Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
çîrok - tirşik
çîrok
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. çîvanok, hîkaye, serpêhatî, novel, rîwaye, çîrrçîrrok, fabil, cefen, efsane, dastan.. di nav peyvên kurdî û kurmancî de hema bêje bêjeya herî berfireh û berbelav e.. gelek wateyan dihundirÎne.. lê di zimanê standart ê kurdî û kurmancî de êdî bes ji bo pirtûkên hîkayetê û ji bo xeberoşk û çîvanokan tê bikar anîn.. berê eyn wekê dengbêj û stranbêjan çîrokbêj jî hebûn di civat û şevbêrkên şevên dirêj yên kurdistanê de bi çîrokên xwe dil û hinavê civata hazir û guhdarên xwe germ dikirin.. li cizîrê wek çêrok tê bilêvkirin.. herwiha ji bo sûre û ayetên quranê yên li ser nimêjê de tên xwendin jî çêrokên nimêjê tê gotin..



12.09.2013 21:20 | endazer

2. bi zaravayÊ şawaxan (şekakÎ) tÊ gotin cinorek



15.02.2014 14:26 | cinorek

3. şevên dapîra min xemgîn bû, ji min ra çîrok ne digotin. min jî israr dikir wê jî va çîroka kurtasî a jêr nivîsî ji min ra digot û serê xwe davêtim. ez Jî xwarzî û birazîyê xwe ra çîroka dibêjim dema diwestim an jî dilê min naxwazê, vê çîrokê dibêjim û xwe li ber lepê wan xelas dikim.



çîrokê çîvenokê

garis xwar pelçenôkê

çû hinara da tinara

çû sêva da liva

çû tirî hate mirî.

.....

çîroka min çû dîyara rehmel bavê gudara.



23.02.2014 14:19 | kurdoyevskî

4. strana stêrka karwan e. di albûma wan zehar de hatiye weşandin.
gotinên stranê:

ez tarîya şevên min
tu ronahîya rojê yî
ez tarîya şevên min
tu ronahîya rojê yî

ez zarokek bê çîrok
tu çîrok î
ez zarokek bê çîrok
tu çîrok î

ez serxweşek bêar im
tu şerabek bêwext î
ez serxweşek bêar im
tu şerabek bêwext î

ez zarokek bê çîrok
tu çîrok î
ez zarokek bê çîrok
tu çîrok î

ez zarokek bê ol im
tu ol î
ez zarokek bê ol im
tu ol î

stran bixwe:



06.11.2019 22:14 | simurg56

5. Meseleya nezanbûna kurdî serpêhatiyek merivê me anî bîra min:

Rojekê pismamê min û dêya xwe diçin ser bijîşk ji ber ku dêya wî nexweş e. Pismamê min ji bijîşk tika dike û dibêje "xoce dêya min pir zêde bi tirkî nizane bila haya te jê hebe" û bijîşk jî pirsgirêk nîne dibêje û bi hev dikin. Û mûayeneya amojina me dike xwedê jê razî be çi derman divê dinivsîne û dibêje "oxir be". Çima amojina min vê kêlîkê venagere û ji bijîşk re nabêje "esen kalin!". Bijîşk ji pismamê re bi pirqînî dibêje "lawo xwedê kirî dêya te bi tirkî nizane heke bizanîbûya dê çi bigota?". Bijîşk bi ken, amojina min serbilind û pismamê min bi fedî serê xwe dike ber xwe û tên malika xwe.



23.08.2020 12:29 | rizgarm

6. vê sibehê ji mal derketim ku herim kargoya xwe ya ku ji aliyê tirşikê wek xelatên tirşikê 2020 hatibû şandin bistînim. ji gund derketim, melayê gund jî wê çûba nexweşxanê, ez jî pê re sûwar bûm. di rê de em diaxivîn wir de wê de, mijar hat mulaqatan, mela jî behsa roja mulaqata xwe ya melatiyê kir.

melayê me ji malê derdikevê ku biçê cihê mulaqatê li otobûsê sûwar dibe, di otobûsê de jî çavên wî li yekî dikevê, ji rewşa wî xuya ye ku ew jî melayê.
+mela jî dipirsê: xuya ye te jî biçê mulaqata melatiyê?
-Erê.
+mela: navê te bi xêr?
-Îsrafîl.
+Mela: meyzê tu pifnekê sûrê, te hemû keda me li ber avê bibe *
-hhhhh
vir de wê de herdû diçin cihê mulaqatê, lê melayê me taştê nexwariye, xwe di berdê kantînê ku taştê bixwe lê ji bilî çayê tiştek tune. dibêjinê li hemberî vir bufeyek heye, tu bixwaze ji wir bipirse. mela jî diçê wir.
+mela: selamin eleykim xorto, li ba te tost most tine
-xorto: na wele seyda, lê tu li vir bisene, diya min ji me re li jor çê dikir, ez ê aniha ji te re jî bînim.
her çiqasî mela dibê ne hewceye jî, xorto tosta wî tîne.
+mela: navê te bi xêr?
-xorto: mîkaîl
mela di dilê xwe de dibêjê, sibhenele xêr e înşele *

Wir de wê de, mela taşteya xwe dixwe, divegerê cihê mulaqatê, di rêzê de disekine, çavên wî li lîsteya ku wê bikevine mulaqatê dikevê, dinêre ku bi navê cebraîl jî yek kes heye. mela dîsa di dilê xwe de dibêjê, xwedê xêr bike.
rêza mela hat û ket hindirû û got selemin eleykim, li cihê xwe rûnişt li hemberî 3 kesa. û heya vê derê rasthatinîyên ku li ser nava pêk hatiye qala wan ji wan re kir.

pîştî van gotine mela dibêjê: hêviya min ji xwedê ku kesekî bi navê azraîl di nav we de nebe *

jêrnivîs: wê rojê mela ji mulaqatê derbas dibe. ez zêde nizanim çîrokê bi gotina geş û xweş bikim lê hêvîdarim bi we xweş hatibe *



31.03.2021 00:38 ~09:02 | merwano

7. pêxember mûsa û lawikê kor
gotin ev e ku rojek (bnr: pêxember mûsa) cîhekî derbas dibe dibîne ku zarok dileyîzin. Van zaroka berbestek nav avê çê kirîye û dikevin nav avê,hevre şa dibin hwd. lê nav Van zarokan yek kor e. pêxember mûsa derdorê xwe dinêre zar gişt dilşadin dileyîzin bi tenê ew zaroka xemgîn e.
destê xwe vedike û xwedê ra dia dike, dibêje "dear god gelo dikarî çavê wî zarokê vekî?"
xwedê dia wî qebûl dike û çavê lawikî vedike, lawik ça çavê xwe vedike dikeve nav avê û zarokên din dixe û xwînê da dihêle.
Mûsa pêxember şokk! dibêje "oh my god" kerema xwe dîsa wî kor bike! xwedê dîsa dia wî qebûl dike û lawik dîsa kor dibe.
mûsa pêxember vê waxtê fehm dike ku dinya bi pergal/nîzamek hatîye ava kirin û sedema her tiştekî heye û piştra berdewama meşa xwe dike.



23.12.2021 21:58 | doesntmatter

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîroka malbata evdo

Kategoriyên mijarê:: weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî