1. hişmendî û kirina mêrane ye ku jinên li hemberî xwe her tim kêm û piçûk dibîne. tiştên ku jin bikin piçûk in, ne girîng in lê heke mêr bikin ew tişt girîngtir dibin. birastî jî li her cih, di hemû têkiliyên civakî yên jin û mêran de mirov dikare vê bibîne. wexta jin û mêr heman karî bikin civak karê mêran bêtir mezin dike ya jinan jî piçûcik dike. û têkiliyên mirovî de mesela di nav sohbetekî qerebalix de jinekê tiştek bêje kes girîngiyê nade lê wexta mêrekî eynî tiştî dibêje ew gotin girîngtir dibe, her kes bala xwe didê. yan jî wexta jin û mêrekî tenê biaxivin, jin tiştekî bibêje mêr bi gotina jinê qayîl nabe, eynî tiştî ew jî dibêje. dibêje qey wexta ew bêje ew gotin tesdîq dibe. |
|
21.07.2019 17:33 |
roza
|
2. Ji peyvên man (mêr) û explain (vegotin, eşkerekirin) pêk tê. Ji bo gotinên mêran ên çewt û zayendperest re tê gotin. Dema mêrek derbarê jinan ango tiştên din de wek pisporek ramanên xwe yên kevneperest bêje, jinek wê gotinê wek mansplaining dibîne. |
|
21.07.2019 19:12 |
xelîl
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |