(19) (3) (3) |
|
1. Li gorî nûçeyên li ser twitterê li batmanê zarokek 15 salî ji aliyê 27 kesan va hatiye tecawizkirin. Hemû gişan korîcî û leşker in. Aniha li ser vê nûçeyê qedexeya weşanê danîne û rewşa dawî ne eşkere ye. ji hêrsa xwe nizanim çi bêjim ev çend cara ye li bakur tiştê wilo genî û pîs diqewime, xwedê va sebava nehêle. |
|
07.12.2020 00:08 ~2020.12.08 01:18 |
hueyn
|
2. Dîsa bi çavên tijî van nûçeyan dişopînim. Hêvî ji tuneye ku ev kes werin binçav kirin jî. Êdî kurd bûne leyîstokên hev û tirkan. Rewş gelek xirab e. Her çiqas bûbe tt jî wê ev nûçe di nav 3 rojan de were jibîr kirin. Û ew kes neyên binçavkirin ji ser de di kolanan de ev kes bi me re bimeşin. Off. Off. |
|
07.12.2020 09:51 |
yûsiv
|
3. sînorê dînbunê da me. çima jiyana zarokên kurd ewqas erzan e? çima em nikarin tu tiştê bikin? li kuye dê û bavê wan keçikan? |
|
07.12.2020 11:55 |
lonw karda
|
4. Tev ji riyê akp hdp pkk feminîst.. ê ev bûyerên wiha bê ehlaqî diqewimin, ka bisin lînc nekin ez pêşî biteqim paşê hûn biçirin, ez meseleyê nizanim lê min tiştê li derdora xwe dîtiye li ser wî bibêjim, dibêjin bira jin azad be, jin jî di diya xweyê xwene nizane azad bibe derpî dike bayrak digere ev ji bû tevekê jina ne derbasdare hinek bi aqil zanin azadî çiye çidikin wê çewabikin lê gelek ehmek jiwan hene şitrê qey êdî azadî xwe tazîkirine bixwazin bi kîre rabin rûnên wê rûnên..serbest û azadin azadiyê şaş fehmkirine lê ev keçika em behsdikin qîze ji qîzê jî wêde zarokeke hişê wê li serê tûtikanbûye.. malbat biwan nikare çewa bikin wê rê kî jixwere bibînin.. yek dirêde here çav liwan bişkêne bibêje ez ji te hez dikim ew jî dibêjin minda te çû.. zû tên xapandin piştî hat xapandin kî di rêde diçe ji wanre baybaydikin û pey herkesî dikebin, ji xwe yekî du quriş pere hîşanî wan bide ahoo ji hîzanê heta fîzanê dikare li wan siwar bibe.. tu pirs bikî bi riza xwene çi jiwereye |
|
08.12.2020 00:35 |
shorbevan
|
5. hevalê shorbevan bi heq e. ez jî dibêm hê gelek buyerên bi vî rengî heye lê heta go tiştekî mezin neqewime nûçeya wan naye me. |
|
08.12.2020 01:13 |
hueyn
|
6. dema ku pîsîtiyên leşkerokan belav dibe tenê ewçax haya mirovan ji bûyerên wisa çêdibe. Lê kesên ku li kurdistanê dijîn baş dizanin ku keçikên kurdan ne tenê bi leşker, polês û cehşan ve, di heman demê de bi memûrên sîvîl yên dewletê re jî dibin heval, lê kesî behsê jê nake. |
|
08.12.2020 02:06 ~17:42 |
ezcan
|
7. bûyera ku bûye henceta devavêtinê ya ji bo azadiya jinan. erê ti sûcê wan cexşan şîrheraman kotiyan, yên ku yek ji encama pargala zayenda civakî ne, tune ye lê hemû sedem girêdayî azadiya jinan e. sûcê wan tecawizkeran nîn e, lê sûcê wê keçikê ye ku mê ye, ku dijî, ku vajînaya wê heye, ku memikên wê derdikeve. |
|
08.12.2020 13:03 |
xelîl
|
8. Min peyama Shorbevan bi dengê apê xwe yê qaşo sofî û bavê xwe yê bi xurtî kevneşopiyê ve girêdayî ye xwend. Ev çawa tespîtek ji rêzê û kirêt e. Mirov kare gelek tiştinan bêje. Ezê serî de xwe û jê şûnde jî herkesî şermezar bikim. Eyb e ji me re , heyf e ji me re... |
|
08.12.2020 13:59 |
rizgarm
|
9. Destdirêjiya ku wekî her tim dewleta romê qedexeya çapemeniyê daniye ser û loma jî zêde agahî jê nayê stendin e. Lê belê agahî dîsa weke kurtepistan berbelav dibin. Dîsa jî mirov difikire gelo dê, bav, ap, xizmê vê keçika reben ma qey tune ne. Kesekî ku rabe li pey wê bigere li ser meseleya wê bixebite tune bu. Çawa pê hay nebûne, heya ku avis bûye û çûye nexweşxaneyê pê hesiyane. |
|
08.12.2020 14:31 |
tîrêj zana 21
|
10. qet bawer bakim go yekî ji me derkeve û bêje bera jin li malê rûnin û ti têkiliya wa bi dinyê ra tune be. û ti kes jî wa destdirêjdarên sebav û bênamûs mafdar jî nabîne go tiştekî wilo jixwe ne pekan e. |
|
08.12.2020 14:39 |
hueyn
|
11. rizgarm tiştê tu dibêjî kirêj ji rêzê rastîne dibêjin carna rastî zora meriv jî diçe û carna serê meriv jî dişkêne. |
|
09.12.2020 00:37 |
shorbevan
|
12. Min li hember vê bûyera hovane serî de xwe şermezar kiriye ji ber ku mîna pir kesan tenê qehirîn û xwe teqandin ji destê min tê û jê şûnde jî hemû xelqê xwe yanê kurdên xwe yanê bi qewlê metîn kaygalak kurdên tenê ji xwe re nebûne misilman. |
|
09.12.2020 01:49 |
rizgarm
|
13. rizgarm dinihêrim te jî min fehm nekiriye Min yê derpî kirine serê xwe nedîtiye li zavoq û sikakan, .. lê ez bi yên ku bê derpî li ser sifreyê raqiyên wan mezene, yên ku tarî ket erdê xwe avêtin erebeyek xwe kişandin averêkî haydarim. Helbet tev ne wisane 20 sal berê qumtanek qaşo dilxwaz dibêje di farqînêde 200 heb zêde tespîtkirî hene lê îro? biborin Ez yê di diyê xwe dinin yên di qîzê xwe û xuşkê xwe.. dinin tobe tobe.. nabêjim jixwe. Bêbawerî, bêûjdanî bêehlaqî zehmete û hin bi çi bawerin pê sond dixwim her ku diçe zêdetir dibe ku pêşî neyê girtin. yên ku çarheba bi hevre îdaredikin hene, çarhebên ku yekî îdare dikin hene bu bihar here sakli cennetê(an sakli kerxaneyê) binihêrin, geliyê ku cihê mêrxasan bû demek îro kî radike hevalekî berê xwe dide wêderê yanî binihêre li geliyê godernê, silvan otelî. Dibe we li derdora xwe nedîbe lê ez der dorê xwe baş nebe jî dibînim helbet li bame derpi jixwe naşixitînin nakin serê hev pişta me dikebe wan em hewqas saf nebin. Tiştek ji destê me nayê serbest û bi riza xwene gava dipirsî çi ji wereye me 18 de xelaskiriye guh bi humanistên bîna min û te nakin.. îro zaroka çardeh salî a meye yên sibehê jî qîzên mene, min îro tevekên jina nedaye ber derba dasê ev birîn jî tim tezeye wê tim tezebe do îpek er îro zaroka çardeh salî sibehê jî 18-20..... |
|
09.12.2020 14:33 |
shorbevan
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |