Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
xelîn - tirşik
xelîn
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. strana ferit sevim e. di albûma olana bajêr de hat weşandin. stranek ne xweş e, ji ber ku efsane ye.
him gotin gelekî xweş in, him şêwe û him jî şîroveya ferît sevîm. di nava heftîyekê de belkî min 50 caran guhdar kiriye.

"Rêyekê bidin nîşаnî min, ez li ser birevim аn ez ê dîn bim.
Difetisim, min аqlê xwe xwаr.
Heçku di mаl de dîwаr, li derve mirov bi ser min de tên.
Fe dikim dаrekê.
Çiqlên wê weke mаrаn, belçimên wê weke аferîde.
Dorа min tijî xwînmij.
Heçî derê ku berê xwe didime xwînmijên dev bi xwîn dibînim.
Xwedê dаm.
Dengê çekаn, bêhnа termаn...
Hîn di serî de ez dîn bûm.
Bê hemdê xwe mezin bûm.
Ji dаyîkbûnê hetа nihа pаyîzeke hаr.
Tevilhev bû serê min.
Mirov gelek bêxem in аn ez ne ji rêzê me?
Xelînа mejiyê min qet kiriye.
Nizаnim rûkenî çiqаs dirêj e.
Heçku yekê gotiye "wey lê Xwedê jê stаndî!"
Mа min çi ji kê kiriye?
Nаvêm derkevim li nаv mirovаn
Çi çаvên bikeve li ser min heçku tê de nifrîn heye.
Êş û elem.
Kî li kîjаn milê dinê kа çi nifrînа dike heçku hemu di min de kom bûne
Min bi kulаfа rûye qet kir
Bi kulmа serê xwe şikаnd
Bi revê binê piyê xwe reş kir
Dаwiyа revê tehtek e.
Ez ê xwe jê biаvem, аn ez ê bimrim аn jî herim destpêkek nû.
Ez çûm"

ferhenga ji bo fêhmkirinê:
fe kirin; Here lînkê
xelîn; Here lînkê





12.11.2019 19:37 | simurg56

2. tişta ku mejîyê min perçe dike. kêfxweş dibim, demek gelek kurt bi ser de diçe xemgînîyek bêwate dikeve di dilê min de. nizanim belkî jî jîyana min û bijartinên min dibe sedem. ferîtê dilan jî bi stranek ya xwe bi vî navî bûye tercimanê hestên min





09.12.2019 02:38 ~19:03 | lîfikê firaxê

3. pirtûka jan paul sartre û strana ferît fevîm e. ger hûn bixwazî bikutî dêrûna xwe pirtûka sartre bi strana ferît bixwînin. berîya 2 salan bi dergistîyê xwe yê hingê re nîqaşek ya min çêbû. min her carê ji hinek rewşên xwe yên dêrûnî re digot ''xelîn''(mînak demek çêdibû ez gelekê kêfxweş û rûken dibûm lê yekten rewşa dêrûna min bêsedem dihat guhertin a rasttir min nedizanî sedem çî ye ez diketim di rewşek melankolîk de û derbas nedibû) wî jî digot ''ji bo ku tû bikarî qala xelînekê bikî divê tû li ser fenomenolojîyê û li ser hebûnparêzîyê têgihiştîbî'' min jî got ''de biteqize qûnek! ma ji bo ku em bikarin rewşên xwe yên mirovî bijîn divê em feylesof bin dqn'' welhasilêkelam ev jî meseleyek bû
sartre li ser winda kirina hesta aîdîyetê di pirûka xwe de tiştek wisa gotîbû: Di nava du bajaran de me: yek min nizane, ya din jî êdî min nasnake'' ferît jî li ser vê tiştê di strana xwe de metaforek wisa bi kar anî ye: Min bi kulafa rûye qet kir
Bi kulma serê xwe şikand
Bi revê binê piyê xwe reş kir
Dawiya revê tehteke.
Ezê xwe jê biavem, an ezê bimrim an jî herim destpêkek nû.
Ez çûm...

neyse ez ê ji vê mijarê bar bikim û herim xwe li mijarek din mijûl bikim an ez jî wê ''bifetisim'' jixwe psîkolojîka min xirab bû ye :/



14.04.2020 05:28 ~05:40 | soryazyus

4. Hin pirtûk henin ku divê ne carê bi caran mirov bixwîne. Ji wana yek eve. Û heger heq neheq pêwendiyek wê bi stranekêve hebe ew strana jî ev e




Rojekî peyva "xelîn"ê were gohê min qet tiştek nê bîra min wê ev strana di mêjîyê min de olan bide. Ê ma sartre ê gewre jî bêtir ev strana aniye ziman ez çi bikim*



18.04.2020 02:06 | rizgarm

5. di kurmancî de bi du wateyan tê bikaranîn. yek xelîna dil e ku wek lihevketina dil jî tê zanîn. di nav axaftinê de wek; dilê min dixele an mehdê min dixele anku dilê min li hev dikeve. ya duyê jî xelîna dest û lingan e ku ji bo derbxwarinên hestiyên dest û lingên mirovan bikar tê. hestiyê laşê mirov dema derban dixwe an dişike, an ji cih derdikeve an jî dixele. bi tirkî dibêjin burkulmak, bi îngîlîzî jî sprain. wek; dema ez birêve diçûm, bi ser lingê xwe de ketim û gûzeka min xeliya.



18.04.2020 03:26 | endazer

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xelîna dilê

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî