1. Îsal bi biryara şaredariya stenbolê dersên Kurdî yên li ismekê li xwendingehan were pêşkêş kirin. |
|
15.01.2020 20:40 ~20:47 |
cinorek
|
2. yek ji projeyên îmamgolu ye. |
|
16.01.2020 21:28 |
simurg56
|
3. (bnr: dersên kurdî yên ismekê) |
|
16.01.2020 21:48 |
cinorek
|
4. Derfetekê mezin e dîsa li ber gelê kurd ku bikaribin baş bi kar bînin û zimanê xwe hîn bibin. Lê belê wisa xuya dike ku ew ê pirtir bibe cihê çepgirên naîf ên turk ku dixwazin çend peyvên kurdî biaxivin!! |
|
17.01.2020 15:35 |
bayê kurdo
|
5. Şaredarîya mezin a stenbolê seba ku kontenjan têrê nekir û teleb zêde bû li Uskudarê jî qursa Kurdî vekir. |
|
18.01.2020 10:36 |
cinorek
|
6. Mi bi xwe jî di hesaba ya civakî de parve kir lê divê bibejim ku em kurd bi belavkirina vê nûçeyê, qedexeya perwerdeya bi zimanê dayikê meşrû dikin. Projeyeke dewleta dagirker e u dewlet ji me re dibeje em nahelin hûn di dibistanan de bi zimanê xwe perwerdeya xwe bikin lê hek we bivê herin zimanê xwe di qûrsa da fêr bibin. |
|
18.01.2020 13:35 |
yusiv hemed
|
7. Divê yên li Stenbolê dijîn serî lê bidin ku heta pergal bixetime û herwiha gelek mamosteyên kurdî jî bibin xwedî kar. Bi hezaran mirov bi milyonan mirov daxwazên xwe yên meşrû bbînin ziman |
|
18.01.2020 16:54 |
oceancr
|
8. Gelek Kurd ji Kursên rêxistinên kurdan çavetirsî bûne. Ji ber ku ti kes naxwazê ji kar û mektep û malbata xwe veqetê. Lê dersên ji destê şaredariya chp ne wilo ne. Bê tirs dikarê herê van dersan. J'bo vê yekê ev kurs girîng in. |
|
18.01.2020 22:46 |
gumgumok
|
9. ne qebûlkirina qedexeya zimanê kurdî ye di dibîstanan de ye. berevajî vê, çiqas daxwaz zêde be ji bo qursên wisa, wê di raya giştî ya tirkiyê de ewqas zêde were qebûlkirin, daxwazên kurdan yên ji bo ziman û çanda wan. |
|
19.01.2020 12:19 |
simurg56
|
10. şaredarîya bajarê mezin ya stenbolê li mamosteyên zimanê kurdî (kurmancî û zazakî) digere. ên ku dixwazin beşdar bin dive heta roja 13.07.2021 serî lê din. |
|
12.07.2021 07:30 |
cinorek
|
11. Îro dest pê kiriye. Lê kontenjanên şaredariyê ji ber ku kêm mane, biryardane ku dê mamosteên kurdî bigrin û qûrsan hêj bêhtit mezin bikin.. Here lînkê |
|
09.10.2021 22:27 |
tîrêj zana 21
|
12. îro lê warqilîm ku dê li Uskudar û Beyogluyê jî du qursên nû yên kurdî saz bikin. wellehîn li gor ewqasî serîlêdanên hindik şaredarî çi jê tê texsîr nake. Here lînkê |
|
12.10.2021 14:49 |
asîmanê sêwî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |