Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 79 peyam
yaşar kemal - tirşik
yaşar kemal
(4) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. bi eslê xwe kurd e. Bitirkî dinivîse.

Di sala 1923 de li osmanye yê hatîye dinê. xwedîyê gelek berhaman e. mehmed ûzun di Antolojîya Edebîyata Kurdî de dibêje ku yaşar kemal nivaskerekî kurd e.



29.09.2013 16:36 | takyudin

2. angorê tirka çinara wêjaya tirkî ye.bi deha roman nivîsiye û ji ber bi êslêxwe kurdê di pirtûkê xwe de qala kurda kiriyê

.



29.09.2013 20:21 | newenda

3. bi yek çavî li mesela kurdan dinhêrê ji ber vê yekê her tim kêm û şaş dinirxîne.



29.09.2013 20:58 | tivirloismail

4. nivîskareke ji heft bavê xwe de tirk e.. heçiyê jê re dibêje nivîskareke kurd e derewan dike û bêbextiyên kesanedîtî lê dike.. min bi xwe ji deva nebihîstiye lê li gorî gotegotan di civînekî de gotiye ku eger dilê min bivê ez dikarim di nav sê rojan de hînî kurdî bibim û berhemên xwe bi kurdî binivîsim.. bila qisûrê efû bike lê ne sê lê di sihûsê rojan de jî bi wê bîra xwe ya korik nikare bi qasê belavokekî jî bi kurdî binivîse.. heçiyê ew qûn û ew gunn pê re heyî ji xwe dinivîse zirt û fortan nade.. ji ber ku di warê edebiyatê de nasnameya çepgirî û muxalîf her wextî bi xwe re îmaj û prestîjek xweş tîne û avantajek ekstra ye kemalê me jî dema derdikeve ji derve bi kurdîtiya xwe dihese wekê din gotinên ku jê mûyê dûvê kerê jî jê naêşîn..



30.09.2013 01:04 | endazer

5. li başurê kurdistanê gelek tê naskirin...



21.10.2013 15:12 | arami

6. raste li tirkî xwediyê edebiyat û zimanekî hêja ye. lê divê em evê ji bi lêv bikin ku di warê kurdî û wêjeya kurdan de ne pispor e. mixabin hê jî wisa dizane ku di qada romanê de mehmed uzun yekem nivîskarê kurd e. helîm yûsiv jî di pirtûka xwe ya romana kurdî* de rexneyên gelek xurt derheqê yaşar kemal de kiriye.



21.10.2013 16:14 | kelemejû

7. baş e xweş e lê qure ye... kul û derdê me bi kesên qureyan re heye



21.10.2013 18:12 | elomelo

8. ji xeynî bakur, li parçeyên din yên kurdistanê zêde nayê naskirin. ji ber ku bi kurdî nanivîse. nivîskarek ewqas mezin lê evqas biçûk e.

weke nivîskarek, gelek jê hez dikim lê mixabin weke nivîskarek kurd nabînim.



21.10.2013 20:20 | simurg56

9. jiyana xwe kiriye diyarî, ji zimanê serdestên xwe re.



25.10.2013 14:02 | gulan

10. nivîskarekî trikînivîs e, dibêjin kurd e, min ti kurdayetiya wî nedîtiye ji bilî ku bi kurdî fîkandiye.



14.12.2013 20:08 | dijber

11. navek lê kirina go jibinî ne mirê. bi xwedê yaşar û hêjî yaşar!



06.03.2014 13:49 | mamostanısebin

13. li edene'yê navê parkekê ye. parkek gelek mezin e û gelek xweş e jî.



06.03.2014 21:59 | simurg56

14. pirtûka wî siltanê fîlan hêjayî xwendinê ye û behsa asîmîlasyonê dike, û hêjayî xwendinê ye.



pirtûka wî ya "çiyayê agirî" behsa serpêhatiya li agîrî dike û dide fahmkirin bê navê agirî ji ku tê.



ev jî nivîsek dawiya pirtûkê ye.



"Û hersal gava li çiyayê Agirî, bihar têt, bi kulîlkan, bi axa qehwerengî, bi bêhn û rengê xweş ve, şivanên çiyayê Agirî ên çeleng çavreş, û çavxemîn û girs jî bi tiliyên xwe ên zirav û dirêj radihêjin bilûrên xwe, û tên ser gola Kûpê, li bin zinarên sor, li ser axa qehwerengî û li ser pişta bihara hezar salî, kulavên xwe radixînin û li çarmedora golê rûdinin. Hîna beriya ku tîrêjên rojê bavêjin di bin çurusîna ronahîya stêrkên Agirî ên kombûyî de bilûrên xwe ji milên xwe dadixin, dest bi lêdana strana hêrsa Agirî dikin. Ev ji berbangê heya roj diçe ava dem dike. Di vê navberê de, tam dema ku roj diçe ava çûkekî biçûk, mîna berfê sipî li ser golê difire, doş dibe. Çûk zirav û dirêj e û dûrvê hechecikê dide. Li ser golê pir bi lez dizivire, li ser hev xelekên sipî û dirêj çêdike. Ew xelekên sipî têl têl dikevin nav şînayiya golê. Dema roj diçe ava bilûrvan dev ji lêdana bilûrê berdidin, bilûran davêjin ser milên xwe û radibin. Çûkên ku li ser golê difire jî, bi hemî hêza xwe, wek brûskê xwe bera ser avê dide. Baskên xwe li ava şîn dixe, radibe û bi wî awayî sê caran dikeve avê û derdikeve. Piştre jî difire û diçe, ji ber çavan wenda dibe. Piştî çûyîna çûkê, şivan jî bêdeng yeko-yeko, dudo-dudo ji golê bi dûr dikevin û di nav tariyê şevê de winda dibin."



06.03.2014 22:22 | berxweda

15. nivîskarekî ku, bi hestên kurdî ve pirtûkên tirkî divivîse ye. kesek dikare ji min re ferqa wî û mahsun kırmızıgül bêje?



07.03.2014 09:22 | nazim tolhildan

16. nivîskarê rewşa Kurdan tîne ber çavan e. di pirtûk xwe ya siltanê fîlan de ew rewş xweş aniye ziman. bawer dikim piştî xwendina pirtûka wî ya bi navê "siltanê fîlan" wê ramanên we biguhere.



Ev jî beşek ji pirtûkê bi wergere mustafa aydogan



"- Em ê dibistanên ku gêrîkan dikin fîl vekin. Gava çêlikên gêrîkan hîn nuh çêdibin, em ê wan bînin li van dibistanan perwerde bikin. Ew gêrîk bin jî ew ê xwe fîl bihesibînin û ew ê ji fîlan bêtir bi fîlîtiyê ve bên girêdan. Bi sedan salan e ku li Mirovistanê, ev sîstema perwerdekirinê tê mejandin. Ew ê bibin fîl û xwe fîl bihesibînin, lê ew ê qet ji bîr nekin ku ew fîlên bi qasî gêrîkan in."



Ji: siltanê fîlanyaşar kemal

ji Tirkî: mustafa aydogan

rûpel:197 weşanên nÛdem



16.05.2014 03:27 | cîhana pirtûkên kurdî

17. Mêrxasê zimanê serdestên xwe ye.



16.05.2014 10:35 | gulan

19. yek ji wan nivîskaran e ku dixwazim pirtûkekê bo min îmze bike ye. lê niha nexweş e. xwedê saxiyê bidê. înşele wê bibe nisîbê min ku ez pirtûkek wî ya hatiye wergerandin pê îmze bikim.



15.01.2015 21:17 | berxweda

20. nivîskarê ku li gorî agahiyên dawîn, rewşa wî ber bi xerabiyê ve naçe.

bi qasê min fêhm kirî, bûye pnomonî û niha entube (entûbasyon) ye.

îhtîmalek mezin plan ew e ku niha bi hikmê antîbîyotîkan enfeksiyona li laşê wî were kêmkirin û paşê ji bo ku ji makîneya nefesê were vegetandin (extûbasyon) amadekarî bikin.



16.01.2015 20:02 | simurg56

21. nivîskarê ku wê rojê, dema ku me behsa wî kir, hevalekî tirk ê mamoste got "ew kî ye?". erê kesên ku wî nasnakin helbet hene, lê mamosteyekî ku wî nizanibe tişteke ecêb e.



17.01.2015 19:34 | nazim tolhildan

22. Yek ji navdartirîn û mezintirîn Nivîskarên Tirkî ye. bi esilê xwe kurd e. navê xwe yê fermî Kemal sadik Gökçeli ye.Malbata wî di dema şerê cîhanê yê pêşî de, ji wanê koçî osmaniyeyê kirine û li wir bi cî bûne. Wî lîse qedandiye. Gelek kar û barên mîna şoferî, karkerî, arzûhalîtî û memûrtî kiriye. Nêzî 50 berhemî nivîsiye û gelek xelatên wêjeyî stendine. Di berhemên xwe de ekseriya miroven Feqîr û Belengaz nivîsîne. Zimanê wi gelek dewlemend û dastanî ye. Niha 92 salî ye û nexweş e li fakülteye tibê ya çapayê razandiye. Di kurmancî de Herî dawî berhema wî ya tîtirwask ji aliyê weşanxaneya lîsê ve çap bûbû.



19.01.2015 03:33 | seydayê_peyvan

23. bi pirtûka navê "ince memet" nav û deng dayê dinyayê.

bi eslê xwe ji alîye wanê ye lê belê li edenê mezin buye.



19.01.2015 18:04 | hesen bira

24. nivîskarê kurd ê tirkînûsê ku îro çûye dilovaniya xwedê..

cihê wî bihûşt be..



28.02.2015 17:19 | ferhenga şikestî

26. Kî nebû ax û neçû

Kî nego ax û neçû



Arjen Arî



28.02.2015 17:22 | xendekî

28. rehma xwedê li ser wî be. min qet newêrîbû destpê xwendina romanên wî bim. du cara min ince memed rakir lê hilma min çikand, şêweya wî ya klasîk peyv min kir heram. tenê qey di sala 2006an de em çûbûn tîyatroya wî ya bi navê "teneke". hew. ha kêfa min gelek ji hevpeyvînên wî dihat...



28.02.2015 19:33 | biruya hayao miyazaki

29. Nivîskarê gewre îro di 90 saliya xwe de rehmet kir. bi berhemên xwe ew ê her tim bijî. Her wiha me bihîst ku nivîskar brahîm ronîzêr berhema wî ya ince memed werdigerîne kurmancî.

https://www.facebook.com/photo.php?fbid=10153011096858280&set=a.55564633279.63305.531218279&type=1&theater



28.02.2015 23:39 | diclefirat

30. nivîsa yaşar kemal ku sala 1995 de ceza xwaribû (îngîlîzî)...http://kurdistan.org/work/commentary/the-dark-cloud-over-turkey/



01.03.2015 01:08 | diljan

31. Kurdê ku di edebiyata tirkî de xwediyê cihek pir giring bû. Lê mixabin ne ji bo kurdan ne jî ji bo kurdî ne mirovek giring bû. Ji ber ku tu caran bi gotinên net û ji xwe bawer li kurdîtiya xwe xwedî derneket.



Û mirina wî di medyaya civakî de zêde zêde tê fişal kirin. Ê ku tu caran qene hevpeyvînikî jî nexwendiye di derbarê de aniha hindik maye bigîrî an jî cwe ji derekê biavêje..



01.03.2015 04:33 | brusk56

32. dema diçûm liseyê qasî deh romanên wî xwendîbûm û cara yekemîn bi kurmanciya herêmî di nav romanek wî de, ku ne şaş im seyemîn an çaremîn a pirtûka hemedok (înce memed)ê ( li gorî rûdawê, dibe ku memedok bibe) de derbas dibû, dîtîbûm ..romanên yaşar kemalî hişmendiya fikirina zanîstiyê dide mîrovan û gelek romanên wî hejahî xwendine, bendewariya wergerandina kurdiye..



01.03.2015 23:32 | havka

33. romannûseke hêja yê esilkurd e. demekê min û hevalên xwe hewl dabun ku romaneke wî wergerînin kurdî lê zimanê wî pir zehmet e û weke din jî du re me bihîstibu yekê wergerandiye. *



01.03.2015 23:41 | azadixwaz

34. ji dibistanê rojekî rêya min ji pirtûkxanê yê ket çakî bu çawa bû nizam lê pê wî bozbilindîya xwe min destê xwe direjê MEMEDOK a wî kir . êdî hildan ew hildan bû heta xilazbûnê min ew roman a ji destê xwe nexist .niha ji siltanê fîlan li cem mın heye lê heta tirkîya wî nexwînim ya kurdî naxwînim



wisa dibêjin li siltanê fîlan da behsa me kurda kiriye



Ka behs bike, behsa hunerên wan mexlûqên piçûk bike.

Mezinbûn an piçûkbûna wan ji min re ne lazim e. Lê hunerên

wan lazim in



01.03.2015 23:50 | xeteraqirêj

35. nivîskarekî jiyana hêla edenê, çûqûrova, çiyayên torosê û hemû mezopotamiya, anatolîyê bi dengekî cuda, bi nivîseke bêhempa anîye ziman.



kurdayetîya wî bira li hêlekî be, gotineke wî a bi şêwa "ez dikarim di heftîkkê de romaneke bi kurdî bi nivîsînim" heye.



02.03.2015 13:04 | parêzerê nîvçe

36. https://www.youtube.com/watch?v=eZWpt2YHvb0



03.03.2015 17:55 | diclefirat

37. salihê Qubînî dibêje û Yaşar Kemal û Murat Güneştekîn guhdarî dikin. Yaşar Kemal bi Kurdî diaxive û dibê ''Serê çiyayê sîpanê xelatê bi dumane bi mije.Kî dîtiye nêçîr neçîrvanê xwe dikuje... Dê bêje...''







04.03.2015 00:29 | diclefirat

38. Ji bo yaşar kemal çi bêjim nizanim. Çend rojê hewl didim ku hin tiştana binivîsim lê nikarim. Kîngê biceribînim ku binivîsim, nivîsa min di nivî de dimîne û destê min naçe ku berdewam bikim. Yaşar kemal di eslê xwe de kurd e. lê nivîskarekî herî hêja ê wêjeya tirka ye. Yanê paradokseke ku êdî di hemû tamarên kurdan de bi cîh bûye ye. Nehîştine ku kurd bi kurdû binivîsin, bi kurdî bijîn. Ev rewş jixwe parçeyeke trajediya kurdan e. carinan difikirim, gelo kurd nîbûna halê wêje, çand, hûner û heta siyaseta tirkan wê çawabûya… Dûv yaşar kemal re, yılmaz güney û Ahmet kaya jî tê bîra min. Di hemû hûnerên xwe de hest, çand, fikir û ramanên kurdan bi tirkî peşkeş kirine. Her çiqas hestên kurdan ve bi rê çûbûne jî, em nikarin ku bêjin hûnera wan parçeyeke çanda kurdan e. Hemû afirandeyên wan wan xizmeta ziman û çanda tirkan de ye. Bi rastîtita vê yekê ve aciz dibim. Dixwazim ku ji ber vê yekê ji wan re hêrs bim, lê paşê wicdana min rê nade.



04.03.2015 14:13 | nazim tolhildan

39. meseleya hîn bûna wî a kurdî a heftekî de li vir tê behs kirin: http://www.hurriyet.com.tr/yazarlar/5345760.asp





04.03.2015 19:15 | ervah.azad

40. li gor "kurê wî yê manewî" ahmet güneştekin sedema ku yaşar kemal nobelê hilnedaye nivîskarek kurd e. de ka nizane ku nivîskarek kurd çiqas dikare bandorê li komîteya nobelê bike! dibêjin ew nivîskarê kurd jî mahmut baksî ye. Here lînkê



05.03.2015 15:49 | xewnname

41. gor selîm temo di nîvîsa xwe ya bi navê "rojek ji rojên adarê" ku di rojnameya online ya radîkalê de hatî weşandin de dibêje; yaşar kemal gotiye ku 'wergerên kurdî bo tirkî yekem car min û cahît sitkı kiriye.' Temo di heman nivîsa xwe de destnîşan dike ku; yaşar kema gotiye 'ger pirtûkxana ehmedê xanî vebe ez ê hemû pirtûkên xwe bidim wan.' Here lînkê



05.03.2015 15:53 | xewnname

42. (bnr: çavkanî muhsin kizilkaya)

(bnr: çavkanî qûna min)



05.03.2015 18:19 ~18:24 | simurg56

43. (bnr: gotinên tiro viro)

(bnr: gotinên çavkanî ne tu gû)



06.03.2015 00:06 | azadixwaz

44. qaşo yaşar kemal çêr bi serok apo kirine û serok jî gotiye, çêrên te li ser sera û çavan in.



06.03.2015 02:13 | subasi842

45. nivîskarê rehmetî, li ser ameda berê nivîseke nivîsandibû û îroj nivîskarê radikalê oral çalışlar nivîsa camêr di quncika xwe de pêşkeşî me kiriye..



Here lînkê



09.03.2015 09:33 | ferhenga şikestî

46. Îro husên duzên li ser nedayîna xelata nobelê nivîseke pêbawer nivîsiye:



NEDANA XELATÊ Û ÇANDA KERIYî



Çanda pez û keriyî nahêle li ser tu babetê danûsatndin pêk bê. Çi rûbide, tu ҫi ji wan re bibêjî dê bizîvirîn heta daxin asteke kesayî. Ji ber ku ew ne kesayet in, pêdiviya wan bi kesên ku bûyeran pêk tînin heye.

Mînaka nedana xelata Nobelê bo rahmetiyê Yaşar Kemal jî tiştekî wisa ye. Van rojan sohbetên qaşo rewşenbirên kurd û tirk li ser rola rahmetiyê Mahmud Baksî û nedana Nobelê bo Kemal e. Hinek dibêjin Baksî nehişt ku xelatê bidênê, hinekî din jî dibêjin ev derew e.

Li gel ku min bi xwe jî rastiya vê bûyerê ҫend caran gotiye, ez şaşwaz dibînim bê ҫiqas gelek in kesê ku ҫav û gihên xwe ji rastiyên dîrokî re digrin û didin dû lehengiya kesan ku gelek caran ne rast jî.

Kî bibêje xelata Nobelê tenê ji bo kesên ku berhema wan î wêjeyî herî xurt e tê dan, derew e. Kî bibêje ku kes dikarin bihêlin ew xelat ji bo kesekî bê dan an neyê dan, ew jî derew e.

Bi qasî ku ev herdu derew in, ewqas jî rast in: Bêguman divê asteke berhema nivîskarên ku vê xelatê bigrin hebe, le belê ne yên ku berhema wan herî baş e, ji her kesê din zûtir wedigrin, an jî teqez dê wê werbigrin. Her weha bernamzetê vê xelatê ji alî rêxistinan an jî kesan jî tên pêşniyarkirin û di rewşin taybet de tên protesto kirin; nexwe bandora kesan jî dikare li ser dan an nedana vê xelatê hebe.

Ka em bên ser Yaşar Kemal: Gelo seba ҫi ev xelat bo wî nehat dan, li gel ku zehf dixwest û gelek caran hat pêşniyarkirin jî? Rahmetiyê Yaşar Kemal berî juntaya leşkerî 1980yî li Swêdê dijiya. Piştî juntayê got Tirkiye aram bûye, vegeriya Tirkiyê. Em dizanin bê piştre Tirkiye ҫiqas aram bû. Ez bawer im ku ev sedemê sereke bû ji bo nedana Nobelê ji bo rahmetiyê Yaşar Kemal. Ger sedemin din hebin jî dê yên pileya duyemîn bin.

Mirov dihare ji helwesta nivîskarê mezin Kemal a hîngê û ji ya akdemiya Swêdê gelek tiştan fêr bibe, ger em karibin vî aliyê babetê bibînin û li ser biaxavin.

Wer xuya ye ҫanda keriyî rê li ber vê jî digre.



Husên Duzen, 10.03.2015



10.03.2015 18:36 | xendekî

47. hîndekarên zanîngeha yyu dixwazin ku navê wî bidine faqulteya edebiyatê. bi raya min dê biryareke di cî de be, bi dilê min e jî ev yek.



Here lînkê



01.05.2015 17:44 ~17:45 | diclefirat

48. Li gorî (bnr: rohat alakom) ku lêkolîn li ser xebatên wî kiriye, divê yaşar Kemal bi dê û bav kurd e, di pirtûkên xwe de qala Kurda kiriye. Jiyana Kurda aniye ziman, pirsgirêkên wan aniye holê, di rojeva navneteweyî de bi xêra nivîsên wî behsa Kurda dibe û hwd.

Wekî ku min jê fam kiriye, merivekî weka Celal Güzelses e, ku tu Xizmeta wî ji çand û zimanê Kurdî re tuneye, ji ber wê mirov nikare bêje kurde, û di ser de gelek tîştên di derheqê Kurda de biriye kiriye çanda Tirka, ew jî divên van tişta yên Tirka nin. Ji ber vî, ev camêr ji bo Kurdan (bnr: hebûye tunebûye).

Navê wî dane bînayîyeke Istanbul Bilgi universitesi
Here lînkê



23.04.2020 01:09 | afa

49. pêxemberekî kurd e lê xwedê wî şandiye nav tirkan.



08.05.2020 11:53 | tizbîkêş

50. Nivîskarê ku min du heb pirtûkên wî xwendiye. Ya ku bala min kişand gelemperî li ser bendewariyê ye, kesayetên li romanê her tim li benda tiştekî ne ku biqewime. Mirov dema dixwîne dibêje ka çi dibe ka çi dibe ? Ya xirab hîç tiştek nabe *

pêşniyar dikim ? Na welle. Ez bixwe kesek bê sebr im yên wek min divê nexwîne



29.06.2021 13:06 | navîgiranmezelîwêran

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» yaşar kemal
» kemalîzm

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî