Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
pirsên pir tên kirin - tirşik
pirsên pir tên kirin
(12) (3) (36)
di mijarê de bigere

41. ev çareseriyek seyar e.. divê çawa mirov mijareke vedike rûpela dawîn û peyamên dawîn vebin.. eger ez bixwzim ne peyama dawîn lê peyamên dawîn yên vê hefteyê an vê mehê hatîn nivîsandin ez ê çawa bikim? divê çareseriyek temam ji bo vê pirsgirêkê bê dîtin..



10.07.2013 19:17 | endazer

42. ev çareseriya ku ji bo çareseriya pirsgirêka mijarên pir-rûpel tê behskirin çareseriyeke kêm û netemam e.. divê pirsgirêk ji binî ve bê çareserkirin.. ya rast û ya pêwist ew e ku çi dema ez pê li mijarekî aktûel ya ku li layê çepê ya tirşikê bikim rûpela dawîn û peyamên dawîn divê vebe.. wekê din bikaranîna tirşikê û serderîbûn û serwextbûna mijaran wê gelekî zehmet bibe..



12.07.2013 03:34 | endazer

43. pirsgirêkeke din dema ez peyamekî dinivîsim ez bêjim di dawiya peyamê de dixwazim ku li dereka peyamê opsiyona bnr an vbnr an *ekî bikar bînim ev opsiyonên ku ez behsê dikim ji ber xwe de li dawiya peyamê ve tên pêvekirin.. yanî divê ez opsiyona ku dixwazim bikar bînim ji nû ve kopî bikim û li cihê ku ez lê mayîm an dixwazim lê bicih bikim ve bikim an bizeliqînim.. ev jî rê li ber zorî û zehmetiyan vedike..



12.07.2013 03:40 | endazer

44. ez çawa ser gotin bikarim vekim gelo



14.07.2013 23:52 | ehlibeyt seyit

45. pirs: ez çawa ser gotin bikarim vekim gelo



bersiv: sernavê ku dixwazî di qutiya lêgerînê de binivîse, ger berî te kesekî vê mijarê venekiribe wê bişkojkek derkeve û bibêje tu veke.



14.07.2013 23:56 | simurg56

46. mirov tiştan dipirse, pirsan napirse.

pirs pirsandin ji alî vacê ve çewt e.

bi ya min.



15.07.2013 01:40 | gulan

47. li gorî ferhenga me (ku ji ferhenga mezin ya enstîtûya kurdî hatiye standin) her du jî rast in: http://www.turkcekurtcesozluk.com/index.php/term/T%C3%BCrk%C3%A7e+K%C3%BCrt%C3%A7e+S%C3%B6zl%C3%BCk+%28Ferhenga+Tirk%C3%AE-Kurd%C3%AE%29,soru+sormak.xhtml



15.07.2013 01:45 | simurg56

48. Mixabin, sernivîs şaş e, "hogir" di xala duyem de gotiye lê nehatiye rastkirin, ku şaşî neyên rastkirin em mala xwe bar bikin heyran!"pirs nayên pirsîn" "pirs tên kirin" "Pirsên ku pirr tên kirin."



18.07.2013 20:24 | rojgar

49. weke me peyama xwe ye berê de jî gotibû pirs him tên kirin him jî tên kirin.

"li gorî ferhenga me (ku ji ferhenga mezin ya enstîtûya kurdî hatiye standin) her du jî rast in: www.turkcekurtcesozluk.com"

lê dîsa jî li ser daxwaza giştî navê mijarê weke "pirsên pir tên kirin" hat guhertin.



18.07.2013 20:57 | simurg56

50. birêz Andrê Breton bila cigera te çend şîş be.



18.07.2013 22:36 | tivirloismail

51. ez bawerim ku cihê bersiva pirs a minî li jêr e:

pirs: çewtîya sernivîs çewa dikarin bên sererastkirin?



18.07.2013 14:40 | berxêres

52. pirs: çewtîya sernivîs çewa dikarin bên sererastkirin?



bersiv: nivîskar dikarin peyamên xwe biguherînin lê mixabin nikarin sernivîsan/mijaran biguherînin. ji ber ku bin van sernivîs û mijaran de peyamên kesên din jî hene. lê ku ji rêvebiran re çewtî were ragihandin, dikare were guhertin.



18.07.2013 22:46 | simurg56

53. gelo minanî ekşi, uludag an jî itu sozlukê, di tirşikê de jî şopandina nivîskaran heye? yanî meriv bixwaze dikare bibe şopînerê nivîskarekî ferhenga tirşike?



(bnr: şopîner)



18.07.2013 16:01 | seydayê_peyvan

54. pirs: gelo minanî ekşi, uludag an jî itu sozlukê, di tirşikê de jî şopandina nivîskaran heye? yanî meriv bixwaze dikare bibe şopînerê nivîskarekî ferhenga tirşike?



bersiv: mixabin aniha ne pêkan e. lê pêşerojê de çima nebe?



27.07.2013 23:23 | simurg56

55. çima gelo weke di formata kevin ya tirşikê de lînkên dên dayîn nikarin yekcar bên tikandin?



17.08.2013 17:24 | azadixwaz

56. dema ez li ser facebookê an twitterê peyamekî an mijarekî ya tirşikê parve dikim di bin parvekê de logoya egesözlükê dixweye.. gelo çima logoyek ji bo tirşikê nayê çêkirin?



17.08.2013 17:27 | endazer

57. lînkên ji derve yên di tirşikê de çima ne çalak û berdest in gelo

hilbijêrka statîstîkên tirşikê û hilbijêrkên din ên deaktîv wê kengî berdest bibin gelo..

gelo çima di çapemeniya kurd ya wekê anf û azadiya welat û rûdawê de reklama tirşikê nayê kirin.. pê nehesane an tirşikê ji nedîtî ve dihesibînin.. bi taybetî jî hevalên ku her nûçeyeka van rojname û malperan wekê ayetên pîroz yên jordehatî qebûl dikin gelo çima ji bo danasîna tirşikê ya di van rojname û malperan de hewl nadin an hewl didin gelo?..

û çima wek hilbijêrkekî rist û rêzikên format û konsepta tirşikê li cem hilbijêrkên wekê îro û duh û tevlihev û kul û derdê nayê dabînkirin.. û çima gelek heval derî formata tirşikê de dinivîsin.. û çima gelek heval ji dêla ku agahiyan derheqê mijaran de bidin kezeba xwe li çend feqîrokên wekê kemal burkay û ibrahim güçlü û muhsin kızılkaya û nizanim kî û ne kî hênik dikin..



17.08.2013 17:37 | endazer

58. pirs: dema ez li ser facebookê an twitterê peyamekî an mijarekî ya tirşikê parve dikim di bin parvekê de logoya egesözlükê dixweye.. gelo çima logoyek ji bo tirşikê nayê çêkirin?



bersiv: mixabin min aniha nekarî logoyê bi ya tirşikê re biguherînim. lê min ya ege sozlukê jî rakir. êdî logo mogo nema.



17.08.2013 22:32 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsên ku dayik ji zarokên xwe yên li xerîbiyê dipirsin
» pirs
» têneper

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî