1. piştî vîrûsa korona grafîka xwe xera kirîye. Çend roj berê bihayê gramê heta 332 çû piştre kêm bû. Îro serê sibê gram 314 bû nîvro heta 300’ê ber bi kêmbûnê çû. Êvarê dîsa bilind bû. Min serê sibê li ser mobîlê çend gram stand, zerar kirî * |
|
16.03.2020 20:28 |
kajav
|
2. Weke hertim ez dibêjim di Demeke dirêj dê biqiymettir bibe. Ji ber kêmbûna bihayê wê min û birayê xwe jî me çend gram stendin. Înşelle em zirarê nekin. |
|
17.03.2020 00:34 ~13:59 |
xabûrî
|
3. Îro dîsa har bûye * bi çend gramê mirov nikare kar bike Lê dîsa mala xwedê ava be min çend panot kar kirîye Lê hîn min nefirotîye. Ne ji ber çavbirçîtî ji bo 400 tl naxwazim bifroşim. Bila li wir bisekine. Hûnê bêjin bifiroşim gelo? * mejû tevlîhev * |
|
24.03.2020 17:55 |
kajav
|
4. Niha li hin deran ji ber alozî û tevlîheviyê zêrfiroş zêran nakirin lê difroşin.yên berî mehekî zêr kirî bûn anha pereyek xweş lê xistine. |
|
24.03.2020 22:31 |
tîrêj zana 21
|
5. dîn û îmana wê tune ye. Du roj berê min çend gram stand Ji ber vê qîmeta wê kêm bû. zirar û veng. |
|
17.04.2020 15:00 |
kajav
|
6. Dîsa berbijor diçe. Homa alîkarê ezeban bo. Hêviya ketina wê me nexêr ne dîn e ne îman e. |
|
08.07.2020 00:26 ~00:28 |
kajav
|
7. Dewleta wek tirkî de ne mimkin e dakeve.. |
|
08.07.2020 14:15 |
xeletnivîs
|
8. Ma hêvî Xwedê hîn jî rabe |
|
08.07.2020 23:45 |
dilreş
|
9. Gram gihişte 438 |
|
29.07.2020 13:01 |
kajav
|
10. Niha bûye 473 tl. Lê kirîna wê 450 tl ye. Min jî li ser mobîlê çend gram kirî bê ka ewê çawa bibe. |
|
06.08.2020 00:28 |
tîrêj zana 21
|
11. Herku bilind dibe ez dev li xwe dikim ku çima min deyn û dû nekir û ji xwe re zêr negirt lê ji aliyekî din ve jî newêrim bigirim. Min biryar da, bazirganî û karê peran ne zirneya ku ez karibim lêxime * |
|
06.08.2020 01:08 |
rizgarm
|
12. Mijara ku divê dîsa zindî bibe lewra zêr difire kes nikare zeft bike. |
|
28.10.2020 19:17 |
xabûrî
|
13. Tevlîhev bûye, gawirê bêgiyan zirarek mezin da lê dibêm qey dem dema kirîna zêr e. |
|
09.11.2020 16:28 |
kajav
|
14. Li gor daneyên banka ziraatê niha kirîn 478, firotin 495 tl ye. Di carekî de ji banda 520 an dakete vê astê. Piştî daketina nirxê dolar/tl, zêr jî pê re daket. Bawerim ev daketin dê demekî kin de dîsê derbasî bilindbûnê bike. Lewra rezervên tcmb( bankaya navendî ya komara tirkiyê) nemaye û di dema dirêj de nikare xwe li ber zêdebûna dolar ragire. Xwudê bike hevala pir zirar nekiribe. |
|
09.11.2020 18:55 |
tîrêj zana 21
|
15. wek lîstikvanên serê govendê direqsê de ye. geh radibe geh tê xwarê. nizam bo qezencê derîyek başê an na? anha buhayê wê 410 lîre ye. |
|
02.03.2021 23:14 |
golikvan
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |