Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
serûpê - tirşik
serûpê
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. navê xwarineka kurdî li herêma serhedê:



melzeme : Ser û pê, sîr.

çêkirin: Ser û pê baş tên kizirandin û pirçên serî baş tên rakirin. Gelek caran jî ew pirçên serî tên kur kirin. Piştre dikin avê û ew rojekê di avê de disekine. Piştre jî dikin dîzkê û baş dikelînin.



13.09.2013 05:18 | endazer

2. Bela serê min.

Qet ji bîr nakim gelî tirşikvanan rojekê mÊvanê mala pîra xwe bûm. Şîv jî serûpê. Ê min jî îmana min ji serûpê diçe lê çi çare min dît ku tev dixwin ji fedi û şermê min jî dest bi xwarinê kir. Lê tiştek heye gelî tirşikvanan ew zimanê heywan e ku kes nikare bi min bide xwarin. ew çi şerm çi fedî tu hêz nikare bi min zimanê heywan bide xwarin. Ê de neyse me dest bi xwarinê kir hinek şunde min ji teyfika (tebex) ber xwe cîtîkî goşt avêt devê xwe. Tehma wî bi min nexweş hat. te yê sond bixwarana ku gilêz e. Neyse min têdernexist bê ev goşt ji ku dera heywan e. Tam di wê gavê de pîra min jî kir pitepit bê kê goştê wê yê zimanê heywan biriye.!!! *

Ji vê pê ve jiyan ji bo min gellek dijwar derbas bû. De were neteqe. Goştê ku tu herî jê nefret dikî niha di devê te de ye û tu dicûyi. De êdî min heya wî goştê di gewrîya (qirik) xwe de kiriye xwarê min dinya wiyalî dî gelî tirşikvan û tirşikhez û temaşevanên bi qedr û qîmet.



03.10.2013 18:32 | ceso

3. xwarina ku li herêma botan jî navê wê ser û pê ye.

niha min berîya urik û ruvîya kir. xwedê te nehêle.



03.10.2013 19:21 | saladin

4. ez dibêm ku serê kahrê kol be ku bi giya û tirhikên kurdîstanê dermale bûbe û hatibe serjêkirin û li berçemekî baş hatibe şuştin û tenûrekê har de hatibe bijandin û di beroşeke sifir de hatbe kelandin û di̇ taseke bafun de bi pariyek nanê tenûrê û qedehek ava cemidî hatibe servîs kirin aha wê çaxê efiyet û noşîcane. Yana na li herloqente û şorbecîyan jahr û ziqûm û kerrafîye keka.



04.10.2013 01:01 | seydayê_peyvan

5. têr sîr û tîr xweş e. Dermanê şewbê ye. JelatÎn tê de heye û laşê mirov xweşik dike.



29.01.2020 20:13 | oceancr

6. (bnr: kurûpê)



30.01.2020 00:14 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» serûpê

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî