1. stranek ya hero & frya e. ji bo min strana wan ya herî xweş û qîmetnedîtî (underrated) ye. ji ber sergêjîya kurdên başûr ya di meseleya alfabeya latînî de, navê stranê wisa hatiye nivîsandin lê belê divîyabû wisa bûya: dilêm ron e klîba stranê jî ber dilê min xweş bû. gelek ji gotinan tê fêhm kirin lê dîsa jî min ji ber îngîlîzîya wê, wergera gotinan kir; "dilêm ron e, ez ê carekî din te bibînim berî ku şev, hîv û stêrk me ji hev veqetînin û deng li me bibirin bîne bîra xwe, demek nêz de wê hêstrên me bidawî bibin û em ê bêguman bigihin dilê evîna me ya demên berê ku me xwezî pê dianî min rîya mala xwe wenda kiriye lê qet neketim dudiliyê di derbarê evîna di navbera me de hemû wextên ku tu ne li cem min bî evîna me ya kûr, her tim di dilê min de bû dilêm ron e, ez ê carekî din te bibînim dibînim ku ew roj tên, ez teqez zanim ez naxwazim jiyana xwe bi tenê bijîm salên ciwanîyê, bêyî evîn û dildarî derbas bikim bêyî sedemek bijîm qet nikarim bêyî te ser pîyan bim min rîya mala xwe wenda kiriye lê qet neketim dudiliyê di derbarê evîna di navbera me de hemû wextên ku tu ne li cem min bî evîna me ya kûr, her tim di dilê min de bû dilêm ron e, ez ê carekî din te bibînim dibînim ku ew roj tên, ez teqez zanim dilêm ron e, ez ê carekî din te bibînim dibînim ku ew roj tên, ez teqez zanim" |
|
29.11.2020 21:06 ~21:08 |
simurg56
|
erdal kayayê tirkan [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |