1. rêzefîlmeke kurdî ye. |
|
03.11.2020 19:31 ~19:37 |
merwano
|
2. Rêzefîlmek kurdî ye û li ser Youtubê di kanala(bnr: deno) de tê weşan kirin. Pêkenok e ez baş kenîyam * |
|
04.11.2020 17:00 |
demsal
|
3. Beşa 3'emîn derket |
|
24.11.2020 19:23 |
merwano
|
4. Naxwazim li serê zêde xeber bidim lê divê van rexneyên xwe binivîsim. Gelek peyvên tirkî bi kar anîne. Nêzîkî tev daçek û gihanek bi tirkî bûn. Tiştê tê xuya ji ber beşa yekemîn zêde kêfa temaşevanan biriye eynî wê beşekî din jî çêkirine. Ev jî qalîteyê xira kiriye. Ji bilî wê li bin vîdeoyê de agahiyên rêzefîlmê bes bi tirkî hatiye nivîsîn û ev tişt min zahf aciz kir. |
|
24.11.2020 19:33 |
yûsiv
|
5. rêzefîlm an jî rêzeskêçên serkeftî ne. erê belkî ne hêjayî televîzyonê bin, lê belê ji bo youtubê bes û zêde ye jî. wek li jor jî hatiye gotin, tê de peyvên tirkî hinekî zêde ne lê dizanim ku vê yekê hinekî jî bi qestî dikin. ne ku kurdîya wan peyvan nizanin lê him vê yekê komîk dibînin him jî ev yek belkî bihêle ku kesên kurdîya akademîk nizanin jî lê temaşe bikin. |
|
12.12.2020 22:13 ~22:13 |
simurg56
|
6. Bi nêrîna min tiştek baş derxistine holê. Henekên wan di nav hevalan jî belav bûye. Gelek hevalê min dibînim henekên wan bikartînin * |
|
12.12.2020 22:55 |
kajav
|
7. Rêzefîlma ku hîn min darî nekiriye ye. Li vir û twiterê car caran reklama wê derdikeve pêşberî min. Lê nizanim çima bala min nakişîne. Min rexneyên li ser wê jî xwend e û nivîsên tebrîkan jî. Xebatên bi vî rengî heye ku bo civakê baş be. Wer dixuye rêzefîlmek pêkenî ye lewra car caran birayê min lê darî dike û bi dengkî dikene. Her çiqas li wan darî nekim jî serkeftin bo wan. |
|
12.12.2020 23:02 |
tîrêj zana 21
|
8. Rêzefîlma ku gelek baş tê temaşe kirin. Gelek hevalên min ê ji dûrî kurdî peyam ji min re dişînin dibêje tu vê Beşê temaşe kir ka ev beş çiqas xweş bû hwd. Îro hevalekî min ji min re peyam şand û got ez bi malbata xwe re temaşe dikim. Ji bo vê rewşê gelek kêfxweş im. Hêvî dikim bi vê karî gelek pere jî qezenc bikin. Bila bibînin ku êdî kurdî pere dike. |
|
12.12.2020 23:11 |
yûsiv
|
9. Wan rojên han, yekî li ser rêzefîlmên îşev û şekirok rexne kiribû, û di got bêqelîte ne fln mvn. |
|
12.12.2020 23:21 ~23:22 |
merwano
|
10. Navê rêzefîlmekî kurdî ye. Di serî de ji bo ku bi kurdî çêkirine ez wan pîroz dikim lê ez ê wan rexne jî bikim. Di nava çar beşên ewilî de tenê beşa yekem têr û tije hat ji min re, her sêyên din min pir neecibandin. Beşa 5. Jî hîna min temaşe nekiriye. |
|
13.12.2020 00:17 |
xabûrî
|
11. Beşa 5an di 2 rojan de 216.000 caran hatiye seyr kirin. |
|
14.12.2020 20:06 |
cinorek
|
12. rol xweş hatine lîstin ne wek "mala minê" ji rastiyê dûr û vala ye , merov xwe û derdora xwe di henekê wan de dibî ne . |
|
14.12.2020 20:45 |
shwinsherm
|
13. ji sitcomê wêdetir terza wan hebkî dişibe leyla ile mecnun a onur ünlü. heta dikarim bêjim; |
|
10.01.2021 19:12 ~2021.07.16 20:55 |
ezcan
|
14. rêzefîlmek serkeftî ye. |
|
30.01.2021 01:24 |
simbêlqeytan
|
15. Rêzefîlma di derheqê wê de tevlî vê şiroveyê îşev/130471 nabim. Belkî kêm caran Kurdiya wê dibêjin lê bi pirranî Tirkî dimîne. Min jî di serî de got: Dibe ku armancek wan hebe lê va bû beşa 5a nizanim a çenda lê hîna jî Tirkmancî zêde zêde bikar tînin. |
|
30.01.2021 10:01 |
xabûrî
|
16. serkeftîye, hema mixabin bi taybetî ew jinikê balkonê xeberdide û bi gotina van sosyal mesaj dide, tenê tirkmancî xeberdide. qet nizam fikrekî xweş e hema çawa wîsa xerab çê dikin aqilêm nabire. |
|
30.01.2021 12:53 |
doesntmatter
|
17. li gorî nûçeya Rojnemeya Duvar'ê fînala sezonê bê weşandin: |
|
31.01.2021 01:41 |
merwano
|
18. Bawer dikim ku ev rêzefîlm bibe destpêka rêzefîlmên kurdî. Piştî vê rêzefîlmê wê gelek rêzefîlmên biqalîte derbikevin holê. |
|
31.01.2021 21:30 |
yûsiv
|
19. hege baqî û ednan jê derkevin ti tehm tê de namîne êdî. ev herduk çi bikin jî dê bidin temaşekirin. yên din tevî deno ciyawaziyeke wan tuneye. |
|
31.01.2021 23:08 |
asîmanê sêwî
|
20. Rêzefîlmek gellek xweşe lê mixabin mijara wan gellek teng e. |
|
01.02.2021 00:59 |
kurêbavêxwe
|
murat bektaş [1] |
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |