1. Kitêba roşan lezgÎn e. bi navê “Ji Bo Kurmancan Bi Awayê Muqayeseyî GRAMERA KIRDKÎ (Zazakî)” ji Weşanxaneya Roşna derketiye. 224 rûpel e û Naveroka kitêbê ji 20 beşên sereke pêk tê. Li dawîya beşan ji bo xwendinê 16 metnên edebî yên kurt ku qasî rûpelekê ne, di kitêbê de cih girtine û di rûpela li hember jî wergera wan ya bi kurmancî heye. Dîsa, di beşa “Di Lêkeran de Rawe” de tabloyên ku têde hemî cihnav hatine bikarînan û demên kirdkî-kurmancî hatine muqayesekirin hene. Herwisa li dawîya kitêbê jî ferhengokek ku têde qasî hezar heb lêkerên xwerû yên kirdkî-kurmancî û tabloya li hemî deman bikarînana lêkerên xwerû heye. Di kitêbê de bêhtir ji muqayesekirina kirdkî û kurmanckî, esas bi alîkarîya muqayeseyê avanî, sîstem û qayîdeyên garmera kirdkî (zazakî) bi tevahî ji bo kurmancan tê nasandin. di warê xwe de xebata yekemîn e. |
|
17.09.2013 02:45 |
kurdane
|
2. xebat û berhemek hêja ye û di vî warî de wê valahiyeke mezin têr û tijî bike.. min bi xwe berî du sê mehan xwest ku bi serê xwe hînî zazakî bibim lê min kir û nekir bi ser neketim.. yek ji egerên mezin yên vê serneketinê tunehiya materyalên dersê bûn.. xwudê hez bike bi vê pirtûkê ez ê cardin xwe li zazakî bişidînim û kî zane belkî di siberojê de ez ê hemû peyamên xwe yên di tirşikê bi zaravayê zazakî binivîsim.. |
|
17.09.2013 04:58 |
endazer
|
3. pirtûkê roşan lezgîn e. roşan lezgîn ji licê ye. lewma kurmancî Jî xweş dizane. pirtûkê ev pir qiymetê jê heye. niha kê ku kurmanc dixwaze zazakî Jî hîn bibe, ji ev pirtûk rê ardim bigirê. |
|
13.09.2014 03:40 |
endazyar
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |