1. ew komxebat e ku ji alîyê baroya amedê û weqfa mezopotamyayê ve hatî avakirin. du salan zêdetir ajot. di nava komxebatê de parêzer ji mêrdîn, amed û cizîrê hebûn, zimanzan ji her deverê hebûn. komxebatê pêşîyê sê çar civînên navxweyî çêdikirin paşî jî civîna giştî; di civîna giştî de ji başûr parêzer û zimanzan tevlî dibûn, ji rojhilatê welêt du heval tevlî dibûn. bi vî awayî du sala komxebarê dewam kir û niha berhema vê komxebatê ferhenga têgihên hiqûqê çap bû, di demek kin de wê derkeve pîyasê. ferheng têra xwe dewlemend e, beşa ewil Kurdî Kurdî ye, yanî têgih û pênaseya wê û hevokek mînak, beşa duyem jî têgih, Kurdîya wê, ingilîzî, farisî, erebî û tirkîya wê heye. |
|
17.12.2019 22:37 |
xendekî
|
2. Pirtûkekê ji bo zimanê hûqûqê hatîye amade kirin.Bi xêr be.Weqfa mezopotamya karên pir hêja û grîng dike.Ji bo pêşeroj û têkilîhên kurdan pir baş e. |
|
18.12.2019 00:51 |
mêrxasê serhedê
|
3. Xebatek gelek hêja ye. Demek dirêj e haya min jê heye ku keda ku dane, kêm zêde dizanim. Bi qasê zanim pêşîn bawer kirine ku wê bikarin gelek peyvên ji başûr hîn bibin lê paşê pê hesîyane ku li başûr hemû têgeh bi erebî ne. |
|
18.12.2019 20:45 |
simurg56
|
brusk99 [2] |
|
hêklo meklo [1] |
|
payîzava [2] |
|
kylian mbappé [1] |
|
zwilling [2] |