1. li îro seat 08:53 an de li bajar e xoyê a alê rojhilatê erdhejeka pile ya wê 5,9 qewimî. |
|
23.02.2020 12:38 |
golikvan
|
2. Doh şev milet li wanê bi tirsa (bnr: coronavirus)ê razan û vê sibê jî bi erdhêjê hişyar bûn. |
|
23.02.2020 13:45 |
lehî baranyan
|
3. Li geverê de me. Berê erdhêjê Nêzî bîst deqe berê di xew de çû bûm. Min tiştek nedît. Lê hevalê min dibê gelek hejîya. li gor gotina nûçeyan 9 kes mirîye û 37 kes jî brîndar in. Xwedê alîkarê xelkê me be. Derbasî be. |
|
23.02.2020 14:42 ~14:49 |
kajav
|
4. di eslê xwe de ne li wanê lê li îranê pêk hatiye lê mixabin li wanê jî bûye sedema mirina 9 kesan. |
|
23.02.2020 22:57 |
simurg56
|
5. Weke piraniya erdhejan yên mirine û zirar jê dîtine ne ji ber erdhejê lê ji ber feqîriyê ye. Di dîmenan de jî xuya dike, bi piranî xaniyên axî ne. Û bi hewlên gundiyan kavilên xaniyan tên rakirin û yên di bin de mane tên derxistin. Ne xema dewletê ye ji ber ku ne xema raya giştî û civakê ye. Kurd di nav sefaletê de dijîn û wisa jî dimirin. |
|
24.02.2020 22:41 |
endazer
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |
|
renas kaya [1] |
|
keloş [1] |
|
keloş [2] |