Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 18 peyam
eyşana elî - tirşik
eyşana elî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ev stran bi eslê xwe ya Feqe Xalidê se'do ye. Feqe Xalid ehlê gundé bîryan e bi tirkî navê wê geçitboyu köyü ye. bîryan gundek yê şirnexê ye. eyşana elî jî desgirtîya feqe xalid e, û eyşan ehlê gundê heştan e bi trikî jê re dibêjin yoğutçular köyü.

dema ku feqe xalid aşiq û evîndarê eyşanê bûye ev stran ser wê gotiye.

pişt re feqe xalid, eyşana elî revandiye.

ev strana hê ji wî zemanî de meşhûr bûye û piştî mihemed arifê cizîrî jî gotî bûye klasîkek ji stranên kurdî.



12.09.2013 23:30 | cudî

2. "heçkê nedîtî eyşana elî kiliyê çavê siltan xanimê gundê me ber pişta çiyayê melezgirtê...."



12.10.2013 16:00 | mem alan

3. gotinê karapetê xaço ;

Lê lê lê wayê
De lê lê lê wayê lê lê lê wayê
De Eyşanê lê wayê biçûkê lê wayê
Nazikê lê wayê
Nazdarê lê wayê
Tu rihanê lê wayê
Li min paşayê lê wayê
Şîrîna li ber dilê xortan tim û timayê
Bi Xwedê sing û berê Eyşana Elî
Mîna belek berfa li kuntara çiyayê
Ezê çi bikim bera şevê çûyî
Bera rojê tavê lê dayî
Ji xwe re hêdî hêdî diheliya
Ax lê lê lê wayê Eyşanê malxerabê
Min ji te re negot
Kirasekî feleknazî li xwe neke
Li kavila gundê me negere
Min ji te re got kirasekî feleknaz xwedê
Îro ji gundê me zeynet e
Herê çi bikim fesad û ewanên gundê me gelekin
Îro wê ji Eyşana Elî bidin îşaret in
Singê Eyşana Elî
Mîna baxçeyê gul û sêva ye
Bi şefeqa sibê re tavê lê didayê



02.01.2018 23:03 ~23:05 | kurdokercewsî

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» eyşana elî
» elî şerîatî

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî