1. Wek her kurdekî di serî de min jî nizanî bû bi kurdî binivîsim, ji ber ku me li dibistanê Tirkiyê perwerdahiya kurdî nedîtibû. |
|
10.12.2020 13:52 |
merwano
|
2. despteke go jiyana mirov diguherene ye. piştî wê desptekê êdî ti tişt ne weka berê bû li gorî min. salan 2013an da tweetekî bi kurmancî ket berê min û ji wê kêliyê pê da min dev ji tirkî berda, heke go ne tiştekî pewist be ti carî bi tirkî nanivîsim. jiyan bi zimanê mirov xweştir e. |
|
10.12.2020 14:22 ~14:24 |
hueyn
|
3. pir hêsane kes diqulika derziyêde derbas nabe, Jixwe min di zaroktiya xwede beriya abc x,q w, ê, î,u, i,û ev tîpan dizanibû apê min sax be fêrî min kiribû min pir zehmetî nedikişand carna niha jî van tîpa şaş dikim di cihê x yêde ğ yê q yê de k bikartînim.. divê kesên di destpêkêde bê tirsbin eyba wî tune û kesên du tîp û peyv û nîv kurdiya akademik hînkir jî xwe pozbilind neke .., tiştek heta meriv xwe pêde xwarneke, meriv neke merov hîn nabe evê hîn bûyî ne hînbûyî jî nabin yek bila kes qunbilindiya jî neke * |
|
10.12.2020 14:29 |
shorbevan
|
4. meseleyê merwano û yê min wek hev e. spas kurdînûsên twitterê û spas tirsik.net |
|
10.12.2020 16:16 |
doesntmatter
|
5. bi rastî min li dibistana tirka waneya kurdî dît(cara yekem ew ê dabûna me) |
|
10.12.2020 17:02 ~22:49 |
shwinsherm
|
6. Kî dibînim ji ber bûyerekî dest nivîsandina kurdî kiriye. Lê ez ne wisa me. * |
|
10.12.2020 17:06 |
yûsiv
|
7. Di Instagramê de kurdekî başurî binê parveyên min şîroveyên xwe dinivîsî bu, ez şaş nebim rojên dagirbuna Efrînê bû, bi ew hestên neteweyî em bi hevra peyam şandin û bi wî awayî yekem car kurdî nivîsîyam. Piştî jî ji xwe rastê tirşîkê hatim û li wir berdewamim. |
|
10.12.2020 17:22 |
lonw karda
|
brusk99 [2] |
|
hêklo meklo [1] |
|
payîzava [2] |
|
kylian mbappé [1] |
|
zwilling [2] |