Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
xelîl xemgîn - tirşik
xelîl xemgîn
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji kurdên efrînê ye.



17.12.2013 03:21 | oxir

2. Straneke wî ya bi navê partîzan heye ku min di biçûktiya xwe de -ji ber ku bavê min jî guhdar dikir- gellek guhdar dikir.



17.12.2013 11:20 | ceso

3. strana wî ya bi navê de were lê hemû pesn û wesfan heq dike..

wextekî ji ber ku sê rojan ser hev ji mecbûrî min guhdarî albûmeka wî kiriye êdî heta ne mecbûrî be guhdarî tu straneka wî nakim, lê dîsa jî chê de were lêyê her wextî ji bo min taybet e..



xelîl xemgîn - de were lê :



14.03.2014 23:52 | endazer

4. Xelîl Xemgîn ew hûnermend e ku herî zêde ez jê hez dikim.



piraniya stranên wî bi jibere zanim û dibêjim jî *



07.05.2015 18:06 | hêja hûner

5. bi rastî jî piştî şivan perwer di nava hunermendên kurdan de dengê herî xurt û xweşik dengê evî camêrî ye.

carinan di nava stranê de naqaratê ewqas dirêj dike lê hama bêje saniyeyek jî bêhna camêr naşkê..

ji bo nimûne stranên wek de were lê û hogir û hemze.... pêşniyaz dikim



14.11.2015 17:07 | ferhenga şikestî

6. Di nav stranbêjên kurd de Stranbêjê herî baş e li gorî min. Şivan mivan li ber wî boş e.

Lîsteyekê ji stranên wî çêkin û sibe heta êvarî guhdariya wê bikin.



Herwiha di sepana gotinên stranan de gotinên 37 heb stranên wî hene. Ji marketê daxînin û bixwînin. Zûzû tavilê aniha *



14.11.2015 20:17 | mergehez

7. stranbêjekî kurde, sewteka xweş li serêye ji me hêvî qet sar nebe.. stranên wî yên gelek hêja hene pirahîya gohdarvanên wî niha dema paşî jî çavên xwe li stranên wî yên kevn digerînin û mafdarin dema paşî qûna xwe ji derpê derxistîye edî.. pêşketin pê nakebe divê bilez berbipaşkî here dîsa..



15.11.2015 02:12 ~12:19 | shorbevan

8. (bnr: baştirîn stranbêjê kurd)

(bnr: nizamettin ariç)

(bnr: mihemed şêxo)

(bnr: mihemed arif cizrawî)

(bnr: Şakiro)

(bnr: Şahram)

(bnr: homer dizayî)

(bnr: ednan kerîm)

(bnr: hîn gelekên din hene)



15.11.2015 12:47 | dijber

9. -Çima xemgîn î!?
+Ne Tiştek!
-Ma tu xelîl î
+Asdgdhdj



13.04.2018 09:06 | xwelî li ser

10. Xwedanê wî dengî ku kengî bête guhê min ez yêkser diçime zarokatiya xwe ku di salên 90î da derbas bûye. pismamek babê min hebû, bi pîqaba xwe hema her rojê ji gundî diçû navçeyê. ez jî rêvîngekî wî yê dilsoz bûm. para bêhtir, belku jî her gavê, li ser teyîba wî xelîl xemgîn digot. berçavkên mamo jî wekî yên x. xemgîn bûn. yan jî êdî bi min wisa dihat. bibûne yêk kes li ber çavê min.



22.01.2021 01:58 | spîrêzegîd

11. ji esprîya "xelîl xemgîn/xelîl kêfxweş " gelekî aciz dibe.

(bnr: îstîxbarata tirşikê)*



28.10.2021 22:18 ~22:18 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xelîl ebdula
» xemgînamed

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî