...



Ji malbata (famîleya) stêregulan (Asteraceae yan Compositae) e.

Famîleya stêregulan, famîleya beybûnan (Asteraceae yan Compositae) yek ji malbatên mezin ên riwekan e. Di desteya Asterales de cih digire.

Famîleya beybûnan ji 1.600 heya 1.700 cins (celeb) û bi qasî 24.000 cureyan pêk tê. Li her deverekê cihanê kêm-zêde endamekê vê malbatê digihê. Navê famîleyê ji kulîlka aster ango stêrêgulê (dahlia) tê ku aster bi latînî stêr e. (Ev agahî ji Wîkîpedîa Kurdî ye)



Reheka beybûnê, li seranserê welêt; di zevî û derdoran de digihêjê. Di cihanê de 2 500 cureyên beybûnê hene.Di navbera mehên avrêl û pûşper de digihêje. Hinek cureyên wê mehên payizdê de xwe teze dikin an jî nû ve vedidin.Beybûn, rehekek e bi kulîlk, bêhn xweş, yek salî, gîhayî ye. Wek 20-50 cm bejn dide. Pelên wê bêpûrt û parçeyî ne. Navenda kulîlkê de, di şiklê tûpan de parçeyên reng zer hene û ev pirtikên nêrtik, nêrîn (erîl) in. Ev navenda zer jî bi 15-20 peleçîçekên reng spî dorpêçkirî ye. Ev pelên spî ên kulîlka beybûnê jî di şiklê ziman de û mêtik, mêhîn (dişil) ne. Yanî beybûn kulîlkeke pirtikên nêr û mêr bi hev re dihewîne. (hermafrodit e)



Kêrhatinên Beybûnê:



Beybûn, di park û baxçeyan de ji bo peyzajê kêrhatî ye.

Çandin û berhev kirina beybûnê pêkane ye.



Komkirina Bişkokên Beybûnê:



Kulîlkên beybûnê berî vedanê bi halê xwe yî bişkokî (bûtik, gulpik) tên berhevkirin û di cihekî bisîh de tên hişk kirin.

Di bunya beybûnê de bi qasî 1 ji 100î (%1) rûnên firokî, madeyên tal û fenolîk hene; ku kulîlk vedide, ev tev jê difirin. Ji ber vî sedemî beybûnên kulîlk vedayî ji bo şifayê kêrhatî nîn in.



Amadekirina Çaya Beybûnê:



3-4 kevçîyê jorbê beybûn di nav ava kelandî de wek 10 deqîke tê dem kirin. Şunde tê parizandin û rojê 3 – 4 fîncan tê vexwarin. Bêhna çaya beybûnê pir xweşik e, ferahiyê dide bedenê.



Sibê zû bi zikê birçî, vexwarina piyaleyek çaya beybûnê; îştahê xwarinê vedike, rokirina mîzê hêsan dike, bayê dorana derdide, girêcanê aş dike, ji bo basûrê êşbir û qenckir e.

Beybûn, bi gêjnokê (baxdenûs) ve di paqijiya cild de jî kêrhatî ye. Rengê por vedike.

Bi berzelingê (lewantayê) re tev çaya wê ji serêşê re jî kêrhatî ye.

Çaya beybûnê ya bi melîsayê ve tev amadekirî ji bo bêxewiyê kêrhatî ye.

Beybûna haşilandî di nav pînekî de didine ser çevan jî. Ji tansiyona çevan û hinek êşan re jî kêrhatî ye.



Di pîşesaziyê (sanayî) de ji bo boyaxkirinê zerê di nav beybûnê de jî bikartînin.



Zerarên Bikaranîna Beybûnê:



Kesên ku ji beybûnê alerjî hene divê bi tu cureyî beybûnê bikarneynin. Zêde vexwarina çaya beybûnê rêjeya şekirê xwînê dadixe jêr. Kesên ku tedaviya hormona dîtibe ji wan re beybûn kêrhatî nîn e. Ji bo jinên ducanî (hemîle) û zarokan jî dibe ku zerara çaya beybûnê bibe.



Dabeşandina Zanistî:



Cîhan: Plantae

Beş: Magnoliophyta

Çîn: Magnoliopsida

Kom: Asterales

Famîle: Asteraceae

Binefamîle: Asteroideae

Êl: Anthemideae



Nîşe:



Ev agahiyên derheqa rehekên şifadar de nivîsî piraniya wan tiştên me bihîstine û ji pirtûk û malperan girtî ne. Di sedsalên derbazbûyî de li Mezopotamya, Misir û gelek deverên din wek rehekên şifadar bikaranîne. Dibe ku alîkariya şifayê bikin jî lê di vî zemanî de bijîjkî û zanist pir pêşketiye; ya herî baş serlêdana nexaşxane û bijîjka ye.



Kan:



"Wîkîpedîa Kurdî" http://ku.wikipedia.org/wiki/Destpêk



Malpera "Zimanê Kurdî" https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/516402855083728/?notif_t=group_activity



https://ku.wikipedia.org/wiki/BeybûnSimpson, M.G. Plant Systematics. Elsevier Academic Pres. California, 2006



Malper û Blogên Înternetê



http://global.britannica.com/EBchecked/topic/149989/daisy



http://www.botanykingdom.com/



http://www.umm.edu/altmed/articles/german-chamomile-000232.



htmhttp://freapp.com/search/?q=Classification+Plant&infospace=2



http://www.turkcebilgi.com/arastir?q=plant+systematics&ara=araZimanê Kurdî



https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/516284821762198/?notif_t=group_comment



http://www.google.com.tr/#hl=tr&sclient=psy-ab&q=şifalı+bitkiler+ansiklopedisi&oq=şifalı+bitkiler&gs_l=hp.1.1.0l4.0.0.3.487.0.0.0.0.0.0.0.0..0.0...0.0...1c..12.psy-ab.JCS2IjR49TY&pbx=1&bav=on.2,or.r_qf.&bvm=bv.46340616,d.ZWU&fp=615818dd8e23599c&biw=1066&bih=526



têbinî: ji rûpela facebookê ya mehmet özer hatiye wergirtin



06.10.2013 20:52 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» beybûn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî