Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
hêlîn bölek - tirşik
hêlîn bölek
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji bo ambargoya li ser grûp yorum ketibû grêva mirinê ,
ew piştî destpêka grêvê dusid û heştê û heşt roja bi ava şekir li vê dinya xîmberî ma .
êdî debar nekir ...

gelo kî dixwaze bimîne li cîhê ku nayê xwastin ?

çû ser dilovanya xwedê ,
cê te bihuşt be xuha min

hewarê dayka te naçe ji bîra me .



03.04.2020 15:48 | shwinsherm

2. endamek a grup yorum ê.. li destpêka greva birçîbûnê de min ew naskir û rû bi rû dît.
bihîstîna mirina wê ez pir xemgîn kirim.
rehma xwedê lê be.



03.04.2020 17:12 | golikvan

3. îro şîya rehma homayî. Ez zaf xemgîn bîya.
însanek seba dawa xwu rihê xwu bido, seba embazanê xwu pey weşîya xwu mano.. homa to ra razî bo.



03.04.2020 17:19 | kajav

4. Ji ber mirina wê li ber ketim lê ji wê bêtir hêrs bûm. Ji berê ve ye ruhê min ji bîrdoziyên pûç û genî bûyî diçe. Mirovên ku çalakiyên mirinê, birçîbûnê pesin didin; yên, wan wekî tevgereke pîroz nîşan didin li ber dilê min tev ehmaq in, rezîl in. Dinya diguhere, sal û zeman diherike lê ev ehmaq naguherin. Bi qûna fikr û ramanên bê kêr yên ji Sovyetan ve mayî girtine û xwe pê xwedî dikin. Bi Madekê tirş, sloganên virt û vala û govendeke rijî ve dewa şoreşê, guherînê dikin. Û ji bo vê xwe didin kuştin, xwe dikin qehreman, dilê xelkê bi xwe dişewitînin, xort û ciwanan dikin heyranê xwe, heyranê mirinê.
Xweziya min ew e ku mirov bifikirin, bipirsin. Jiyanê bi awayekî sade û xwezayî bijîn. Ji bilî her tiştê qedrê bidin xwe û jiyana xwe. Xwe nekin qurbana fikrên ne ji kesayeta xwe, rengê xwe. Bawer im jiyanê bi vî awayî siviktir û xweşiktir be.



04.04.2020 00:11 | xeyda

5. îdeolojî hertim jehr e , marksîsm û lenînism ti tişt nade zindîya heke bibûna ew ê ji xwer bibûna.
(bnr: ne ji xwedê re divê û ne ji e'vda re)
(bnr: te çê kir ji xwer kir , te xirab kir ji xwer kir)



04.04.2020 01:50 ~01:51 | shwinsherm

6. Sed hezar caran heyf ku xwe bi vî awayî didin kuştin û tu tiştek çênabe. Dikaribû bi zindîbûna xwe bigihîşta zêdetir kesan û fikrên wan biguherta. Ji xwe yên ku ji wê/wan heznakin bi mirina wan kêfxweş dibin.



04.04.2020 14:42 | xabûrî

7. Stranbêja grup yorum a ko 3 ê Avrelê di sala 2020 de, roja 288 mîn a grêva birçîbûnê de gihaye ber dilovanîya Xwedê. Berî aniha 2 rojan ketibû xewna min û gava ew xewn tê bîra min terzînok dikeve laşê min. Min jî wek e erkek vê mijarê vejand. Xwedê wê bi rehma xwe şa bike û cîhê wê bihûşta rengîn be.



16.03.2021 01:24 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêlîn bölek

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzik muzikstrn muzikstrnbj muzik muzikstrn muzikstrnbj muzik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî