1. Strana mehmûd berazî ye(mûzîk). |
|
14.10.2020 09:32 ~09:34 |
merwano
|
2. stran nîn e îskence ye ! |
|
14.10.2020 18:48 |
bûtîmar
|
3. navê strana nû ya hunergeha welêt e ku dîsa keda mehmûd berazî jî tê de heye. ji loma çawa hate weşandin min bi kelecanî guhê xwe dayê. straneke xweş e lê mixabin nagihêje stranên wan ên wek "tîna çiya, şervano, edlayê, nazê nêrgiza hewşê..." terza awazê û xemla stranbêjî û yên din dişibe xemla strana "nazê nêrgîza hewşê". gotinên stranê mixabin ne xweş in, hew bi kafiyeyan li hev anîne. zeriyên rabûne govendê jî nizanim çima heta mûzîk diqede timî bê mana dibişirin * |
|
15.10.2020 19:47 |
xeyda
|
4. Mehmûd Berazî di vê stranê de ketiye nav loopê û xwe dubare kiriye. newaya stranê hema bêje wekê strana wî ya berê ya bi navê nazê nêrgiza hewşê ye. lê di vir de mûzîk, bêtir jî dengê kemançê serê mirov diêşîne. Nazê nêrgiza hewşê belkî bi dehan caran ser hev min guhdar kiriye û pê aciz nebûme, lê min nekarî cara duyê vê stranê guhdar bikim. |
|
17.10.2020 21:41 |
endazer
|
murat bektaş [1] |
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |