Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dost çiyayî - tirşik
dost çiyayî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dost Çiyayî di sala 1972wê de li gundê Qelendera Mêrdînê hat dinê. Li gund, Mêrdîn û Qoserê xwend. Di 1991an de kete Faqulteya Perwerdeyî ya Zanîngeha Dîclê. Di sala 1992an de êşa gurçikan lê

hasil bû. Du caran emeliyat bû. Bi enfeksiyona jehrbûna xwînê, kete komayê. Di demeke ku her kesî jê

hêvî birrî de, li jiyanê vegeriya. Ev bûyer, li ser fikar û jiyana wî rêçeke domdarî hişt. Di sala 1995an de ji beşa Mamostetiya Seretayî mezûn bû û dest bi kar kir. Di heman salê de jî zewicî. Bi navê Baz lawekî wî çêbû. Di vê navberê de di kovarên wek jiyana rewşen, nûdem, nûbihar, pe!în de helbest û çîrokên wî weşiyan. Ji metin kaygalak, muzaffer lzgü û murathan mungan wergeran kir. Li ser riya Festîwala Dêrsimê, di havîna sala 2003a n de qezayek derbas kir û jiyana xwe ji dest da. qetran kitêba wî ya yekem e.



30.09.2013 03:07 | endazer

2. camêrêkî henûn xweşaxêv bû.helbesta wî de cewherekî hêja hebû heyf sed heyf zû çû.



30.09.2013 21:18 | tivirloismail

3. ...

çi bêjim nîvco, çi bikim kêm

Gerden û morî

Zarok û dûrî

Wekî kirasekî, li janan hatim tefsilandin.



Dost Çiyayî, Qetran, r.17



30.09.2013 21:32 | seydayê_peyvan

4. remazan alan peşgotinek gelek xweş ji pirtûka wî re nivîsandiye. qetran 50 pirtûkên helbesta kurdî ya îro, dikare ji bêrîka xwe derxe.



07.10.2013 20:32 | arami

5. helbeskarê ku wek şerabê ye ku min îşev xwe bi helbestên wî sermest kiriye. belê, ew jî helbestên wî jî wek şerabê ne. çiqas dixwînî ewqas xweş dibin. di devan de dibin peleseng



08.04.2014 00:46 | ferhenga şikestî

6. Hin parçehelbestên Dost ÇIYAYÎ:

(...)

Bazê min!

li êvara neheqin û qet jibîr neke;

êvar xapînok in, rojê carekê

wê ji te veşêrin ronahiya şevê

xefik û dehfik derbasok in

dema tu jîr bî

û eger, li kelem û kemînên şevê

nelikumî,

berbang ne dûr,

stêrkên çavên te bi xwe ne!..



Dost ÇIYAYÎ



(...)

û îro xewna min

nahêle ku bitebite dilê min

lê çi bikim

qelaç bi kaş

zinar sar

kevir kerr

newal lal

û piyên min qels in,

gelo heye ku ez te bibînim

bi çavên zarokekî, careke din?..



dost ÇiyayÎ

-qetran, Avesta, 2005, Stenbol-





(bnr: asoya helbesta kurdÎ)

Çêker: Rênas Xendekî

Navnîşana Rûpela Me: Here lînkê



https://www.youtube.com/watch?v=Aa1r9YfuUg4



27.04.2014 23:56 ~2015.03.09 02:25 | xendekî

7. Dost Çiyayî şîîrê Kurdkî de yewna dinya ya.



27.05.2015 12:41 | teberkerde

8. Li ser helbestek Dost Çiyayî nivîsek; "Rûpelên rengavêtî yên kovaran û helbesta "wenda" ya Dost Çiyayî"
Here lînkê



12.02.2017 12:24 | xewnname

9. Ev bi salan e tekane kitêba rehmetî ya bi navê qetranê dixwînim. Heta aniha Hama bêje sed car min ji serî heya dawî xwendiye.
Mixabin emrê wî têrê nekir ku bi helbestinên xwe yên dî edebîyata me şa bike.
Di edebîyata tirkî de jî em dikarin bêjin yek jê şairê qerresa û mezin ahmed Arîf e, Arîf bi tenê bi kîtabeke xwe di siîra tirkî de bi nav û deng e. Em dikarin bêjin dost çiyayî jî bi kîtabekê di nava edebîyata kurdî de xwedan karîzma û prestîjeke gewre û mezin e. Jixwe kitêba wî jî ji bîst helbestan pêk tê, her bîst helbest jî têra xwe kûr in. Ez di her xwendinê de tiştekî dî jê ferq dikim, ji ajitasyon û demogojî û qlîşeyan dûr e. Her lê kûrtir dibî wek noqî oqyanûsê bibî liqayî dewlemendî û zengîniyên nedîtî û kifşnebûyî tê.
Wek endazer jî li jor gotiye qetran yek jê baştirîn helbesteke kurdî ye

Ji xeynî vê kitêbê, camêr pirtûkeke metin kaygalak jî wergerandiye bi navê bîra rûyê min



28.04.2020 15:44 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dostum dostum

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî