1. mûzîkjenek kurd e. ji cizîra botan e. di sala 1987an de hatîye dinê. bi strana xwe ya rojbûna te pîroz be di albûma olana bajêr de cî girtibû ku stranek gelek xweş bû. min jî ji wir nas kir. |
|
12.12.2019 21:03 ~21:03 |
simurg56
|
2. Mûzîkjenekî dengxweş e lê bawerim ji bo popûlerîteyê carnan li pey tiştên beredayî dikeve. Divê xêrxwezek jê re bibêje ku dengê wî li stranên tirkî nayê, bes bila xwe bihetikîne. Li cem min qeydeke wî ya konsertekî heye. Di vê qeydê de Xwe li strana filîto lawo ceribandiye. Bi rehetî dikarim bibêjim ku bê qisûr straye. dema dibêje "filîto lawooooooo" dengê wî weke aveke zelal diherike û mêriv ji guhdarîna dengê wî têr nabe. |
|
12.12.2019 23:21 |
xeyda
|
3. Di Reggae'n Botan de rastî dengê wî hatim kêfa min jê re hatê. Paşê min li instagrama wî nêrî beşek ji strana Koma azad - mihtacê te me xwendîbû. A rastî ji solîsta koma azad xweştir û hestîyartir gotîbû |
|
14.12.2019 14:59 |
lîfikê firaxê
|
4. li Cizîrê dijî, ji bilî karê ku pê debara xwe dike illeh muzîkê re eleqedar e; li çend kafeyên Cizîrê stranan dibêje. di şevên taybet de jî gelek cara ew li pêş e. tevlî o ses tirkiye bû, heta radeyekê serkeftî bû, tevlî pêşbazîya kovara ziryabê bû li wir jî serket û straneka wî di albûma olana bajêr de hate weşandin. |
|
14.12.2019 23:48 |
xendekî
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |