Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
di kurdiyê de li şûna pitikê peyveke din hebûya - tirşik
di kurdiyê de li şûna pitikê peyveke din hebûya

Navê mijarê ya ewil ev bû:kurdî de li şûna pitik peyvek din hebûya
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. daxwaza min a ji dil. Çi jî bikim zarokeke nûbûyî nikarim bi vê peyvê hez bikim. ferhenga me zêde nabe alîkar; pitik, bebe, bebek, zarok (ji bo kesê ku lebatên wan ne li gorî jî û temenê wan e, tê gotin)

bebek jixwe tirkî ye.



05.06.2013 11:35 | simurg56

2. sebî heye li aliyê amedê ji bo zarokên berşîr tê bikaranîn.. wekê din li cizîrê dayîk ji bo zarokên xwe yên berşîr dibêjîn dergûş jî..



05.06.2013 16:38 | endazer

3. ez bawer im hitû jî tê bikaranîn.



01.07.2013 19:17 | simurg56

4. peyva dergûş ez jî dibejirînim û ji min peyveke xweş û li cih de ye û tê bikaranîn jî.



01.07.2013 22:14 | azadixwaz

5. çilî. ev jî heye. li farqîna amedê ev jî li kar e.



17.11.2013 23:52 | ceso

6. peyva ku ji ber ku kurdî di nav zimanên hînt ewrupî de ye bi awayî çêbûye.

çawa yanê ? îngîlîziyê de ji bo pitikan dibêjin "it". ê pitik jî mirov encax bike navê sayê xwe * * **



18.11.2013 01:50 | brusk56

7. DAXWAZEKE Lİ CÎH E. KÊFA MİN JÎ Jİ PEYVA PİTİKÊ RE NAYÊ.

GELO MİROV BÊJE bebİk NABE?



17.12.2013 17:38 | oxir

8. ezbenî hûn ne mehkûmê peyva pitikê ne. hûn dikarin peyvên wek zarok, tifal, mişo, hito bikarbînin.



17.12.2013 17:49 | nan û av

9. Peyva bebik dibe. Lew ev peyv jixwe aryanî ye (bnr: baby). Bi qasî ku dizanim koka peyvê "beb" û qertaf û pêveka -ikê jî jixwe qertafeke kurmancî ye. Ev qertaf peyva ku pê ve dibe wateya biçûkkirinê didê. Herwekî law-ik, keç-ik, jin-ik... Anku bi kurt û kurmancî esl û feslê peyvê ne tirkî ye. Tirk herdû peyvan jî bi kar tînin anku "bebe" û "bebek". Bi îhtîmalek mezin tirkan vê peyvê ji îraniyan ( yanî kurd, faris, belûcî... De êdî kîjan be) wergirtiye.



17.12.2013 17:52 | ceso

10. Erê yaw ev pitik dema dibihîsim pirr bê kêyf dibim nizam çima.Li gor min peyvek ne baş e.Dema dibihîsim ez error dibim.



30.03.2019 18:04 | brzn

11. pitik çiye ne ne go kitik.
em jê re dibêjin hiçik.



26.05.2020 10:14 | hespêsor

12. (bnr: sava)



06.03.2022 22:22 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» şûna yekî din fêhê bûn
» pitikê ku ji ber stranê digrî
» dinyager

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî