Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 18 peyam
şerbeta rihanê - tirşik
şerbeta rihanê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. vexwarineke cemidî ye. navê wê li ser e; ji rihanê tê çêkirin. li gorî tarîfan, cûrbecûr tiştên din jî dikarin lê zêdekirin. şekir, tûza lîmonê, qerenfîl, darçîn û hwd.
tama wê xweş e. mirov pê hinekî hûnik dibe.
şûna vexwarinên asîdî û tije tiştên kimyewî, her tim tiştên wisa baştir in. amadekirina wê jî hêsan e. dema amade dibe, rengê wê dibe pembe û xweşik xuya dike.



12.10.2018 21:49 | simurg56

2. Heyat e. * dema ku li cafeyê dixebitîm min çêdikir. Piştî mehekî bûbûm pisporê şerbetê. Cara dawî ew qa sor bûbû hineka di nav şûşeyê de didît di gotin qey şelxem e. Nêse tarîfa wê bidim:
Ji bo lîtreyek av qefitikek rîhan (pelên wê çi qa sor bê ew qa baş e), 5 kevçî şekir, çoxikek Darçîn, piçek qurnefîl, piçek şekirê tirş.

Ava xwe bikelînin û binê wê bigrin, şekir filan bêvan teva bixinê, bila şekir bihelin, paşî rîhanê berdin ser hinekî tev din û devê wê bigrin. Bila tê de bê heta pelê wê bibin kesk. Rengê xwe dide avê. Pevû rîhanê nekelînin ê tehl bê. Piştî ku rengê xwe da û pel tev kesk bûn pêla jê derxin ava wê dapalînin, Bicemidînin û bi ser xwe de kin. Noş!



19.06.2020 20:06 ~20:09 | xwelî li ser

3. Vexwarina ko van rojan ez dixwazim xwe bi xwe çêkim. Hindê min li tarîfa wê nêrî û ji dayîka xwe ra pirsî, çêkirina wê hêsan e.



19.06.2020 21:36 | buffaloskinners

dengdanên dawîn (yên din..)
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1]
rojnameyan zêde nakirim lê bo tirkî Oksîjen û carinan birgun dikirim. ...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
brusk99 [2]
qenaleke youtubeêye ku têra xwe serkeftî û pêkenokî ye. ji axafrina w...
hêklo meklo [1]
Li cem me jî wiha tê gotin; (stur: Hêklo mêklo, çavî çiklo, hilîne ye...
payîzava [2]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
belki ev jî bala te bikişînin
» şerbeta rihanê

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin xwarinvexwarin xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî