1. Li ewropayê ji alîyê "hunermend" ek ve hatiye çêkirin. Eynî wek hûn fehm dikin çûye ji fêkîfiroşê muzek kirîye bi bantekî pê diwarê kirîye sê heba çêkirîye her yek 120.000 dolarê firotîye. Ew ehmeqe ê ku ji vî karî wek huner nav dikin ehmeqtir e ê ku diçe 120000 dolar dide û dîstîne hezar cara ehmeqtir e. |
|
08.12.2019 13:09 |
azad30
|
2. Rewşa absurdbûn û bêwatebûna hunera vê serdemê dide ber çavan. |
|
08.12.2019 14:32 |
xelîl
|
3. edit: navê mijarê hate serastkirin. |
|
08.12.2019 22:15 |
xendekî
|
4. Muz hatîye firotinê ha ji were |
|
08.12.2019 22:47 |
azad30
|
5. berhema ku xuyaye hinek hevalan şaş fehm kirine* hunermend bi vê berhemê û bi taybetî bihaya wê xwestiye bêwateîbûna hunera vê sedsalê rexne bike. helbet hinekan belkî bi rastî jî wê mûzê kirîbe û ev ne sûcê hunermend e. jixwe di danasînê de jî mêrik gellek qeşmeriyên xwe bi hunerhezên vê serdemê kiribû. |
|
08.12.2019 23:01 |
ceso
|
6. xilasbûna fikirîna hunerî li ewropa. êdî afirandin li wir jî xilas bûye. hemû kes mîrata paşerojê dixwe. heçîyê bixwaze tiştekê biafirîne jî tiştên wisa beredayî dike. belkî jî taqtîkek ya reklamê ye nizanim lê her çibe gelek beredayî bû û ez bikutim mejîyê wî yê 120 hezar dolar dayî wê ecêbê. jixwe yek derket ew muz ji dîwarî vekir û xwar vêca ew ehmeqê 120 hezar dolar dayî wê çi bike? |
|
09.12.2019 02:45 |
lîfikê firaxê
|
7. henekê xwe pêanîna mirovan e bi derewa (bnr: hunera nûjen). li ku derê têgeha hunera modern bibihîsim, bi çargavê jê direvim loma. |
|
09.12.2019 19:12 |
simurg56
|
8. mûza ku ji aliyê hunermendeke din ê performansê hatiye xwarin. piştî bûyerê hunermendê bi navê david datuna tê girtin lê kes nabe gilîkar û wî berdidin. û peyre mûzeke din bi dîwêr ve dikin. min digot qey hunermendê ku mûzê bi dîwêr ve kiriye trol dike lê mêrik bi rastî jî vê yekê ji dil kiriye hhhhhh. hunermendê ku mûzê xwariye jî vê performansa xwe di hesabê xwe yê înstegramê de bi navê "hunermendê birçî" weke berhemeke hunerê parve kiriye. tişta hunermendê diduyan kiriye ji aliyên hunerên performansê ve berhemek e temam e. |
|
17.12.2019 17:25 |
ceso
|
9. Çendayek ev Nûçe populer bû. Lê Tekzen bi awayekî îronî reklamekê xweş dabû. Gotibû "banda ku muza bi dîwar ve dide hilawestin hûn dikarin ji ba me peyde bikin ! |
|
18.12.2019 13:59 |
darînê daryo
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |