Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 20 peyam
dike vs dikê - tirşik
dike vs dikê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Heke tişteke din nebe: dike - lêkera "kirin"ê ye ku li gorî kesê sêyem di dema niha de hatiye kişandin; "dikê" jî di hin devokan de (Mêrdîn yek ji wan e ez bawerim?) ji bo heman kêşanê tê bikaranîn, çi mixabin ne standard e. Mînak: Ew çi dike? Ew çi dikê? an jî ji bo kêşana "tu"yê ya lêkera kirinê: "Tu çi dikê?"

Her wiha, lêkera kiyandinê (li gorî ferhengekê "kan" jî dibe) jî tîne bîra mirov. Ew dew dikê / dikêye (?).



16.12.2020 14:01 | elfesya

2. dike û dikê li mêrdînê ne heman tişt in. belê her du jî tewanga dema niha ya kesê sêyem yê yekjimar ya kirinê ne, lê wateya wan piçekî cûda ye. nizanim li herêmên din jî heye gelo? dikarim wisa rave bikim: dema ji yekî/ê re bibêjî "bide" ev dayîna asayî ye, lê tu bibêjî "bidê" ew ê'ya dawiyê wateya "bide wî/wê" didê (wekî ku min li vir jî bi kar anî, min got "didê" çimkî dide wê peyvê). yanî dema mere dibêje "dikê" ev dibe wek "dike wî/wê" lê ev bû wek sixêfê *



16.12.2020 17:30 | keyomerd

3. peyama @keyomerd bi temamî rast e .
lê li hin gundê omeriyê şwîna dike dibêjin "dikê" .
mînak xirbemirîşkî .

lê em mêrdînî nabêjin dike em dibêjin diki/dikî
ew çi diki ?
tu çi diki/dikî

wek keyomerd gotî ye ev hepkî dihere aliyê sixêfê.
tu dikê?(tu direppîne wî/wê ?)

ev tenê ne si lêkere de yi jî wekî din jî tê bikaranîn.
mînak:
ez jê hez dikim/ ez ji wê/wî hez dikim.



16.12.2020 18:04 | shwinsherm

4. Ji bo wê ez her dem dibêjim çi? Jkx bi kurdîya standart binivîsin (-._.-)



17.12.2020 14:26 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
erdal kayayê tirkan [1]
Li gor min Erdal Kayayê tirkan Cem Yılmaz e, her çend wek erdalê me se...
tirşik forûm [1]
silav gelo kesekî bibe evîndarê gellllek kesan û bi vê rewşa xwe aciz...
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3]
(bnr: gilik sipis missi) *...
gotinên pêşiyan [1]
zani xêl e lê nizani li ber derîyê kê ye....
gotinên pêşiyan [2]
Dîkê ji mêranî dikeve, dibe qeşmerê mirîşkan
îmana qijalkan ji ...
belki ev jî bala te bikişînin
» dike vs dikê

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî