1. contemporary artist yanî hunermendê hevçax , rexnegirê hunerê û nivîskarekî kurd e. Jî hezex a şirnexê ye. Li zanîngeha çukurovayê xwendiye. Bi tirkî çar Pirtûkên wî yê helbestê hene. Yek çîrok û sê romanên wî yî kurdî hene.Her wiha gelek xebatên wî li ser hunera hevçax hene. |
|
04.10.2013 14:28 |
seydayê_peyvan
|
2. Şiroveyekî kawa nemir derheqê pirtûka wi ya kurteçîrokan de: |
|
04.10.2013 17:02 |
ceso
|
3. niviskarê ku vêga min dest bi roman wî ya "rojnivîska spinoza" kiriye... |
|
21.10.2013 15:29 |
arami
|
4. xweş dinivîse lê di romanekê de behsa hezar tiştan bike, kuro ma ew çi lez e hebekî bêhna xwe vede!! |
|
21.10.2013 18:03 |
elomelo
|
5. em dikarin bêjin romanên wî deriyê romanên postmodern ê kurmancî vekiriye. romana rojnivîska spînoza gelek tiştan kiriye ji her perçeyê kurdistanê re peyamên xweş hene. |
|
07.04.2014 01:56 |
rêzan
|
6. ger ji min bipirsin "romana kurdî?" |
|
07.04.2014 20:59 |
zero
|
7. di nav nivîskarên kurd de romannûsek serkeftî ye ,romana wî ya ewilîn "(bnr: rojnivîska spînoza)" ye û ev roman romana ku îroj xwekoma ndina celadet elî bedîrxan a sêrtê li ser axaftin , tehlîl û niqaşê kiriye ye. |
|
07.04.2014 22:21 |
sewdaxan
|
8. *Navika wî werimiye belku jî hevalê Kawa nemir yê bîra+vexwarinê ye, wusa ye |
|
02.11.2014 13:57 |
xanî
|
9. (bnr: gotinên erotik bi kurdî) |
|
02.11.2014 14:06 ~2015.03.24 16:04 |
ceso
|
10. her kes dibêje hunermendê navneteweyî lê gelo ev çawa navneteweyî bûne min fêhm nekir. ciwanmêr bi hunerên modern re eleqedare. belkî di nav çend pêşangehan de cih girtibe. Lê kesê ku hinekî ji van huneran fêhm bike wê bizanibe ku gelekên karê wî pir xerab in. romanê wî yên bi kurdî baştirin ji karên wî yê din. ha herwiha demeke dirêj ez li hemû pêşangeh û galerîyên hunerê yên Stenbolê gerîyam, lê bir rastî jî min nedî kesî qala şener özmen kir. di radîkalê de nivîsek du nivîs li ser derketin em heqê wî nexwun. lê di radikalê de ji bo hemû kurdên hunermend cihe heye. kengî nûçeyên wan yên kultur û hunerê kêm bikevin yekser kurdekî derdixin.. |
|
02.11.2014 14:31 |
rojan
|
11. Romana wî ya dawîn ya bi navê gramera bêhizûr di dawiya sala 2014an ji weşanên lîsê derçû. |
|
06.01.2015 23:44 |
seydayê_peyvan
|
12. yewî ti rê vajo ê nameye xo wa bedelno. yekî ji we re bibeje nave yê xwe biguhere |
|
09.01.2015 16:54 |
teberkerde
|
13. 1'ê îlona 2015'an li stenbolê pêşangeha wî ya solo ya binavê there is a way out vedibe. hevalên ku dem û derfeta wan hebe jê nemînin. |
|
26.08.2015 02:10 ~02:11 |
diclefirat
|
14. Bûye mêvanê pirsînanê yê înanolo. kerem bikin aha ev jî lînka hevpeyvînê: |
|
29.09.2016 11:12 |
înano lo
|
15. Şener Özmen hunermend, rexnegirê hunerê û nivîskarekî kurd e. Di sala 1971ê de li bajarokê Hezexê ya bi ser Şirnexê ve, hate dinê. Di sala 1988an de Zanîngeha Çukurovayê, Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarê qedand. Di heman salê de, ji bo lîsansa bilind li Zanîngeha Mêrsînê Fakulteya Fen-Edebiyatê di Beşa Felsefeyê de cî girt lê xwendina xwe xilas nekir. |
|
21.06.2020 16:36 |
yûsiv
|
16. sala 1971’an de li bajarokê Hezexê yê bi Şirnexê ve hatiye dinê. Di sala 1998’an de wî Zanîngeha Çukurovayê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarê qedandiye û di heman salê de jî li Diyarbekrê wek mamostayê nîgarê dest bi kar kiriye. Ji wê salê û bi vir de kar û barên xwe yên wêjeyî û hunerî li Diyarbekirê didomîne. |
|
30.06.2020 16:19 |
yûsiv
|
17. Nivîsê wî gelek xurt û gewre ne (peyvên gelek qerase bi kar tîne) lê bes qasê ku min dîtiye hevpeyvîne bi awayê vîdyo hatiye dar xistin de axaftinên wî qasê nivîsan ne xurt e. Ev ne mîna kêmasiyek an tiştek din e. Bi qewlê bavê nazê sê cûre nivîskar hene: yê/ya ku xurt dinivîse û xurt daxive, yê/ya ku xurt dinivîse û qels daxive, yê/ya ku qels dinivîse û qels daxive. Xwedê zerarê nede pênûsa wî* |
|
02.11.2020 16:24 |
rizgarm
|
18. rojnivîska spînoza bi kîrê xwe nivîsîye |
|
21.05.2021 10:02 ~10:03 |
hespêsor
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |