Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
hanî mûctehîdî - tirşik
hanî mûctehîdî
(9) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. şahbanû û keybanûya mûzÎka kurdî..

li bajarê sinê yê rojhilatê kurdistanê jidayîk bûye û li wir mezin bûye û lêre çûye dibistanê.. bi qasê ku ez dizanim anku min ji foruman xwendî di sala 2004'an de ji ber ku nekariye ji ber qanûnên rêgir û astengker yên komara îslamî ya îranê hunera xwe îcra bike welatê xwe û du zarokên xwe bicih hiştine û li almanyayê bicih bûye.. çi bi dengê xwe yê az û tijî û nazik û narÎn be û çi jî bi gotinên xwe yên têrwate yên stranan be û çi jî çeşnê mûzîka xwe ya modern be tu şik tê de nîne ku stêrka siberoja mûzîka modern ya kurdî ye.. heta niha bi navê (bnr: pêlîstank) û (bnr: sengî hawaran) du albûmên ciwanikê derketin e.. mûzÎka wê ne tenê ji hêla kurdên bajarî ve lê ji hêla xelkên din ên îranê û yên cîhanê ve jî tê guhdarîkirin.. par sersalê derketibû ser kanala bbc-yê şaxa farisî û ji stranên xwe yên xweş ahengek li dar xistibû..

ji xwe hewce nake ku ez behsa cezb û çelengî û bedewiya wê bikim.. wekê kêm kesên li ser rûyê erdê ji bo bedewiyê wek nimûne hatiye xuliqandin..



20.07.2013 15:54 | endazer

2. (bnr: hanÎ)



17.09.2013 12:21 | cinorek

3. di nav kurdên bakur û rojava de ewqas newe naskirin jî li rojhilat û li başur pir bideng e. pir maqyajê dike ez çiqa di video de dibînim nas nakim.hûn ji fermo meze kin ka me ez mafdar im an na

(youtube:

)

(youtube:

)

(youtube:

)



03.11.2013 22:16 | diljan

4. stranbêja xwedana degeke zîz û lerzok e. bi xêra hevkariya digel hindek shairan albûma wê ya dawî (pêlîsitank) ne tenê bo muzîkalîteya xwe belku bo helbestan jî pir serkeftî ye.

dibê: "herdem û gavan, hêzîra çavan, te'z xistim dawan, li nav xeyalan"



03.11.2013 23:24 | gordereş

5. yenga weye.









ay ay ay ay.

deşnî murad guhêkî min bimijîya, hanî guhê din bimijîya çi dibu ya rebbî?



26.11.2013 19:01 | xurufi

6. heke lêvên wê ne sîlîkon bin; di nav xweşiktirîn stranbêjên kurd de, listeya top3 de duyemîn e.



20.03.2014 14:36 | kevçiyê dil

7. YEK JI xWEDAWENDÊN MÛZÎKÊ YE.

http://youtu.be/4AJBKclnGrM



02.04.2014 18:56 | seydayê_peyvan

8. niha li jêr vîdeoyeka wê ya li ser youtubeê liqayÎ vê şerh û şiroveya xwe hatim..



'xwezî bi wî ku bi dengê te yê xweştir e ji awazên qaz û qumrî û qulingan hişyar dibe..'





#at=130



14.04.2014 12:33 | endazer

9. navê ku dema tirk wê, weke paşnavê ehmedê xanî bi kar tînin, hişê min jê diçe.
(bnr: kurt yazar ahmede hani)



15.04.2014 20:09 ~2019.11.28 18:29 | simurg56

10. yek ji wan stranbêjan e ku çaverê me ji bo albûmên wan ên nû..

dijmêrim ha îro ha sibe ha îro, bi çi xwe, bixapînim, nizanim nizanim nizanim.. *

û min gelek dixwest rojekî li diyarbekrê, li derekî wekê xana zêlûyan ji wî dengê xwe yê xweş û ji wê spehîtayî û levhatîbûna xwe ya bêqisur zêw û ziyafetekî bide..



06.06.2014 12:10 | endazer

11. straneke wê heye, wiha dibêje:

"min deryay bêreng, to asmanî geş"



tee! çi gotineke zalimane ye!..





31.12.2014 12:59 | terkexem

12. (bnr: xweşiktirîn jina kurdistanê)

Hunermenda delal û serkeftî... Xweşiktirîn jina kurd... Qet nebe li ber dilê min wisa ye. Jîr û zana û hişyar... Lêhaybûn û agahdarbûna ji hemû herêm û hêlên kurdistanê... Kurdistanîbûyî... Kurdîbûyî... Mûzîkeke ku mirov jê re bi dilekî rehet dikare bêje huner û têkilîya bi hunermendên kurd yên din re û û û... Hanî li ber dilê min naqede.

Here lînkê



Ew jina ku ez çi jî li ser bêjim ne zêde ye û ne mubalaxa ye. Piştî vana li ser rûpela xwe ya facebookê parvekirinên der barê kobanê û pêşmerge û gerîla û kurdên îranê dike. Goran e. Bi goranî distrê. lê stranên wê yên ku bi kurmacî jî distrê hene. Û vê strana xweş raberî we dikem.







06.04.2015 12:42 ~2015.04.16 23:41 | ceso

13. HELLY LUV JÎ XWEŞİK E LOO



06.04.2015 13:24 | mîrzayêbiçûk

14. Hermeta ku bi agahdarkirina kekê ceso min ew naskiriye. Niha min projeyek çekiriye ku qet nebe ez pê re qehweyeke vexwim ku vexwarina me bibe bîra ji xwe ceso dê ji qehra hişk bibe



07.04.2015 14:14 ~15:24 | bijêrvan

15. hunermenda xweşkok û xemrevînok. dev û lêvê pir pir xweşik in û helbet mikyaja wê jî. dengê we malum e ne hewceye pesnên wê bidim.



08.04.2015 00:23 | diclefirat

16. bi navê democracy stranek û klîbek nû belav kiriye, ya rastî zêde ne nû ye, belkî ji bo tirşikê. gotinên stranê gelekî xweş in, dengê xanima hanî jî ji xwe pêdivî bi pesn û wesfê min nîne. min gotinên stranê ji ber stranêdeşîfre kirin, belkî xeletînin hebin.



demokrasî tu deng meke

dinyat be deng reng kirduwe

le jêr kerxaney çeksazî

lewê mindalû xewtuwe



serokekan hîç ê melên

ê we dinyatan xarduwe

le bin germey potÎ êwe

lewê mindalû xewtuwe



dîndarekan dengê mekin

dînî baştan firoştuwe

le bêyn şerî xudakan da

lewê mindalek xewtuwa



bi riya planî em dunya

mindalekey day biriştaya

ne çek ne dÎn ne halîwud

hÎç nexşekî tênebûya



xecalet nakêşÎ dunya

ellêy însaniyet mirduwa

siyasetwan îmza mede

lewê mindaley xewtuwa



bêtamtirîn qisey dunya

basî dîmokrasî eka

cengî hêz û dengî bombey

xewnî mindalî kuştiwe



dîndarekan dengê mekin

dînî baştan firoştuwe

le bêyn şerî xudakan da

lewê mindalek xewtuwa



bi riya planî em dunya

mindalekey day biriştaya

ne çek ne dÎn ne halîwud

hÎç nexşekî tênebûya



xecalet nakêşÎ dunya

ellêy însaniyet mirduwa

siyasetwan îmza mede

lewê mindaley xewtuwa



bi riya planî em dunya

mindalekey day biriştaya

ne çek ne dÎn ne halîwud

hÎç nexşekî tênebûya



xecalet nakêşÎ dunya

ellêy însaniyet mirduwa

siyasetwan îmza mede

lewê mindaley xewtuwa







28.07.2016 18:48 | endazer

17. (bnr: hanî democracy)

(bnr: lêgerîn û bawerî)



28.07.2016 22:47 | simurg56

18. dîsa derketiye ser bernameyeka beşa farisî ya bbcyê û bi wî dengê xwe yê xweş sê stran gotine. yek ji wan sê stranan straneke bi navê aşiyane ye ku cara ewil e hanî di vê bernameyê de dibêje. stran bi farisî ye ûeger min xelet fêhm nekiribe gotinên wê yên yekÎ bi navê ferîdûn fûruxzad in. Hêjayî gotinê ye cara ewile ji dengê hanî xanimê straneke farisî guhlê dibim.
ji xwe min hej telafûza farisî nedikir. piştî farisiya wî kerê ku bernameyê pêşkêş dike îcarî li ber dilê min reş bû. û tişteke din ku di vê vÎdeoyê de bala min çû ser tu ji wê cezb û seksapalîteya hanî xanimê nemaye. kirasê li ber, makyaja wê.. tê bêjî qey ji bo bedewî û şirînî û nazenîniya xwe veşêre çi jê hatiye kiriye.
tembiya min lê dev ji eceman û farisî berde û vegere malbavê.
hanî mûctehîdî - aşiyane :



09.05.2017 21:11 | endazer

19. bi navê mirage (bi îngÎlîzî; leylan) stran Û vîdeoklÎbek nû belav kiriye berî niha 4 mehan, lê mixabin ez nû pê dihesim. bi mereq û heweseke mezin min vekir û ber û bala xwe dayê, lê mixabin ligel hemû meyla min a pozîtîf * a ji bo hanî xanimê kêfa min jê re nehat. stran ji xwe ne xweş bû, klîb ji stranê jî nexweştir bû.



lê bi saya vê stranê min straneka wê ya kevn a bi navê emşew keşf kir. dikarim bêjim ku xweştirîn strana bi kurdî ye bi lewnê erebeskê.



13.11.2017 00:27 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» hanî democracy

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî