Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
li ser facebookê kesên ku tim û daîm vexwendinên kom û rûpelan dişînin - tirşik
li ser facebookê kesên ku tim û daîm vexwendinên kom û rûpelan dişînin
(1) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. belê ev jî derdek bê derman e.. kurd heta ku li gund bûn û bi jargona çepên tirk û kurdên welatparêz feodal bûn hemû xweyî statû û kursiyekî bûn, çi şêx, çi mîr, çi beg, çi muxtar, çi axa û çi jî seyê di nav firaxa filan.. piştî ku bi darê zorê be jî ji gund barkirin hatin li bajaran bicihbûn îcar jî bûn serok û sekreterên hizb û partî û rêxistinan.. piştî ku ev mîrata înternetê jî li me bû bela îcar herkes bû xweyê paye û rutbeyekî sanal û bû admîn û moderatorê malper, kom û komar û kolos û rûpelên muxtelîf yên li ser sosyal medyayê bi taybetî jî li ser facebookê.. bi rastî jî eger ji nav kurdan pêxemberek derketibûya û ew pêxember jî bi ezm û cehd û xîreta van canik û ciwanmêran çûbûya ber derî û dergehê xelkê û reklam û danasîna rêya xwe kiribûya xelk xwestibûna ser dînê xwe yê heq niha herkes dîndar û terefdarê wî dînî bû.. vêca ser de jî êdî bêyî destûr herkes dikare heçî kesê dixwaze tevil komekî bike.. neyse..



04.10.2013 14:33 | endazer

2. yaho keko, yanî tu nivîskar bê, hunermenD bê, an jî rojnamevan bê û pir populer bê, û xwedê giravî hejmara hevalên te jî 5.000 î derbas bûbe. tu rûpelekê vekê, baş e. lê wekî din... werhasil me ji ber van vexwendinaN dayê sitê.



04.10.2013 14:40 | seydayê_peyvan

3. KESÊN KU JI BO BERJEWENDIYÊN BIÇÛK HEVALÊN XWE ACIZ DIKIN IN.

JI XWE, QEY BINGEHA HEMÛ ÎXANETAN NE EV E ? *



01.11.2013 01:21 | brusk56

4. (bnr: kêr giha hestî)



15.07.2014 02:14 | xendekî

5. yê kuştinê ne.



05.03.2016 22:04 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» serhildanên kurdan
» facebookê de peyama yekemîn a ji bo hev nasînê
» kesên ku çeqçeqê ji qêjik tênin
» timeanddate
» vexwendinên kurdî
» komgirav

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî