Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ûr û rovî - tirşik
ûr û rovî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê xwarineka kurdî li herêma serhedê:



melzeme : Eynî melzemeyên ku ji bo hûr û rovî ne.

çêkirin: Di şûna yek û yek bê çêkirin, hûr û rovî bi hev re tên çêkirin.



13.09.2013 05:16 | endazer

2. kurd ji bo ûr û rovî diranê xwe dişkênin



12.10.2013 09:41 | newenda

3. (bnr: xwarina herî xweş)



12.10.2013 09:46 | simurg56

4. gava ku ez zarok bum, roja şîva me ûr û rovî buna ez digirîyam û te serê min jê bikirana min qet nedixwar.lê ez a niha jî naxwim.welleh ne xweşe.



12.10.2013 12:18 | morîko

5. wekî sokrates gotî ye: "bi xwe bizanibe, xwe nasbike. hûr û rovî nasnameya me ye!" belê, ev heqîqetekî wek 2+2=4'e.



hêla mêrdîn jê dibêJE hÛr Û rÊvÎ.



http://l1310.hizliresim.com/1g/d/thlcj.jpg



12.10.2013 12:25 | biruya hayao miyazaki

6. yek ev û ya din jî dotmama wê ser û pî... ev her du xwarin bûbûn xewnereşkên me zarokan. êvara ku ev xwarin şîva me bûn, helbet me ji şîvê bêtir şiv dixwarin da ku em werin ser sifreyê



12.10.2013 12:30 | eznelomeezleme

7. xwarina ku hevalê min îro wêneya wê ji min re şand . pir çila min çûyê . qala xwarina nekin livir . em tev xwendekar û birçî û ji mal dûr in. kela dilê me ranekin *



11.05.2014 23:02 | cegerxwîn

8. (bnr: li bombeyên desta)

ser û pê jî tê gotin, ser û pê bihevra û hûr û rovî jî bihevra cihê jî tê çêkirin lê ger ku serî, pê, hûr, rovî û çend cîh goşt li tevîhev be bê çêkirin û de bixwe û de nexwe.. hetanî heştê kîlo davêjî..





18.11.2015 22:35 ~22:40 | shorbevan

9. Xwarina ku di dawetan de ku bi aliyê zavê re bi zor didin xwarin:

"Mişka bînin li erdê xin(2)

Hûr û pizûr para xezûr"



19.11.2015 02:38 | şînşînok

10. Xirtikandina wan zehf zehmet e. Pêşiya heyvekî çûbûm stenbolê cem malbata xwe. Êvarê me ûr û rûvî xwarin. Piştî şîvê diya min got milê min ê çepê diêşe, çawa welê got, dilê min kir kutkut û min bir nexweşxanê ''dil xwe de sağlıkçi me û texmîna min krîza dil e''*

Neysa em çûn acîlê EKG kişandin li xwînê nêrîn filîm girtin tiştek derneket axir Voltaren krem nivîsandin û em şandin malê. Dilê me rehet bû. Min got yadê qey te îro çi kir te mehfûr şuştin? Got na yadê min ûr xirtikandin. Jetona min a heştkoşe go tringg û ket. Diya min wek min destê xwe yê çepê bikartîne..



19.11.2015 03:00 | kevçiyê dil

11. Xwarina ku min îşev xwarî ye. Di kargeha me de xwedê jê razî yeka Cizîrî şevîdî çêkiribû û vê sibehê jî hinek anî ji min re . Demê fitarê min germ kir û xwarin. Ez ser cizîriya re tu kesî nabînim ku ûr û roviyan ewqasî xweş çêkin.



20.06.2016 21:56 | nan û av

12. Dibe ku xwarina ûr û roviyan xweş be, lê dema li ser ocaxê dikele, bêhna wê qet ne xweş e :(



10.12.2020 13:32 | merwano

13. Xwarina ku bi tijekirina rêviyên pez an dawaran bi birincê tê çêkirin. Paşê di avê de tê kelandin.

Li taxa me cihekî xwarinê bo sûriya hatiye vekirin ( ji xwe êdî taxa me ji kurda bêhtir bûne sûrî). Vêca nizanim xwarinên wan tişteke çawa ne? Dema mirov di ber dikanê de derbas dibe, ji bêhna wan dilê mirov li hev dikeve. Ji bêhna hûr û roviya 10 qat dijwartir e. Ji xwe dema çav li mehdê donera wan dikim ji xwarinê sar dibim.

Werhasil, me behsa hûr û rêviya dikir sûrî ji ku derketin?* hûr û rêvî ger xweş were çêkirin, rêviyê wê baş werin şûştin û baharat û sîra wê baş pê werkirin tama wê xweş e. Lê min hêj yeka tama wê xweş nexwariye.

Nîşe: belê îşev xwarina me ev bû.



06.08.2021 20:39 | tîrêj zana 21

14. Ez dikarim bêjim ûr û rovî xwarina min ya favoriye.



14.01.2022 01:55 | serhed

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ûr û rovî
» rovî go xwezî ez birayê biçûk nebama

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî