Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ferit sevim - tirşik
ferit sevim
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hunermendekî ciwan û dengxweş e. Muzîka blues çêdike, li ser kanala wî ya youtube guhdarîkirina stranên wî pêkan e.
Ji bo guhdarîkirinê; Here lînkê

û ji bo vîdeoya ku Gîska Gerok pê ra li ser muzîka wî çêkiriye, kerem bikin;




12.07.2019 12:27 ~12:28 | gulêê

2. Camêreke ku berê min daye gitara akustîk! Min ji wî dît ku bi akustîkê blues lêdixe. Armanca min jî bi elektro gîtarê hebû lê paşî min go buha ye filan û bêvan min got ez heta hîn bibim û derfet çêbibin gîtara klasîk çîk bikim. Paşî min dît ku gîtara akustîkê ji bo bluesê çîk e. mi jî go ez ê akustîk çîk bikim.



12.07.2019 12:43 | xwelî li ser

3. yek ji stranbêjê muzîka nûjen a kurdî ye.

muzîkên kurdî bi stîla muzîka modern a cîhanê ve dibêje.

Min wan bi vê stranê nas kir. Reggae'n Botan (Berîte)





07.11.2019 22:27 | berxweda

4. Stranbêjekî nûjen e. Dengê wî pir xweş e. Stranên blues çêdike. Di wan rojan de stranên gelêrî yên Botanê bi şêweyekî cûda distrîne.



11.11.2019 21:06 | hesinkar

5. stranbêjek resen e. ji şirnexê ye. diya wî jî tê de, di nav dengbêjan de mezin bûye. loma bingeha dengbêjîyê lê heye. lê niha ew berhemên dengbêjîyê bi formên nûjen -weke mînak blues- şîrove dike. li ber dilê min, serkeftî ye jî. min ew bi strana wî ya xelînê nas kir ku bi vê stranê di albûma olana bajêr de cî girtibû.



ez dibêjim qey bi strana xwe ya reggae'n botan navdar bûye.




li vir qenala wî ya youtubeê heye: Here lînkê



11.11.2019 22:36 ~22:33 | simurg56

6. blues û botanê tîne ba hev û dixwaze tiştine nû û xweş derxîne.



28.11.2019 00:32 | kurê xelkê

7. Bi xêra gulsumakê re min nas kir. Bi rastî xweşa min çû. Ji nava dilê botanê ye û hûnera xwe jî girêdaye vê cihê. Ji bo wê navê vê şêwe ya xwe danî ye "botan blues". Naveroka vê şêweyêjî mîna navê wê ye, herdû form tevîhevkirin e û bêguman hunermend ji xwe jî pir tişt kirîye nav. Here lînkê



28.11.2019 13:54 ~13:55 | rizgarm

8. Bluesvanek Şirnexî ye. Hê gelek ciwan e. Muzîka Kurdî bi formên nûjen derdixe li hemberî me. Bi rastî stîla wî resen û xwemal e. Min ew bi strana wî ya bi navê ''Belkî Ezê Bifirim

'' naskir. Ewqasa min guhdarî kirî li ser Bluesê re gihaye ango dizane çi dike. mirov dikare bibêje piçek sentez jî dike. Di albuma ''Olana Bajêr'' de bi strana xwe ya bi navê ''Xelîn
'' cih girt. Endamê malbatek jiyînerek yê çanda Dengbêjîya Botanê ye. Ewqasa ji tora civakî dişopînim gelek girêdayê malbata xwe ye û ji wan gelek hez dike. Xuyaye ku xortek tije ye. Min hevpeyvîna wî ya di RiaTazayê de xwend. Bersivek ya wî ya gelek balkêş hebû. Peyamnêr jê pirsîbû ''Huner ji bo civakê ye an ji bo hunerê ye'' wî jî wisa gotîbû ''Huner ne ji bo tu tiştîye. Huner vereşîna hunermendîye. Ger huner ji bo tiştekê bê kirin ew dibe bazirganî''. Ger hûn ji ji min bipirsin bi teqez hevpeyvîna wî bixwînin (bnr: https://krd.riataza.com/2019/11/16/ferit-sevim-u-muzika-wi/). Ji bo pêşketina muzîka Kurdî hêvî dide. Rêya wî vekirî be.



01.12.2019 07:05 ~07:10 | lîfikê firaxê

9. Gava din li ser YouTubeê bi tesadûfî leqayî strana wî ya bi navê ho reşo hatim. Kêfa min pirr jê re hat. Min beriya niha jî çend stranên wî guhdar kiribûn, mûzîka ku çêdike pirr xweş û serkeftî ye. Belkî ji ber ku qeydên xwe li malê çêdike biçekî min şiband mûzîka tevlihev project lê bi her awayî ji wan serkeftîtir e. Yek ji tiştên din ku kêfa min jê re hat stranên kevnik ên gelêrî yên devera Botan bi formeke nû û nûjen dixe bîran û li ser zimanan digerîne.



01.12.2019 20:58 | endazer

10. Min entriya Abbas Ahmed dît. Ferît hat bîra min. Hêvî dikim dawîya Ferît jî nebe wek ya Abbas Ahmed. Abbas Ahmed bi xwe û muzîka xwe ya ewqas biwesp ve qedr û qîmet nedît. Ferît hê ciwan e jî. Înşallah ew qedr û qîmeta ku heq dike hê zû bibîne



26.12.2019 01:07 | lîfikê firaxê

11. (bnr: arşîva ferît)



12.01.2020 15:17 | xendekî

12. 29ê Sibatê li Stenbolê konserta wî heye. bi Vedat Taniş û Mirov Desmond re wê ji me re mîhrîcanek ya muzîkê bide. Ez ê biçim hûn jî werin



16.02.2020 23:21 | lîfikê firaxê

13. berîya 7 rojan min stranek ya wî li ser med muzîk tvyê dît. Xelîn bû navê strana wî. piştre ez çûm min li ser youtube'ê guhdarîya stranên wî kir min çav li hesabên wî yên tora civakî gerand. ez ê bi tenê yek tiştê li ser vî xortî bibêjim: hay jê hebin.. bêguman nuwaze ye! bi dengê xwe bi stîla xwe bi enstrumana xwe nuwaze ye û xortek zana ye jî. çawa min guhdarîya wî kir hêvîyên min şîn bû. xwezika derfetên wî çêbûya û wî bikarîba biçe ewropayê. bi tenê yek tişta wî min dît ku mirov jê aciz bibe, gelekî bêhnteng e. ez rastî hinek nîqaşên wî yên bi xelkê re kirî hatim gelekî bêhnteng û bihêrs e (di bersivên xwe de mafdar e lê bêhntengîya wî ji bo wî gelekî zerer e)

nîşe: willehî billehî ne ji bo ku ew jî şirnexî ye wisa difikirim bi rastî jî lawik jêhatî ye. lê kêfa min ji şirnexîbûyîna wî re jî gelek hat ez înkar nakim *



13.04.2020 23:18 | soryazyus

14. Ferît Sevim yek ji wan hunermendên nûjen ê Kurdan e. Bi ya min di nav hunermendên niha de ê ku herî serkeftî ye jî. Di nav malbata wî de çandek ya dengbêjîya Botan heye. Ji ber wê yekê bingeha dengbêjîyê heye. Ew bi xwe jî şêwazek nû çêkirî ye û blues û botan gihandî ye hev. Di terza 'Blues'ê de stranan dibêje. Ji navenda Şirnexê ye. 26 salî ye.
-Min ev raveya ji Keseke Anonîm girt-
Lê ev çend roj e ku li ser medya civakî ku dibînim rexne û hizirên xwe tîne zimên , bi ya min , ez dizanim ku çiqas mafdar e jî lê divê mafdar an na , ji wan niqaş û tiştên bereday dûrbikeve.
Styla wî gelek kêyfa min jê re tê.Xwedê rêya wî vekirî bihêle.



13.04.2020 23:23 ~23:31 | brzn

15. Albuma wî Hêlm teze derketî ye. Mîna Şirnexîya gotî 'hulî ogireee!' *

https://www.youtube.com/playlist?list=PLtd4LX_TkMeK3Bhr7hX8f4Bedlx5vuD6w



14.04.2020 21:46 ~21:47 | lîfikê firaxê

16. Cara yekem bi saya tirşikê bi parevekirinên hîn tirşikvanan navê vî camêrê bihîst.

Tu dibê qey ji min vedibêje. Ji vê stranê têr nabim. Û ji vî strînê.

Mala te ava ferîd. Di armancan de serkeftî bî.





30.04.2020 00:35 | rûbar

17. Hemwelatîyê min î qeşeng albumeke nû bi navê 'Gav' derxistî ye. Ji 5 stranan pêk tê. Ji wan 5 stranan gotin û muzîkên 4 stranan wî nivîsî ye yek jî gelêrî ye stranek ya herêma botan e(taybetî li şirnexê tê gotin)
Her 5 stran jî ji hev xweştir in lê favorîyên min 'Rê' û 'demsal payîz bû' ye. Rê, rexneyeke civakî ye û straneke polîtîk e. Demsal payîz bû jî wek navê xwe ji awazên payîzê çêbû ye, dema mirov guhdar dike firehîyek dikeve di nava dilê me. Bi ferdên malbata xwe re klîbeke şêrîn jî ji strana gulê re çêkirîne. Çawa mirov temaşe dike moda mirov bilind dibe. Weke din jî mirov lê derdixe ku ferît bi vê albumê gihaştî ye asteke profesyoneltir. Êdî em dikarin bibêjin ku ferît jî nirxeke muzîka kurdî ye. Ez wekî kurdekê û hemwelatîyê wî pê serbilind im. Spas û çepik ji bo qeşengê min



04.07.2023 04:25 ~04:26 | soryazyus

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferit sevim
» sevim tanürek

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî