1. Gelek caran li ser înstagramê ber bi wan rûpelan têm. Cihê lêgerînê (cihê kifşê) de bi van rûpelan tijî ye. Navê rûpelên wan Kurdî yan jî nêzikê Kurdî ye. Bikarhêner û şopîner hemî kurd in. Piranî bi stranên Kurdî dans dikin yan bi videoyên playback qaşo şêrintî dikin. Bi vî awayî belkî hezar rûpel hene û şopînerên wan jî ne kêm in. Ji zimanê xwe hezar km dûr in. Ji kurd û kurdbûnî heta heyva dinyê dûr in. Bi navê xwedê ez wan mirovên hemnetew dibînim ji hebûna xwe aciz dibim. Xwedê wexta ku aqil belav kir li ku derê bûn. Hiş û aqil para wan nebûye belayê serê me bûne. |
|
24.05.2020 00:54 |
kajav
|
2. gelek in. |
|
24.05.2020 01:04 |
xwelî li ser
|
3. bi piranî li înstagramê liqayî wan dibim ku piraniya wan yê li ser strana ne. |
|
18.05.2021 08:46 |
merwano
|
4. hemî rûpelên ku naveroka wan li ser kurd û kurdistanê ne lê zimanê wan ne bi kurdî ne virt û vala ne. |
|
18.05.2021 11:27 |
ferhenga şikestî
|
5. Rûpelên stranbêj, hunermend, listîkvan û nivîskaran ên ku nanê xwe ji kurdî dixwin û ên ku hemû şopînerên wan kurd in lê dîsa jî naveroka wan tev Tirkî ne. |
|
18.05.2021 12:07 |
xelîl
|
6. Here lînkê |
|
18.05.2021 20:40 |
heval.js
|
7. rûpelên ku navê wan bi giştî weke stranên kurdî, govenden kurdî, nizamçiyên kurdî, belê parveyan wan bi tirkî ne. bi hêviya ku hêdî hêdî kêm bibin îşellah |
|
18.05.2021 21:37 |
hueyn
|
8. Bêyî wan jî nabe. Ji dêvla xwe li rûpelên Tirkan ên virt û vala bigrin bila xwe li ên Kurdan bigrin. |
|
19.05.2021 13:51 |
giyanstêr
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |