Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 42 peyam
zûgotinok - tirşik
zûgotinok
(21) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. bi tirkî jê ra dibêjin "tekerleme".



11.09.2013 13:42 | ruhavi

2. şîv kundir, paşîv kundir, ez a rindtir naxwim kundir.



11.09.2013 13:43 | ruhavi

3. rovî li rê livî, rê li rovî livî.



11.09.2013 13:44 | ruhavi

4. şemo şemo, sê sêşeman, sê şo sabûn şabaş daye.



11.09.2013 13:45 | ruhavi

5. O mo mushkula ket bêrîka evdila evdila birê fatê keçik anî civatê keçik bîst û sisê bû ser kanîka bilqê bû hotik motik shivana lotik.



11.09.2013 13:47 | hemdilaarda

6. Fêsê fêsasê bê dînê bê kirasê heqlîn deqlîn çerik çumul bisk û umil lolê yasîn gurçik



11.09.2013 13:49 | hemdilaarda

7. li deverinan jê re dibêjin zûbêjok, zorbêjok, zûgotinok, zorgotinok, tiştanok, çîvanok, qinik, bizelêv, nezanok, bize lêvan, mamik, çistan, zanîşk jî.. belê bi tirkî jî dibêjin tekerleme û bi ÎngÎlîzî jî tongue twister.. wek nimûne; Tirr û tirp di kevçî de.. Mi tirp xwar tirr ma di cî de..''



11.09.2013 13:50 | endazer

9. Bûk li ser hespa, kes nizane nasîbe kêya.



11.09.2013 13:58 | che_mstry

11. "derziya min qul, derziya te qul

derziya te di qula derziya min de"

an jî

"darê min qul, darê te qul

darê te di qula darê min de"



û ev jî heye

"tevr û tirr

min tevrê xwar tirr ma li cî"



û ev jî

"gû germ, hirmê gêr bû, min hirmê xwar

hirme germ, gû gêr bû, min hirmê xwar"



û ev jî

"vîjik û guvîj

min guvîjê xwar vîjik ma li cî"



yê ku ji xwe bawer e bila van zûgotinokan zû bi zû li ser hev heft caran tekrar ke.



09.01.2014 04:20 | ceso

12. şalê te şalwarê te

zavayê mala xalê te

heke bête mala te

tê (tu dê) çi pê bidî



09.01.2014 04:41 | oxir

13. ez çûm nav rez

min dît hirçek tê de ye

vêca me xwe avêt hev:

min rît wê xwar

wê rît wê xwar

min rît wê xwar

wê rît wê xwar

...

..

.



09.01.2014 20:01 | simurg56

14. lekim çê, lekim çê, lekim çê, lekim çê (her ku diçe wê bibe çêlek im çêlek im çêlek im....)



09.01.2014 20:03 | simurg56

16. KON MA QÎRÊ VE

QÎR MA KONÊ ME VE



09.01.2014 20:49 | nan û av

17. zimbara zimbara zimbara zimbara....DEMA MIROV SER HEVDÛ BIBÊJÊ MIROV DIBÊ BERAZ..



09.01.2014 20:52 | nan û av

18. Du hevalê bimont

çûne bomontî yê.

ji bomontiyê

yek bimont,

yek bêmont

vegeriya.



têbinî: Dema min ev entrî nivîsî li (şişli-Bomontî) bûm û min ev zûgotin, min lihev(ne)anîye.



22.01.2014 17:29 | seydayê_peyvan

19. wekê din di kurdiya şîr û şekirîn de jê re; bizelêv, qinik û nezanok jî tê gotin..



ji folklora kurdî nimûneyeke argoyî;



Bi rîtma 3/4 tê gotin



Tasika hawiz

Berberî quz

Quz bi çolê ket

Kîr bi dorê ket

Ket newalê

go Şep û lê ket



07.02.2014 23:49 | endazer

20. "qîrê me ma li kunê me ve

kunê me ma qîrê me ve"



(li şirnex ji bo kon'ê dibêjin kun)



18.02.2014 22:38 | simurg56

22. "ez çûm ber çem min du sing anî

min yek kuta kadîna kayê

min yek jî da destê dayê"



22.03.2014 16:05 | simurg56

23. bese bese dil meqese kevirê rakin bang mêra kin mêr hecîne tifekçine xwîn xwarine pê mirine



23.03.2014 12:14 | gelawej

24. - jajiyê şûziyan şor e

- heft teşt mist nîsk

- rûvî li rê zivirî, rê li rûvî zivirî

- kurm qurm qul kir



28.03.2014 23:25 | zero

26. ya allah ya xwedê

melê bazda ser medÊ

bi qewl û resûlê xwedÊ



14.04.2014 01:03 | azê

27. kurm qurm dixwe



14.04.2014 01:04 | berxweda

28. qÎ ma konê me ve

konê me ma qiyÊ ve



22.05.2014 19:16 | xelîlêzer

29. heft hirç, heşt hirç

her heft hirç, her heşt hirç

her heft hirçé pişt bi pirç

her heşt hirçé pişt bé pirç



22.05.2014 20:07 | renas

30. pişk Û mişk di qulê de

min pişk xwar mişk ma qulê de



28.05.2014 16:01 | xelîlêzer

31. şîvên sofî sîso şeş in:/



28.05.2014 18:23 | havîn

32. çêçik û kûçik di malê de. çêçik firiya, min çêçik xwar. kûçik

firiya, min çêçik xwar.



min tiliya xwe da qijikê, got “qij”. qijikê berê xwe da min, min

got “qij”



06.06.2014 12:31 | xwelî li ser

34. Ji botanê:

"Ez çûm mala Mele Remezan,

Min got bûka mala Mele Remezan

Kanî mera mala Mele Remezan"



"Heşt hirç, her heşt hirç, pişta wan pirç."



11.01.2015 02:40 | xendekî

37. Xalê Bekir çavê xwe vekir

Eynik dani, li xwe mêze kir

Serê xwe şûşt, riyê xwe şe kir

Xuriniya xwe kir bi şîr û şekir

Şal û şapik li bejna xwe kir

Ne guh da min, ne bi peyva te kir

Rabû bi rê ket, çû Diyarbekir

Ax bêaqil Xalê Bekir.



15.02.2015 13:51 | pîlerka pîr

40. sê selik bi avê ve tên yek gû yek tû yek mû;

bi linga diçime gû

bi deva diçime tû

bi desta diçime mû. *



04.04.2015 17:17 | xwelî li ser

41. kî dikare hetanî kû şaş dike bêje



givîj û vîjik li rastê bû min givij xwar vijik ma





çume mala xalê mele remezan min go xalê mele remezan ka merra mala xalê mele remezan xalê mele remezan go merra mala xalêteyî mele remezan li mala mele remezane.



darê min qul darê bavê min qul darêmin di qula darê bavê minda



sê selêk bi avida tên

yek mû, yek tû,yek gû

bidesta çûm mû

bi deva çûm tû

bi pîya çûm gû



22.04.2015 14:45 ~14:52 | shorbevan

42. qîr dike, qir dike, kur dike..



14.06.2015 23:34 | zergahemzaerdaldilbirîn

43. Remo remo repisî

Çû ser darê reqisî.



05.07.2015 21:46 | hêvî

44. Yek û yek teyrê belek

Zaza bilbil dermanê dil

Şekir û şima li ber çema

Çem çiqiya av tê nema

Ez kuncî tu kuncî

Li ser textikê birincî.



03.01.2016 15:44 | gêjê

45. Rovî rovî rovî bi rindik

serê dûvê rovî kincik

rovî çûye mala xala

li rovî kirin barê dara

bihijmere nehijmere

jimera rovî bist û çar e.



03.01.2016 15:52 | gêjê

46. di eslê xwe de ne zûgotinek e lê;



"Ez û karî li min bû tarî

Ez û qîvar li min bû êvar

Ez û kereng li min bû dereng"



08.04.2016 23:40 | simurg56

47. Heft hesp heyşt hesp

Heft hesp heyşt hesp

Heft hesp heyşt hesp

...

..

.



09.04.2016 01:55 | bûtîmar

48. Sê şebeş şebeşê şemsê mala şemsedîn mala yê şemsê



12.04.2016 14:07 | xwelî li ser

49. Havîn hat tişt û mişt

payîz hat li ser rûnişt

zivistané got ka

te ji min ra çi hişt



12.04.2016 21:56 | bêwar

50. Pelo heydo

Simmu seydo

Rabe cineydo





Dema em bi pelik dilîstin me ev digot û pelik tavêt.



13.04.2016 21:46 | gumgumok

51. "hiş hinda dibin tişt hinda nabin"



li ser hevdû û zû bibêjin ka ez we bibînim *



14.04.2016 01:02 | shorbevan

52. Kurm qurm qul kir.



15.04.2016 00:24 | ronahî

54. sêv gindirî min sêv xwar

Gû gindirî min sêv xwar.



15.04.2016 18:38 | nan û av

56. lekimçê

lekimçê

lekimçê

..

.



16.04.2016 15:37 | kurtikfiroş

57. "Sêv gindirî, min sêv xwar, gû gindirî, min sêv xwar."
gindirîn/105559, spas ji bo tevnepirk



02.03.2018 00:04 | simurg56

58. "ez çûm çiyayê şerzê
şeş pez kuştim bi rêzê
tirrb, ez im kurê şeşpezkujê
"

"konê me (bi) qîrê ve
qîr (bi) konê me ve"




11.03.2018 08:42 ~08:38 | simurg56

59. ''rê li rûvî zîvirî
rûvî lêi rê zîvirî''



11.03.2018 13:47 | gulêê

60. Heşt hirş, her heşt hirçê piştbipirç.






11.03.2018 17:34 | gumgumok

61. Heft hirç, heşt hirç
Her heft hirçê pişt bipirç
Her heşt hirçê pişt bêpirç



11.03.2018 18:09 | dilsoz

62. 1) şîva Sofî sîso şîş in.

2) Tû û gû di kevçî da, min tû xwar gû ma di kevçî da



12.03.2018 03:15 | jifêzagorda

63. Ez çûme Şirîşansê
Şeş seyê Şeroyê şirîşansî hebû
Her şeş seyê Şeroyê şirîşansî şer dikirin
Şer şerê şeş seyê şeroyê şirîşansî bû.

(bnr: min bîriya dapîra xwe kir)



21.07.2018 22:15 | xelîl

64. tir û tirp di kevçî de,
mi tirp xwar tir ma cî da *



27.09.2018 00:27 | xelîl

65. Zûgotinok hatin ji bîr kirin. Ka tin jî yekî binivîse,bila neyê ji bîr kirin*

çîrokê,Çiçvanokê
Golga xanê,Çû meydanê
Ez kuncî,tin kuncî
Ser textikê birincî
ez firîm tû mayî cî



13.05.2020 10:20 | kovan

66. Mast dibe çeqilmast

Çeqilmast nabe mast

Mast xweştir e ji çeqilmast



17.01.2021 23:07 | asîmanê sêwî

67. hîvê
hîvê hîvê zengilzîvê
dîya min gilora şîr petîye
gazî kurê mîr kirîye
para min bîr kirîye



17.07.2021 22:21 | doesntmatter

68. Simbore şî dar ser ro, o gî werd mi gil werd



25.08.2021 11:29 | kajav

69. tir, tivir di kevçî de; min tivir xwar, tir ma li cîh de.

Hîn ez zaro bûm, li ser tvya Kurmancî li ser bernamakê de min ev bihîstibû. Îca hengî kêfa kalkê minî ku hezar rehm li ser gora wî bibare hatibû; ji piçûka heta mezinên malê xwe jêhatî dikin û xwe li ser vê zûgotinê diceribandin. Feqîra pir caran şaş dibûn û xwe dihetikandin wê wextê kalkê min ku zilamek gelekî giran bû ditîqtiqî...

min tir xwar û tivir ma li cî de

(bnr: bêlome)



25.08.2021 23:34 ~23:36 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» zûgotinok

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî