Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
8'ê kanunê pêşbirka amedsporê û kirklarelîsporê - tirşik
8'ê kanunê pêşbirka amedsporê û kirklarelîsporê
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Pêşbirka ku sibahî wê li stadyuma dîyarbekîrê pêk bê ye. Amedspor divê teqez biserkeve ku ev her du maçên mayî bigire belkî dikare play off ê bilîze.

Pêşbirk wê seet 14:00 an de destpê bike.
Bîlet pêşîya stadê tê firotinê.



07.12.2019 22:44 | azad30

2. pêşbirka ku ji bo di lîgê de mayînê giring e. ez îhtîmala playy-off'ê nabînim.
amedspor tenê di maçên hûndir de puan distîne.
ji xeynî vê maçê maçek tenê ma di dewreya ewil de ku ew jî di deplasmanê de li hember İnegölspor'ê ye. divê em qene maça li mala xwe de bistînin, ku ji xetereya ji lîgê ketinê xelas bibin.



08.12.2019 00:17 | brusk56

3. Dewreya ewil 0-0 e. Amedspor bi bandor dileyze lê nikare pozîsyonên bi xetere dest bixe. Êdî ma dewra duyem. Ya bi'xêr



08.12.2019 14:50 | azad30

4. Pêşbirk xilas bu. Hemd ji xwedê ra Amedspor 1-0 têk bir. Yigitcan golboyu ku xuleka 85 an ketibu lîstîkê di xuleka 90+2 de gol avêt û Amedspor 3 puan bi zehmetî be jî girt. Nêzî 20 hezar alîgir hatîbu. Bi hatina golê re keyfxweşîyek mezin çêbu. Înşellah bibe sedema play off ê.



08.12.2019 16:08 | azad30

5. maça bi serkeftina amedsporê qediyayî.

-- hejmara temaşevanên li stadê li dor 10-12 hezaran de bû. li gorî tîmekî ku di lîgek wisa beredayÎ de ye Û di rêza 14'ê de ye, gelek gelek baş e.

-- amedspor futbolek baş dilîst. tÎma beriya 2 salan anî bîra min. top di lingê me de bû, bi piranî di kontrola me de bÛ lê me nedikarî pozîsyon biafirînin. ji ber ku me tiştên pir zehmet diceribandin. bi pasan em diçÛn heta ber qalê wan Û li wir jÎ di nav 8-9 futbolîstên tîma hember de wenda dibûn. ger me bi orteyan bilîsta bawer dikim wê rewş cûda bûya. ji xwe gol jî bi orteyek hat.

-- bünyamin yürür futbolek gelek gelek baş dilîze. bawer dikim ew ê here tÎmên gelek baştır Û lîgên gelek baştir de bilîze.

-- hüseyin yılmaz ji serî heta ku ji aliyê teknîk dîrektor ve hat derxistin qet nekarî tu tiştî bike. xûya nedikir. heçko ne di maçê de be. şûna wî erkut şentürk an jî bulut wê gelek baştir bûya.

-- piştgiriya aligiran bi rastî jî gelek gelek baş bû. ev maçên dawî ê me li mala xwe qezenc kiriye, hemû saxiya serê aligiran hat kar kirin. di tirûbÛnê de ev kelecan û coş tûne bûya yek ji wan jî nedihat qezenc kirin.



08.12.2019 23:29 | brusk56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 8'ê reşemiyê
» pêşbirka zanînê

Kategoriyên mijarê:: sporfutbol sporfutbol sporfutbol
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî