Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
ciwanmerd kulek - tirşik
ciwanmerd kulek
(7) (1) (5)
di mijarê de bigere

1. bi navê xwe yê din yunus eroğlu ye.. wergêrr û nivîskarek kurd e.. di 26ê Adara 1984an de li bismilê ya navçeya amedê xwudê daye.. lîse li erxeniyê xwendiye û ez ne şaş bim di zanîgeha odtu (bnr: zanînegeha rojhilata navîn ya teknîkÎ) yê de beşa felsefeyê xwendiye û jê mezûn bûye.. heta niha sê pirtûk nivîsandine û şeş pirtûk jî ji zimanên biyanî yên wekê îngîlîzî û spanî û tirkî wergerandine kurdî û kurmancî..



pirtûkên çapbûyî;

(bnr: nameyek ji xwudê re) 2007, weşanên lîs.

(bnr: otobês) 2010, weşanên lîs.

(bnr: zarokên ber çêm), 2012



pirtûkên wergerandî;

(bnr: j. m. coetzee), (bnr: disgrace)

(bnr: william faulkner), (bnr: as i lay dying)

(bnr: gabriel garcía márquez), (bnr: cronica de una muerte anunciada)

(bnr: juan rulfo), (bnr: el llano en llamas)

(bnr: james joyce), (bnr: dubliners)

(bnr: orhan pamuk), (bnr: beyaz kale)



10.09.2013 22:59 | endazer

2. dema min hin wergerên wî xwendin ez bûm heyranê kurdîya wî, ji ber hin peyvên ku min digot qey windabûne min di wir de dît. peyvên ku zû de min nebihistibû.. gelek kes pesnê pirtûka wî ya "zarokên ber çêm" dike...



07.10.2013 20:20 | arami

3. romanek nivîsandiye bi navê wesayîteke hatûçûyê ku min hêj nedîtiye kesek bi xweshî behsê lê bike.. ne mekan e ne serleheng e ne çîrok e.. lê, bi selîqeya min a bêde'ye, nebûna van hemûyan bi hev re roman kiriye qonaxek di edebiyatoka kurdî de..



07.10.2013 21:50 | gordereş

4. Ciwanmerd kulek, serpisporê romana kurdî ye; gelek romanên kurdî hene ku nahêjin rûpeleke romana wî ya bi navê "zarokên ber çêm", hosteyê peyvên pexşanê ye û tişta ecêb ew e ku ciwanmerd kulek nivîskareke pirr ciwan e. Yên ku tenê xwe wek romannûsê kurdî dibînin gelek ji ciwanmerd kulek ditirsin, ji ber vê ye gelek kes behsa wî û romannûsiya wî nakin.



11.10.2013 15:55 | zero

5. nameyek ji xwedê re...rp.136...

"ku rewşa me çêbû em dikarim tim werin serdana we. nebî ku hûn tene aciz bibin, li wir bêyî me bikevinnav pencên kesîretiyekê. ji min wer, heçko mala me li we derê ye, em li vir şevder mane. min bihistibû ku jiyan li bıhuştê wek bêhneke bêdawî ye, wun dikarin wek bêhnekî me tim bi xwe re bikin. bera hespê me ji dest çû . bavê min ew firot bazirganekî; wiyê ku carekê maseyek dabû me, tê bîra te? roja ku ew birin te yê bidita, te ye bigota qey wek bayê diricife...



19.10.2013 14:52 | arami

6. di (bnr: zanîngeha rojhilata navÎn ya teknÎkÎ) DE NE BEŞA FELSEFÊ BEŞA ZIMANÊ ÎNGILÎZÎ XWENDIYE.



27.01.2014 14:47 | mîrêhekarya

7. kes jê tishtekî fam nake, gelo ew tishtekî ji nivîsa fam dike yan na? ji xwe re kurdiyeke elewat chê kiriye û pê dinivîse. xwedê li me bê rehmê! bi tirkî pesnê xwe daye di radîkala îro dehttp://kitap.radikal.com.tr/makale/haber/kurtce-edebiyatta-ciwanmerd-kulek-vakti-397831



24.05.2014 11:58 | rojgar

8. xwediyê nivîsa ku li peyama ser vê re de tê behskirin ne ciwanmerd kulek lê şener özmen e.. min heta niha tu pirtûkeka wî nexwendiye, ji ber ku ev du sê sal in pirtûkan naxwînim, lê xwudê hez ke min dil heye ez hersê romanên wî jî bikirim û bixwÎnim.. kî zane ka ez binêrim eger pirtûkên wî berketî bin û ew jî qebûl bike, belkî xwe li ber wergerandina tirkî an îngîlîzî ya romaneka wî re bikim..



24.05.2014 20:40 | endazer


10. ciwan e, merd e lê ne kulek e, kêfek e.. hêviya siberoja edebiyata kurdî ye..

vê taliyê jî bi navê (bnr: defterê perridankan) romaneke nû nivîsandiye û ji weşanxaneya avestayê derçûye bila bi xêr be ji niha ve naverok û tehma romana wî meraq dikim ez ê di peşangaha tûyabê de bikirim..

nivîskar û wergêrê ku romana orhan pamuk a beyaz kale bi navê (bnr: keleha spî) wergerandiye bo kurmancî..

ez gelek diheyirim û bi heyranî xebatên wî temaşe dikim, bi xebatên xwe û bi jîrîtî û jêhatiya xwe min dide şermê û ji teraliya xwe fedî dikim ji sê zimanan wergerê dike û bi kurmancî jî romanan dinivîse heya niha çar roman nivîsiye û ez ne şaş bim heft heb pirtûkên ji zimanên biyanî wergerandiya û kiriye diyariya zimanê welatê me.. emrê wî jî hê çend û şeş e..(di sala 1984'an de ji dayik bûye (bnr: zarokên xelkê)



05.11.2014 19:34 | ferhenga şikestî

11. Romannûs û wergêrê hêja. Bi Romana xwe ya dawî (bnr: defterên perrîdankan) re ev bû xwediyê çar romanan. Her wiha wî ji ingilizi, spanyolî û tirkî; joyce, rulfo, cortzee, marquez, faulkner û orhan pamuk wergerandiye kurdî. Ji 2014 an û bi vir ve li stenbolê dijî.



12.02.2015 20:29 | seydayê_peyvan

12. nivîskarê ku êdî ji xwe re hesabekî twitter Here lînkê û instagramê Here lînkê vekiriye:







18.03.2015 23:47 ~23:47 | seydayê_peyvan

13. nivîskarê ku kêliyeke berê li kadikoyê lîqayî wî hatim, ji xwe'r digeriya

mi go merhaba mamoste çawa yî? (hebekî heyirî, nivîskarên me li kurdistanê nayê nasîn, de vêca te go stenbol?)

go em hevudu nas dikin?

mi di hundirê xwe de got helbet ez te nas dikim, ma pirtûkên min hene tu min nas bikî?)

mi go li ser faceyê falan fîlan

go navê te çi bû?

serhed

go erê min şiklê te têderxist

û piçeke din jî em axifîn û ew lê da çû min bi hesreta amedê serê kir li ber xwe û çûm hey çûm..



27.03.2015 17:48 | ferhenga şikestî

14. camêr berî her tiştî ciwan e. di vê ciwaniya xwe de kê me dikare karên ew qas xweş bike. wergerên wî zimanê wî pê de pê de xurt dike. kesên ku fehm nakin bila herin serê xwe kevirê belek bidin. divê em ji bîr nekin kurmanciya xas ne ev kurmanciya leqleqo ye ku em pê diqilqilin. li der û deverên nepenî hin gotin û qalibên wisa hene ku dema ku meriv dibihîze mirov zendegirtî dimîne. îcar mêrik gotinên gelêrî berhev dike, di romanên xwe de bi kar tîne bi ser de jî hin kurdên me derdikevin mêrik serhevde dikin. rêya wî akerde be.



27.03.2015 18:49 ~18:51 | serhednişîn

15. Di gel ewqa pesnên (li jor) ji bo nivîskariya wî Camêro bilûrvanekî baş e jî, ji vir guhdar bikin:



Here lînkê



27.03.2015 19:06 | xendekî

16. nivîskarê min fahm nekiriye çima pirtûka wî ya otobês ê wek "roman" tê nîşandan e.



30.04.2015 01:10 | berxweda

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ciwanmerd kulek
» kuleka kafiran

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî