1. Rêyek hêsan e bo temaşekirina fîlmên kurdî (fîlmên ku jêrnivîsa wan bi aliyê koma wergera fîlman ya tirşikê ve hatine kirin) ye.Heke hûn jî wek min naxwazin bi daxistina fîlman bi torrentan,jêrnivîsan bikin dikarin biçin telegramê û cîhê lêgerînê de binvîsin "Fîlmên Kurdî" û beşdara kanalê bin.Girêdanka kanala fîlmên Kurdî ; Here lînkê Ji bo fragman bo (bnr: enemy at the gates) ; vîdyoyê veke (bnr: telegram) , bernameyek gelek ewleh e û bikaranîna wî gelek hêsan e.Heke hûn jî dixwazin tev li kanala fîlmên kurdî li ser telegramê bin, ewilî xwe re telegramek daxînin.Telegram ji bo kompûter , telefonên androîd û ios heye zêde cîh nagre.Belaş e û pêşeroj de wê cîhê whatsappê jî bigre. Heta niha 12 fîlm hatine amade kirin û her diçe zêde dibe. Jê nemînin : ) |
|
02.05.2020 15:23 ~15:26 |
brzn
|
2. Tişta ku ez duh pê hesiyam e. Bi rastî tiştek pir pir kêrhatiye. Min heya duh jî fîlmên ku hatine wergerandin temaşe nekiribû. Ji ber torent û daxistin filan, min hem jê fêm nedikir û hem jî di kombersa min de nedixebitî. Lê duh dema ez bi vê xopanê hesiyam û hama raste rast ez çûm dikana sepana û ji xwe re telegramekê kirî. Paşê çûm lînka ku li jor hatiye parvekirin û her tişt bi xwe çêbû . Birastî fîlm bêyî ku tu daxî dikarî temaşe bikî. Fîlm qet nacemidin û herikbar dileyize. Şîroveyên fîlmê min temaşe kirine jî ezê dawiyê bikim. |
|
02.05.2020 15:36 |
tîrêj zana 21
|
3. qudretek e. |
|
02.05.2020 15:55 ~16:01 |
biruya hayao miyazaki
|
4. Tiştekî zahf kêrhatî ye. Ez hîna nuh pê hesiyam û min cîh de telegramê bar kir li ser telefona xwe. Ne serê te bi torrentê diêşe ne jî bi barkirina binnivîsan. Ecêb kêfa min hat * |
|
02.05.2020 15:55 |
biaqila malê
|
5. Gelek kêrhatî ye. Min gava ewil torrent û fîlm daxist Lê negihiştim armanca xwe. Mijara torrentê hinek tevlîhev e. spas telegram |
|
02.05.2020 16:00 |
kajav
|
6. ê ku yaw "welle destê we sax be" * |
|
02.05.2020 16:02 |
brusk56
|
7. Nimeteke mezin e ji bo kesên wek min ên di heyata xwe de tiştekî ji torrentê danexistine. dest û pêçiyên misebiban xweş be. |
|
02.05.2020 16:44 |
henûn
|
8. ji web.telegram.org ê sêr kirina wê hêsantir û xweştir e. bi xêra vê mirov dikare li ser kombersê sêr bike . |
|
20.05.2020 13:53 |
xwelî li ser
|
9. Bi rêya telegramê her kes dikare ji telefon , tablet , kombersan bêpirsgirîk temaşe bike.Xwelî li ser jî gotiye heke hûn bixwazin ,dikarin ji web.telegram.org ê jî temaşe bikin. |
|
20.05.2020 14:21 ~14:22 |
brzn
|
10. koma bi navê @filmenkurdi ya li ser telegramê gihiştiye 1000 kesî.piştê du meh nîvan hejmarek gelek baş e. |
|
31.07.2020 20:30 |
brzn
|
11. Kanala ku ji aliyê koma wergera fîlman ya tirşikê ve ji bo weşandina fîlmên bi binnivîsa kurdî hatiye avakirin. Û heta niha ji 60an zêdetir fîlm hatine weşandin û roj bi roj hejmara fîlman zêdetir dibe. |
|
15.12.2020 21:17 ~21:18 |
xelîl
|
12. qenalek gelek serkeftî ye. netflix'a kurdan e. |
|
15.12.2020 22:03 |
simurg56
|
murat bektaş [1] |
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |