1. ew destnivîs in ku ji hêla dilşad hîwa û sena hîwa ve li frensayê hatine peydakirin. |
|
23.11.2019 19:01 |
xendekî
|
2. bêhtir hûrgilî di nûçeya rudawê de: Here lînkê 14 hezar rûpelên destnivîsên Kurdî yên kevn hatin dîtin Hewlêr (Rûdaw) - Li Pirtûkxaneya Niştimanî ya Fransayê hejmareke destnivîsîn Kurdî yên kevn hatin dîtin ku ji 14 hezar rûpel pêk tê û sala 1812an hatine nivîsandin. Beşek ji wan destnivîsan weke kitêb ji aliyê du mamosteyên zanîngeha Selahedînê ve hatin çapkirin. Ew mamoste dibêjin, çend destnîvîsên din jî hatine dîtin ku dîroka pexşana Kurdî diguherin. Ew herdu mamosteyên bi navên Dilşad Hîwa û Sena Hesen hevjîn in û li zanîngeha Selahedînê kar dikin. Dilşad Hîwa ku mamosteyê ziman û wêjeya Farisî ye, ji Rûdawê re ragihand, “Ew destnivîs li Pirtûkxaneya Niştimanî ya Fransayê (BNF) destpêka sala 2019an hatine dîtin, karê 5-6 mehan bû. Ji nêzikî 14 hezar rûpelan û ji 26 bergan pêk dihatin. 14 berg bi Kurmanciya xwarê (Soranî) û 12 bergên din bi diyalektê Goranî ya şêwazê Hewramî ye. Ew ên ku bi Soranî hatine nivîsandin, zêdetir bi şêwazarê Hewlêrê ne, lêbelê me nav lê kiriye zimanê yekgirtî yê Kurdî, ji ber ku peyvên Soranî, Kurmancî, Hewramî, Kelhorî û hemû şêwazarên Kurdî tê de ne. Zimanekî gelek xwerû ye.” Dilşad Hîwa amaje bi wê kir ku hemû destnivîsên hatine dîtin çîrok in. Çîrokên welatên Rojhilata Navîn in weke, çîrokên Hezar û Yek Şev û Leyla û Mecnûn. Di wan 26 bergan de tenê 5 berg hatine çapkirin ku beşa Soranî ye, ji aliyê Akademiya Kurdistanê ve 500 heb jê hatine çapkirin. Li gor lêkolînên Dilşad Hîwa û hevjîna wî Sena Hesen, ew destnivîs destpêka sala 1806an ji aliyê rojhilatnasê Fransî Jan Lui Esolan Du Shervil li Qahîreyê hatine komkirin û paşê, bi rêya wî rojhilatnasî ve bi çend wergerekî Kurd hatine dayîn, her li Qahîrê sala 1812an wergera wan bo Kurdî temam bûye. Dilşad Hîwa dibêje, “Ew ên ku wergera wan kirine, navê ti kes ji wan diyar nîne, lêbelê zanîngeha jı Ezherê bûne û mela û feqe bûne. Dilşad Hîwa dibêje, beşek ji karê zehmet, “xwendina xetan bûye” û herwiha diyar dike, “Bi grûp kar li ser hat kirin. 8-6 kes kar hat kirin. Lê ew ên ku karê sereke kirin, Sena Hesen bû, biryara dawîn ya bo her tîp, peyv û risteyan ji aliyê wê ve dihat dayîn ku pispora destnivîsên kevn e.” Niha 21 berg mane bo ku bên saxkirin, lêbelê Dilşad Hîwa dibêje, “Ne destpêk diyar e, ne jî dawî, gelek têkel in, lê em dizanin salên 1806-1822 hatine wergerandin. Li gor plansaziya me, em ê di du salên bê de hemûyan çap bikin.” |
|
23.11.2019 23:55 |
xendekî
|
3. Nizanim çima ev nûçe hema bêje qet nema rojevê de. Tiştek hosa divê em wekî gencîneyekî nêzî bibin lê mixabin li gel giringîya xwe dîsa jî zêde bala xelkê kurd nekêşandîye. |
|
19.12.2019 21:08 |
azad30
|
erdal kayayê tirkan [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |