1. zimanê kurdî ji ber ku li bakûrê kurdistanê ne zimanê perwerdehiyê ye, hem ji aliyê bikaranînê ve paş de maye hem jî ji bo afirîna peyvan dereng maye. ya rast jixwe kurmanciya piraniya peyvan li deverên kurdîaxêv hene lê hatine jibîrkirin an jî li deverên din nayên bikaranîn. an jî birastî jî kurmanciya hin peyvên modern tune ne. lê rêxistinên kurdan ketina nav telaşeya kurdîzekirina hemû peyvan. yanî mesela peyvên 'erebî falan derdixin hewl didin ku yên kurmancî biafirînin, an jî peyvên kurmancî yên heyî bixin dewsa yên 'erebî. behsa tirkmanciyê nakim behsa peyvên kevn dikim. yanî helbet mirov peyvên kurmancî bi kar bîne baş e lê peyvên ji zimanê din ketine kurdî heke bûbin malên kurdî hewce nake mirov wan ji nav ziman derxe û yên çêkirî bixe dewsa wan. ez dibînim li hin cihan bo "dersa kurdî" dibêjin "waneya kurdî" an jî jixwe hin peyvên di kurdî de hene bi kar naynin û yên çêkirî bi kar tînin. mesela nabêjin "filankes hat desteserkirin" dibêjin "filankes hat binçavkirin". |
|
14.11.2018 12:22 |
roza
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |