Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
rojava - tirşik
rojava
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. dema tu bere xwe didî bakur mile raste ye.

(bnr: rojavaya kurdistanê)



05.06.2013 08:58 | brusk56

2. parçeya kurdistana dimîne nava sînorên surî de.



05.06.2013 15:14 | azadixwaz

3. Çavkaniya hêviya 4 perçeyên kurdistanê.



05.06.2013 16:40 | hogir

4. divê kurd ji rojavayê kurdistanê re "rojava" bibêjin, yên ku kurda naxwazin dibêjin " kuzey suriye "



25.07.2013 16:51 | botan2

6. wek nêzikê zimanê me ye.gava rohahitv temaşa dikim qet jê aciz nabim



25.07.2013 17:10 | fizikzan

7. Ew perçeya Kurdistanê ya ku ji vir beriya salekê jî di bin dagirkeriya dewleta Sûrî de bû û niha jî bûye hêviya azadiya hemû Kurdistanê.



25.07.2013 18:10 | mamo

8. Divê hemû parçe tevlî seferberiya parastina Rojava bibin...



02.08.2013 07:07 | singundiki

9. seba ke o het ra roj şino awan, cora rojawan vajîyayo.



08.09.2013 23:56 | kurdane

10. Jı her çar perçeyên kurdistanê parçeyê herî biçûk e li dora çar milyon kurd li ser vî parçeyê kurdistanê dijîn û vêga ji bo azadiyê di şer de ye înşallah di demekî kurt da ewê azad bibe hewce ye ku hersê parçeyên din ên kurdistanê pê ra bin



10.09.2013 15:15 | ahmet_amed

11. ji çar perçeyên kurdistanê perçeyêke kû kurdên li bakûrê tera xwe alîkarî şan nedan.



28.09.2013 15:12 | saladin

12. Kelîmeyek gelek mirov şûna wê dibêje rojawa



16.10.2013 02:31 | mergehez

13. Ji ROJAVA bu ""rojhelat""a welat.



31.10.2013 20:50 | ronida

14. Ji ROJAVA bu ""rojhelat""a welat.



31.10.2013 20:50 | ronida

15. ji îro(09.05.14', 08:15 a.m.) û pê de navê biraziyê kevçiyê dil e û kevçî bûye meta deh biraziyan.

ez xwe pîroz dikim*



09.05.2014 16:42 | kevçiyê dil

16. têgiheke ku bêtir ji bo dewletên ewrupayî tê bikarhanîn..rojhilata navîn û rojhilata wê jî wekî rojhilat tê nasîn.

Mixabin ku me, kurdan, dewleteke li beşekî dagirkirÎ ji kurdistanê bi vî navê çêkir.

Kû de wî beşî rojavaya kurdistanê ye û kû de ne wisa ye partyên me dizanin lê xwe li keritî datînin.



09.05.2014 21:51 | dijber

17. navê straneke xweş a grup munzur-ê ye.





09.05.2014 21:54 | oxir

18. li seranserê kurdistanê bûye navê gelek şîrketên ticarî, rojava înşaat, rojava döner..

rojava döner; https://www.facebook.com/photo.php?fbid=755030084558939&set=a.110687428993211.13170.100001558625674&type=1&theater (wêne li bazîdê hatiye kişandin, ew qurdeleya reş ya li ser tabelayê jî mirov heyirî dihêle..)

rojava înşaat; http://www.odatv.com/n.php?n=rojava-sitesinde-havuz-keyfi-1607141200



22.08.2014 23:03 | endazer

19. têgeha ku êdî li her derî ji bo rojavayê Kurdistanê tê bi karanîn e. ji xwe êdî ti kes peyva Kurdistanê bi peyva rojavayê ve nakê..



22.08.2014 23:30 | nan û av

20. li amedê avê sîteyeke apartmanan e.



22.11.2014 16:51 | simurg56

21. êdî ew nav gÛherÎ û bÛ:

(bnr: sûriya demokratîk)



25.10.2015 18:13 | kaşanî

22. piştî ku artêşa azad ji ezazê ber bi rojhilat ve diçe, xetereyên li ser vê herêmê zêde dibin. hingî ku dixwazin jî hê jî amerîqayê rê nedaye ku ypg menbic vegire. ev ne elametên xêrê ne.



08.04.2016 23:23 | azadixwaz

23. Bi hêvayê rizgarbûna welatê bav û kalên me...her bijî KURDISTAN



13.07.2016 19:39 | sadiq

24. dibêjin vê heftiyê, dewleta tirk wê b dewleta surî re rûne û di vê rÛniştinê de, îraq û îran jî wê beşdar bin. yanî dijmin û xêrnexwazû dagirkerên kurd û kurdistanê ku ev çi qas bû ji ber berjewendiyên xwe ne li hev bûn, wê dîsa li hev bên û li kurd û kurdistanê bên xezebê.

heyf e ku di vê valahiya siyasî de kurdan nekarîn li ser armancên neteweyî bigihin hev û siyaseteke neteweyî bidin pêş xwe.



13.07.2016 19:43 | endazer

25. Eger kurd bibin yek ti kes nikare cilodarê wan bibe ku mixabin em ne yek in...



13.07.2016 19:51 | sadiq


27. dema tu berê xwe didî bakur milê çepê ye.
dema tu berê xwe didî başur milê rastê ye.



03.09.2017 20:38 | nestêle

28. maşelleh bûye hema bêje nîvê sûrî. êdî em jî ji xwe re dibêjin, heyran we xêr e, hûn heta kû derê herin?
berî çend salan, me tiştek wisa xeyak jî nedikir. lê baş e, çiqas bikarin bila ewqas erd vegirin. piştî şerê daîşê û muxalîfên cîhadker xelas bû, di destê wan de çiqas ax hebe wê bi sûrî re bazarek ewqas serkeftî bikin.
ya herî baş ew e ku bi berdêla reqqa û deyrezorê, heta behrê korîdorek teng be jî were vekirin. heta di makezagonê de mafê derbasbûnê jî were dayîn bes e.



24.10.2017 23:03 | simurg56

29. Navê strana Rotînda

(vîdeoyê veke: )



25.10.2017 13:32 | alîşêr mordem

32. welata ku %90 a wî ne kurd in û êdî bûye bakurê suriyeyê



25.10.2017 19:28 | mindal

33. Nêrîneke balkêş
Keremkin
Here lînkê



12.05.2020 05:58 | afa

Hemûyan Bixwîne