Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 32 peyam
yildiz çakar - tirşik
yildiz çakar
(17) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. helbestvaneke kurd e, ji Qerejdaxa amedê ye...

heta niha, bi navê "goristana stêrkan" û "derî" du pirtûkên wê yên helbestan derçûye.



19.09.2013 21:30 | paleyê gund

2. ez ne şaş bim roja duşemê wê bibe mêvana kulûba xwendinê ya diyarbekirê.. wextekî li ser hesabê xwe yê facebookê helbesteka xwe parve kiribû û di dawiya helbestê de ristek k wekê rojê eyan û beyan kifş bû ku rasterast ji tirkî hatibû wergirtin hebû axirê min jî di bin helbestê de got di şûna vê ristê de te dikarîbû filan ristên alternatîv bikarbînî.. xanimê ji dêla ku bersivê bide bi riya peyama taybet tu nema ji min re negot got tu dixwazî xwe li ser navê min meşhûr bikî filan.. axirê helbestên wê ne xirab in lê qumaşê helbestên wê malê tirkî ne.. ji nenivîsandinê çêtir in helbet.. divê biçekî xweragir û nefsbiçûk be û rexneyên rexnegiran bide ber çavên xwe..



03.10.2013 02:17 | endazer

3. helbestkara ku îro seet 18:30ê yanî teqrîben nîv seet din wê bibe mêvanê kulûba xwendinê ya diyarbekirê.. heçî kesê li amedê dijî û dinişe dikare here/were civata yildiz xanimê..



08.10.2013 18:07 | endazer

5. her gava ku min çav li kitêbên şaîrên jin ên kurd digerand,çavê min li kitêbê diket lê min nedkirî.xwedêkî min çu carî nekiriye,piştî ku min hind helbestên wê online xwend behecîm.



30.12.2013 21:38 | kubikem

6. xwedê lê were rihmê. wek zibil dinivîsît û heyranên wê ji artêşekê zêdetir in. zehf behsa derîyekî diketin. nizanim çi mesele ye.



06.01.2014 16:42 | bagurdan

8. pirtûka wê ya nû ya helbestan ya bi navê leylanok ji nav weşanên avestayê derketiye..

aciziya wê ya ji tirşikê jî normal e, ji ber ku pirraniya peyamên li jêr mijara navê wê de, peyamên neyênî ne.. ez jî bim ez ê tirşikê reş bikim û lê bireşînim.. *



24.06.2014 16:07 | endazer

12. şaira kurd e. şiirê wî hemî jî xeşin. ew jî pir bedew u levhati ye. ez nizanim çima nivîskaren tirşikê ev qasi zikê xwe jê êşandine, di civakên mîna civaka kurd paşdemayî de mixabin ciyê jinê û qedrê jinê eve tu çi ji ve civakê re biki minetê jê hilnayînin. yıldız çakar yekî tirk an ewropî buya niha li ser desta bu. nizanim emê kemgî qedrê şairê xwe û nivîskarê xwe bizanibin




13. nivîskara ku di feysbokê de hevala min e.rojekê min jî li ser vîdeoyeka ku wê parve kiribû şîrove kir. paşê niza boçî di axaftina taybet de hat gote min tu çima her li ser şandeyên min şîroveyên tewşo mewşo dikî.lê min di şîroveyê da pisyarek jê kiribû û yekem car bû ku min li ser şandeyên wê şîrove kiribû.vêca hema ez şaş bûm.bawer bikin pîçek a paranoyake.



22.12.2014 17:29 | vêca çiyeeee

14. Helbestên we xweş in. ew bixwe ji weke navê xwe weke stêrkekê ye. Xwedê wê bistrîne.



22.12.2014 20:06 | seydayê_peyvan

16. bi min jî li tirşikê, li berî herkesî jî endazer lê neheqî kiriye. min gavaçûyî kîtaba wê ya "derî" qedand. helbestên xwe yên xweş bûn. gere bêhneak tirkî ji zimanê wê tê ye jî, ji yê me gişan nê kêmtir û ne jî zêdetir e. birastî ji vî alî de tiştekî pirr bala meriv dikişîne jî tune. ger ne şaş bim niha li danîmarka yê dijî.



22.12.2014 22:34 | fethî ronî

17. dema ku mirov karî gotinên zêde, pirwate di hevokên kurt de bi avayekî baş bar kir ristên hêja derdikevin..helbestvanên bi vî avayî dinivîsin baş in..

sedem hene bêle belkî mafdar bibin jî lê yên me, wekî we, wîsa nanerin, wekî çi tê ber zimanê wan li ser kaxizê direşînin...piranî bi peyvên wekî hêvî, pênûs, ba, aso, tarî, şev, ronî, çiya, niqutin, xemilandin, azadî, xemgîn, dilop, rondik, baran, hewcedar, xwîn, gul..hwd re helbestan dinivîsin..



24.12.2014 23:25 | havka

18. ez jî dibêjim herkes xwe li helbestan sor dikin , ji wan heye wek cegerxwîn û amhedê xanê ne. mixabin ev hesta nivîsandinê ketî ye rêyeke berevajoyî. bi awaye kî rast dibê ji xwere baş bixwînin û piştre dest bavêjin nivîsandinê...



25.12.2014 08:32 | fîîlî

19. Di navbera derî û dilê xwe de mam

Li aliyekî tu

Li aliyekî derî

Ne destê min ji derî dibû û ne jî ji destên te.

Min çend payizên sar germ kirin,

Ji bo her tiliyên te



Yildiz Çakar



06.02.2015 14:48 | xendekî

20. bi romantîzmekê beredayî dinivîsîne. jixwe pirsgirêka hemû helbestvanên kurdên nûjen ew e. ango hemû wêjeya gerdûnê derbasî paşnûjeniya bû kurdno, malxerabno, belengazno!



18.03.2015 19:15 | remlavêj

21. dema ku edîtor û xwediyê weşanên avesta evdila keskîn vêya ji weşanxaneyê qewirandibû, dilê min pê şewitibû lê êdî misqalek jî ne xema min e! kesayetiya wê bi qasî helbestên wê sosret e. hetta helbestên biçûkêd kurmancan ji helbestên wê delaltir in.



05.09.2017 08:15 ~2018.01.28 23:30 | tizbîkêş

22. wê rojê di înstagramê da tirşikê ra dabû ser hev



03.01.2018 20:28 | bûtîmar

23. kakûla ser eniya wê qet lê nayê û ez bawer dikim van çaxan gelek dirêj bûye û hatiye ber çavan ku rê nade ji der û dor û dinya û gerdûnê werqile.



12.07.2018 21:23 ~21:24 | bargiran baran

24. Hûn çi ji wê dixwazin?

Ew çi ji we dixwaze?



13.07.2018 07:10 | bilbilê dilkul

25. belê zêdepariya civata Kurd korrefehm in, nezan in, mêrane nin, êrîşkar in û hew. Lê heke tu helwesta xwe anegorî zêdepariya civakê diyar bikî êdî tu jî dibî kesayeteke wekî parodîya civakê. Bi min Yildiz Çakar parodîya civaka Kurd e. heke hebe xwêde keda wê badilhewa nede lê tiştekî kêrhatî nanivîse, zêde zêde zêde êrîşkar e; hema bendê ye ku mirovek jê re tiştekî bibêje û ew jî kutî devê wê/wî bike. Paranoyak e; wisa dizane ku hema her kes hemasa piştî wê re derbarê wê de xeber dide. Dema rexneya nivîskarên din dike ji sedî sed zayendperest e, bavsalar e, seksîst e. Lê bi heman demê de wîsa îddîa dike ku femînîst e. Çi bibêjim, xwedê me ji gilî gotinên wê biparêz e.



15.07.2018 14:49 | jifêzagorda

26. wêje dehfdana sînorên ziman e, yanî avakirina hevokan e ku hem rêziman pê neêşe hem jî ne ji rêzê be.

wêjevanek mîna çûkekî di serê lûtkeya ziman re nikaribe bifire, helbet nikare rê û rêçikên nedîtî jî gilî bike. îro ro xebatên kawa nemir li holê ne û xebatên yildiz çakar a gilî û gazîndeker li holê ne.



15.07.2018 22:34 ~2018.07.16 15:10 | bijîmillah

27. herî dawî min li ser înstagramê dev ji şopandina wê berda..

kes nawêre bêjê serê sola te xar e.
hema heta ji sîha xwe ra jî şerr dike.
meriv dibê qey ev jinik sal danzdeh mehê xwedê bi zar e.



19.08.2018 12:46 | bûtîmar

28. Nivîskareka bakury ye ku ez wê Berlînê nas dikim



19.08.2018 15:19 | peshraw

29. Di dawiyê de pirtûka wê ya bi navê "Ev Rê Naçe Bihuştê" der çû. Min wê bi pirtûka wê ya bi navê Gerîneka Guernîcayê nas kiribû. Helbestên wê jî xweş in.



28.03.2019 13:47 | hesinkar

30. sala derket bi heyecaneka mezin min dest bi romana wê gerîneka guernicayê kir lê mixabin piştî sî çil rûpelan min nekarî bixwînim. romana wê ya duyem ev rê naçe bihuştê zaf meraq dikim.



28.03.2019 19:51 | henûn

31. nizam, carna şerm dikim ku min heta nika tu pirtûkên vê xanimê nexwendine.



29.03.2019 00:08 | serhednişîn

32. Li gorî

Helbestkar û romannûs.

Di sala 1978’an de li amedê ji dayîk bû. Di temenekî ciwan de di rojnameyên bi Kurdî û Tirkî de peyamhênerî û edîtorî kir. Helbestên wê yên ku di navbera salên 1999-2003’yan de di rojnameya azadiya welat û kovara jiyana rewşenê de hatibûn weşandin di sala 2004’an de bi navê goristana stêrkan bûn pirtûk. Beşek zore ji helbestên wê li ser hestên mirin, sirgûnî û hîçîyê ne. Çakarê, ji bilî du pirtûkên xwe yên helbestan, pirtûkeke kurteçîrokan, ansîklopedîyek li ser çand, dîrok û erdnîgara Amedê û nivîsên pexşanî yên ku bi navê leylanok li ser deqên avestaya pîroz hatine sazkirin û romanek nivîsîne. Yildiz Çakar li Başûrê Kurdistanê, li Tirkîyeyê û li Ewrûpayê der barê helbesta Kurdî ya nûjen, cîyê jinên Kurd di wêjeya Kurdî de û deng û rengên jinan di kilamên dengbêjîyê de beşdarî panel û konferansan bû. Çakar yek ji endamên damezirîner ên yekîtîya nivîskarên kurd e û şeş pirtûkên wê hatine weşandin, ku pênc ji wan wêjeyî ne. Hinek helbest û nivîsên Çakarê bo Tirkî, Erebî, Almanî û Îngilîzî hatine wergerandin û di hinek weşanan de belav bûne.

Berhemên wê:

Helbest:

goristana stêrkan, Weşanên Elma, 2004

derî, Weşanên Avesta, 2012

Kurteçîroka senaryoyan:

ala, Weşanên Yekîtîya Nivîskarên Duhokê, 2008

Roman:

gerîneka guernicayê, Weşanên Lîs, 2016

ev rê naçe bihûştê, weşanên lîs, 2018

Lêkolîn, gotar û bend:

amed erdnîgarî dîrok Çand, li gel Amed Tîgrîs, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Amedê, 2012

leylanok, Weşanên Avesta, 2014

Xelatên ku wê wergirtine:

Xelata Kurteçîrokên Filîman a NÇM’ya Stembolê bi kurteçîroka xwe ya bi navê Pelweşîna Li Biharê

Xelata Tîrêjên Zînê bi kurteçîroka xwe ya bi navê Zayîna Çewt

Xelata Mûsa Anter bi helbesta xwe ya bi navê Tu


Çavkanî: kurdîlit, pirtukakurdi.com û wîkîpediya


Têbinî: helbestvan û nivîskara ku heta niha min berhemên wê nexwendiye ye. Lê li jor kes agahî der barê wê xanimê de nedaye. Ev jî bû peywirek ji bo min.



30.06.2019 10:16 ~10:20 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
belki ev jî bala te bikişînin
» yildiz tîlbe

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî