Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
ronî war - tirşik
ronî war
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nivîskarekî kurd e. ji mêrdînê ye. di rojnameya azadiya welat de, rojên înîyan bi navê avzêm quncikekê dinivîse. edîtorê weşanên ava yê ye. zimanê wî pir xweş e. Romanên wî na, bes kurteçîrokên wî gelek serkefti ne.



berhemên wî: gurzek çîrok, feqiyê teyran, siyabend û xecê, taher û ziharê



14.09.2013 02:25 | seydayê_peyvan

2. di sala 1969an de li gundekî Dêrika çiyayê mazî hatiye dinyayê. du caran ketiye hefsa amedê.çar çaran nûneriya sendîkaya karkeran kiriye. nivîs û çîrokên wî di rojname û kovarên mîna azadiya welat, tîroj, kevan, nûbihar, kulîlka ciwan, war, dergûş, tîroj, kovara w, ajda, notos, hayal û hwd. de hatine weşandin. pirtûkek wî bi navê "kuyudaki taş" ji hêla çetîn dûra ve wergerî zimanê tirkî bûye.



berhemên wî:



jiyan jê difûriya (çîrok)

bê lome be (çîrok)

gurzek çîrok (çîrok)

hemû çîrok in (ji tirkî werger-çîrok)

kevnedostê min gumgumok (ji tirkî werger-roman)

kuçeçîrok (çîrok)

feqiyê teyran (roman)

tehar û zihare (roman)

mem û zîn (roman)

siyabend û xecê (roman)

behlulê dîwane (berhev)

deftera wenda (berhev)



13.03.2014 17:43 | mergehez

3. ahmet mithat efendiyê kurdan e, malnegirato "yazı makinası (makîneya nivîsê)" ye. ji ber ku weşanxaneya wî (ava) heye camêr pê li gazê dike hey û hey.

rêheval û dostê wî jî, bêguman, lokman polat e.



27.03.2014 20:05 | zero

4. yalan yok, ronî war! *



27.03.2014 20:15 | zero

5. nivîskarê ku sala borî li fûara pirtûkan ya li izmirê ez pê re peyivî me, ye. çend pêşniyar ji min re kir. got li ser zimane xwe serê biêşîne, pirtûkên kurmancî bixwine. li wê derê ez elimîm ku ew jî dêrikî ye. pir kêfa min jê re hat *



27.03.2014 21:02 | mergehez

6. Ez ji çî wî hezdikim ez bêjim? Wexta ku ber êvaran ew û xanima wî bi rûyekî bi ken , çengên wan di çengên hev de ber bi malan xwe ve bi bextewarî ve diçin. Ya reb bênezer!



11.04.2014 05:11 | hemdilaarda

7. Nivîskarê ku îro li standa weşanên ava a li fuara pirtûkan ya izmirê dibişırî û çaya istakan vedixwar. Camêr di salekêde barek pirtûk li xwe zêde kiriye, -em bejin xwedê zêde kê..pirtûkeke wî stand lê min jibîrkir lê bidim îmzekirin, divê siba herim imze bikim; eyb çêbû..



21.04.2014 15:51 | birho_fîlo

8. nivîskarê ku çend roj berê li 19.fuara pirtûkan ya izmirê ez pê re peyivîm.. dîsa weke sala berê ji xwe cihekî pir teng veqetandibû. dema ez çûm hevalê wî ne li wir bû, tenê ji xwe re derdora xwe dinêrî em hinekî ji xwe re peyivîn. felan fîstan Û ez elimîm ku gundê wî balfisê ye ku cîranê gundê me ye. min li pirtÛkan dinêrî û wî ji min dipirsî bê ka pirtûkên wî cm min hebû yan na. min hema digot tune ye Û wî hemû pirtûkên xwe firot min.. * me berî wê qala occoyê beradayî kiribû min gotibû occo mahabad nivîskarek beradayî ye. dema ku ez dikiram ji wir veqetiyama ji min re got maşalê tu ji min re jî nebêjî beradayÎ Û em keniyan Û hew..



29.04.2014 18:23 | mergehez

9. (bnr: nîşaneka baneşanê)

belê ronî war êdî dikare navê xwe bike nîşaneka baneşanê* ji xÊynî vê nîşanekê tu nÎşanekên din bi kar nîne di pirtûkên xwe de !!!!



06.05.2014 01:05 | mergehez

10. nivîskarê hingî sala paştir e mazlumozdogan hîn dibe ku bêtir nêzikê wî ye. heval sala bê hunê mirovê hev derkevin ez bêjim te ha.



06.05.2014 01:26 | azadixwaz

11. Divê ji çîrokan pêve tu tiştî nenivîse



20.12.2014 22:29 | cîncoqo

12. (bnr: dewrêşê evdî û edûlê)



26.04.2015 00:17 | rûbar payîz

13. dibêje, "ez romana dengbêjî dinivîsim". bi vî gotinê xwe ve wekî qala cureyekê taybet/nû di nav romana kurdî da dike.

heta min ji ronî warî bihîst tiştekî wisa neketibû li ber guhê min. qesita wî bi gotina "romana dengbêjî", ez dibêm qey, zimanê dengbêjî ye, gotina dengbêjî ye. pir guhdarîya dengbêjan dike û romanên xwe jî bi dev û hevokên dengbêjan ava dike. gava mirov dixwîne, dibîne ku bihna zimanê resen ji nivîsên ronî warî tê. ji ber vê yekê ronî war nivîskarekî pir biqîmet û birûmet e. di demsala biharê da tê fuarê izmirê.

li alîyê din, romannivîsîna wî hîna di xortanîya xwe da ye. ez hê jî pirtûkên wî dixwînim. tişt jê dielimim, bi rastî kêfa'm ji romanên wî ra tê.


serrastkirin: çend tiştên biçûk (rêziman û hwd)



01.02.2018 14:27 ~2019.08.23 18:32 | mirovekirind