Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ilhami sidar - tirşik
ilhami sidar
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi tirkî dest bi nivîskariyê kiriye, paşê li kurdî vegeriyaye. bi eslê xwe ji misirca sêrtê ye..

heta niha du romanên wî ji nava weşanên aramê derçûye.

di van romanên wî de sentaksa tirkî gelekî beloq e.

(bnr: tahma xweliyê)

(bnr: jan)



19.09.2013 21:39 | paleyê gund

2. (bnr: xewneke payîzî - îlhamî sîdar)



15.08.2015 17:30 | xendekî

3. Piştî sih(sî) salîya xwe dest bi xebatêt kurdî kirîye . dildar û bengîyê wêjeyê ye gelek hej wêjeya klasîk a farisî diket nemaze şîrazî û heyyam, piştî farisîyê dest bi erebî jî kirîye lê heya 30 salîya xwe kurdî nehatîye bîra wî axkî piştî 30 salîya xwe tobe estaxfîrullah dibêjît û dest bi kurdî diket... Aniha min dest bi romana wî a bi navê 'xewneke payîzê' kirîye camêr gelek maye bin bandora melayê cizîrî loma wê xwînerên xwe bibe dewra melayê cizîrî û medresa sor a cizîrê ką ez jî kevime dûv îlhamî sîdar ...



05.06.2016 10:07 | azad30

4. Here lînkê
cara ewil li wêneyê jor binêrin dûre werin xwe qehir bikin.
qaşo nivîskarekî kurd e (tabê tibabek pirtûkên wî yên trikî hene) lê li pey xema xwînerên tirk, edebiyata tirkî û rewşa zimanê tirkî ketiye.
tê bêjî qey sî mîlyon kurd bûne bilbilê zimanê kurdî, hemî roman û helbestên nûjen û klasîkên xwe jiber dizanin, hemî ristên mela, xanî, feqî, koyî, fêrik hwd... xitim kirine, hemî romanên kurdî bîst caran xwendine, hemî klasîkên cîhanê bi wergera kurdî xwedine û li ser wan bi deh hezaran gotar û maqale nivîsîne lê ew tirkên me yên reben zimanê wan qedexe bûye, not sal di binê zilma kurdan de mane û bi ser de jî ji ber tesîra sosyal medyayê nikarin orhan pamuk û leyla erbîlê bixwînin û fêm bikin.
heyf û yaziq!



30.11.2019 01:12 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ilhami ışık
» sidar basut.

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî