1. Bûye sedema mirina 4 (rojane:35) kesan. Ji ber ku wê gavê ez di rê de bûm, haya min pê çênebû lê dema hatim ber derî, min dît ku herkes ji avahîyê direvin. Min jî zarokan girt û em derketin. Aha bû ev saet û em vegeriyan malê. |
|
24.01.2020 22:53 ~2020.01.26 13:43 |
simurg56
|
2. Xwedê alîkarê wan be. Zehmet e. Li gorî rasetxaneya Di şîdeta 6,8 de bûye. |
|
24.01.2020 23:00 |
oceancr
|
3. Em Li Amedê de jî gelek hejîyan. Li serşokê de bûm pêşî ceyran çû êdî erdhêj di bin mejîyê me de xwecîh kirîye. Min fêm kir erdhêj e. Şikir ji Xwedê deme erdhêjî de min cilê xwe li xwe kiribû, porê xwe ziwa kiribû :d birê min pismamê min hama bê pêlav revîyan derveyê. Min hemû cilên xwe li xwe kir piştre derketim. |
|
24.01.2020 23:31 |
kajav
|
4. Li Amedê li taxa ku rûdinêm pêşî ceyran çû. 20 deqe filan şûnde dengê ku ji şaneşînê hat mi go qey yek ketiye ser şaneşîna mi. Lê dûra çilo mi fêm kir ku zelzele ye bi şimik reviyam derve. Zelzeleyeke wilo pîs di 98an de li edenê hatibû serê mi. Ew travma hîn jî derbas nebûye. |
|
25.01.2020 11:32 |
yusiv hemed
|
5. erdheja herî mezin bû ya van salên dawîn. hejmara miriyan gihştiye 21ê. wê zêde jî bibe. heta niha tê zanîn ku 30 avahîyî hilweşîyane. |
|
25.01.2020 11:43 |
simurg56
|
6. Tu amadehîyekê wan û dewletan wan jî tunebû dîsa me ev rastî jî dît. |
|
25.01.2020 15:01 |
brzn
|
7. Erdheja ku li bajarê min pêk hatiye. |
|
25.01.2020 15:12 |
cinorek
|
8. Em ketin derdê dewleteke xwînmij. Bi salan e ku ew baca erdhejê berhev dikin. Û lê dîsa jî têrxwarin li wan nîne. Rebî kerafîyê bixwin. Û dîsa gava qeda an belayek diqewime mirov dibîne çi amedekarî wan nîne |
|
25.01.2020 19:51 |
oceancr
|
9. Demjimêr 20:55 da pêkhat.. Gava erdhejî çebu Ez li wargeha xwendekaran (pansiyon) de kata heftê de bum. Cixareyê xwe dikişînêbum û erdhejî dest pê kir. Tu tişt nehat destê min , li ser merdîvana cîhe xwe da nikariyam tev bidim , ev rewşêda sekinîyam û hetta dawiyê erdhejê cihê xwe terk nekirim. Piştî erdhejê baz dam derketim dervayê. Erdhejîyek mezin bu şikir ji Xwedê bê zerar derbas kirim |
|
25.01.2020 22:48 |
lonw karda
|
10. Erdheja ku li Mêrdînê min li mala birayê xwe sehkiriye. Bi Xwedê ez tirsiyan çima derewan bikim. Xwedê alîkarê mexdûrên erdheja bike. |
|
25.01.2020 23:21 |
xabûrî
|
11. Erdhêja ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Rojavayê hatî hîskirin e. |
|
25.01.2020 23:31 |
lehî baranyan
|
12. erdhejek gelek mezin e. |
|
26.01.2020 11:17 |
brusk56
|
13. ardhej a kû nava gel da pirsa elazîz bajerekî kurda ye an ya tirk a ye derxistîye holê.li roja ardhej çebuye li tirkiyê ser google herî zêde elazığ kürt mü hatîye lêgerîn. |
|
26.01.2020 12:40 |
golikvan
|
14. bobelata ku li me nîşan da ku ev dewlet nikare krîzek mezin îdare bike. îro jî jinek û zaroka wê ya 2.5 salî ji bin kazilan sax hatin derxistin. destên wan sax bin lê xuya ye hejmar an jî derfetên wan ne bes in. ji ber ku ev bû nêzikî 2 rojan ku bûyer qewimî. eger têra xwe tîm û derfet hebûna, wê di nav çend 12 saetan de hemû kesên zindî hatibana derxistin. |
|
26.01.2020 13:43 |
simurg56
|
15. Erdheja ku 120 milyon însan hejandin . |
|
26.01.2020 19:48 |
gumgumok
|
16. Erdheja ku bi serê gelê xarpêtê ve hatîye |
|
26.01.2020 20:05 |
tîrêj zana 21
|
17. ez wê şevê di rê de bûm. pişt re hîn bûm piştî ji navçeya sîvrîceyê ku wek navenda erdhêjê tê destnîşankirin derbas bûme deh deqeyan erdhêj çêbûye. bi qewlê ekşiyê şansa yaşıyoruz ;) |
|
27.01.2020 00:15 ~2022.01.13 12:15 |
endazer
|
18. Ev nivisa xwarê 6 roj beriya erdheja el ezîzê min nivîsand min got ezê bitirşikînim cardin min got berê jî min tiştê wiha gotibû min iddîa kirubû ku kerametê min hene.. û pêk natibûn ez bûvûm virek û derewîn û şîzofrenê we |
|
28.01.2020 23:59 |
telebê hz mêdî
|
murat bektaş [1] |
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |