elîfbêtk | 2018 Nivîskar: yeqîn h | kurdî | helbest | 7 rûpel pirtûka helbestan a yeqîn h ya dawî ye... |
1. pirtûka nû ya yeqîn h. ye. xebata wî ya 8 salan e. helbestvanê me yê kedkar pirtûka xwe ji weşanxaneya belkîyê çap dike. weşanxaneyên me yên kurdî hûn dizanin nizanin reklam û danasîna pirtûka bikin, tenê tweetekê dibêjin qey her tişt safî bû. ev li dera ha, piştî çap dibe pirtûk winda dibe. heval mevalên şair dibêjin me kir û nekir me li tu deverê (li Amedê, Mêrdînê, Stenbolê) peyda nekir, ew jî dikeve pey meselê. weşanxane dibêje me karê belavkirinê daye pirtûka kurdî. ji pirtûka kurdî dipirse dibêje, pirtûka kurdî dibêje haya me jê tune ye, dibêjin em ê li depoyê binêrin; paşî dibêjin wileh me pirtûk ji bîr kiriye. were û ji nav vê qebhetê derkeve. |
|
26.07.2018 01:41 ~01:42 |
xendekî
|
erdal kayayê tirkan [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |