1. Kesê ku li kargehan (xwaringeh, cafe, pastexane hwd) dibê arikarê mirov ku erebeya xwe li cihekê guncav (musaît) parq bikê an jî ew bi xwe erebeya mirov parq dikê ye. Li Amedê êdî bûye qadeka rantê û hema bêje li ber pirraniya kargehên berbiçav û navdar hene. Pêşiya dikanê wan normal de ne milkê bavê wan e lê wusa muamele dikin ku tê bibêjê qey tu mecbûr î erebeya xwe dera dibêjin parq bikê an jî erebeya xwe bidê wan. Îro li ser rêya 75ê ez çûm goksel tantuniyê. Hê min erebe parq nekîrî min hew dît vale ji derve ve li min îşaret dikê û cih nîşa min dikê. Derî ji min re vekir. Ez çûm min sîparîşê xwe standin hatim. Min nêrî dîsa hat ji min re derî vekir. Hêviya bexşîşê bû. Min tiştek nedayê û ez hatim. Me'dê xwe tirş kir tê bibêje qey min bavê wî kuştiye. |
|
25.11.2019 22:39 ~22:41 |
nan û av
|
2. her wiha vala. tişta tiştek tê de nîn e. mejîyê hin kesa.. |
|
25.11.2019 23:06 |
xendekî
|
3. karê niha li carbekir gelekî populer bûye. karekî baş e û barê mirovan ê lêgerîna cîhekî bo sekinandina erebeyê rehet dike. |
|
26.11.2019 00:37 ~00:54 |
berxweda
|
4. Bi çi qasî ji destê min bê ji wan dûr dikevim. Mesela dema diherim lokantayê erebeya xwe li hember a rêyê de parq dikim. Îmana min ji wan diçe. |
|
26.11.2019 00:42 |
ferhenga şikestî
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |