1. xwarina ku ji bacanên reş tê çêkirin. bacanên reş piranî di tenûran de tê pehtin. |
|
22.06.2013 23:17 |
simurg56
|
2. bi piranî dema ku nanê tenûrê tê çêkirin ji bo şîvê çend bacanên reş jî digel nên di tenûrê de dipêjin.. wekê din li cem me (bnr: cizîr) ji vê xwarinê re dibêjin bacanê şelikandî jî.. çêkirina vê xwarinê hêsan e.. pêşiyê bacanên reş di nêv êgir de dibirêjin paşê bacanên biraştî û pijayî diqeşêrin an spî dikin û navika bacanê ya ku hatiye qeşartin carinan bi kêr û kevçî û carinan jî bi dest hûr dikin û ji hev vediçirînin yanî dişelikînin û paşê wê navika bacanê reş di nêv dohnê sorkirî de cardin diqijilînin.. li gorî nefs û xwesteka dilî mirov dikarê sîrê kutayî jî tevlî vê xwarinê bike.. xwarineka havînî ye û li mala me bi piranî bi meyîrê re tê çêkirin.. |
|
23.06.2013 20:09 |
endazer
|
3. xwarina ku ez îro li ser facebookê di koma zimanê kurdî de liqayî terîfa çêkirina wê hatime ye.. belê fermo: ''Di germahiya tenurê de dihelîsînin û qalikên/qaşilên wî radikin. Dawiyê bi sîrkûtê pêşiyê sîran dikûtin û dieciqînin bi sîrkûtê. Dû re jî sîr û rûn davéjin navê. Kî bixwaze bi wî şeklî dixwe û dixwaze jî hêkan li nav dixin û li ser agir germ dikin. noşî can be.''.. |
|
30.07.2013 00:16 |
endazer
|
4. dîsa li gorî înformasyonên min ji heman çavkanîyî xwendine û wergirtine di zazakî de ji vê xwarinê re dibêjin sogilme û erebên sûrî jî wekê tirkan an tirk wekê ereban jê re dibêjin baba xenûc.. |
|
30.07.2013 00:22 |
endazer
|
5. sorgirme jî tê gotin |
|
30.07.2013 11:37 |
botan2
|
6. Helîse cejnan de ên kodemanê herê ji bo destfirehî dilmezinî xwe bidin nîşanda gundiyên birçî têr dikin! wekê ayîneke nîşandan a desthiladariyê ye. |
|
07.08.2013 22:31 |
kelha bayê
|
7. Aliyê me de helîse ne bi bacanê reş tê çêkirin. |
|
10.01.2015 00:30 |
mîr
|
8. xwarineka mitfaqa ereban e. |
|
24.12.2016 11:36 |
cinorek
|
9. Em dibêjin bacanê biraştî. Bi sîr hêj xweştir dibe li gorî min. Gelek hez dikim ez vê xwarinê. |
|
24.12.2016 12:09 ~12:19 |
rûbar
|
10. bi tirkî babagannuş, bi îngîlîzî baba ghanoush. |
|
30.10.2018 22:01 |
simurg56
|
11. Xwarineke kurda ye. |
|
29.11.2019 22:20 |
azad30
|
12. Em dibêjin ebxenuj an jî ebxanûç. Xwarinek gelek xweş e, hele li nav agirê qurmikan bê çêkirin tehma wê xweşiktir dibe. Li cem me tenê sîr tê li nav xistin ku ne yek du heb, hema pênç şeş heban. Yanî piştî xwarinê ya divê hûn nerin li ba xelkê yan jî divê ji bo bêhna sîrê here, nîv kîlo naneyan bicû :-) ez jê hez dikim. lê tu têkiliya wê bi imam bayildi ya Tirkî tune ye. |
|
30.11.2019 14:12 ~14:14 |
biruya hayao miyazaki
|
13. Di zarokatiya min de xwarina min a favorî bû aniha jî hej jê dikim lê ne mîna berê. Piştre min fêm kir ku dema ez zarok bûm malbata min li gundî de çêdikir. Li gunda li ser êgir bête çêkirin xweştir dibe tehma wê. Bêhna kizirandina ji êgir jî dikeve loma wek ku tu kebabê bixwî di devê te de lezzeteke baştir peyda dibe |
|
30.11.2019 14:20 ~15:05 |
ferhenga şikestî
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |