Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kitika kor - tirşik
kitika kor
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. heywanek ewqas reben e ku jê tê hêvî kirin ku haya wê ji tu tiştî tune be û nezan be.

ji ber vê yekê kurdî de, dema tiştek ku gelekî diyar/aşkere hebe lê hê jî haya kesekî jê tune be, mirov jê re dibêje "kitika kor jî bihîst ma te hê seh nekir?"

an jî "kitika kor jî dizane, ev îş ne ji destê te derketiye!" û hwd.

mînaka yekemîn de ev bêje li şûna peyva "sagir sultan" ya tirkî hatiye bikaranîn. lê wateya di mînaka duyemîn de, tirkiyê de tune.

vê navberê de kitik ji bo pisikê tê gotin.



09.09.2013 09:26 | simurg56

2. li cem me dema zarokek digirî an dike qarewar jinik ji bo ku aş bikin an bi ber dila ve herin dibêjin kite korê.. nizanin têkiliya vê biwêjê bi biwêja kitika kor re heye an na.. wek têbinî li cem me jî jî ji cat û pisîkê re kitik tê gotin.. wek nimûne; mesele em bêjin zarok nohkek daqurtandiye lê di gewriya tifalo de ase maye neçûya xwar û ew jî heqê êşa gewriya xwe dide û dikute guhê civata hazir de.. jinikek cihde diçe û tepekî li piştê dide û di ber re jî dibêje ''kite korê!!!.. aha min ji bîr ku bêjim.. dîsa li cem me dema goşt filan çêdikin û pisîk li dora xwe goşt diçin û tên ji bo li kitikan biheytînin û wan ji wir biqewiînin dibêjin kite!!!..



09.09.2013 19:12 | endazer

3. teşbîha kerê kor jî heye.. ji bo karîn û kirinên hêsan ku ji qûna herkesî tê lê camêrinin zirtê xwe pê vedidin û forsa xwe pê davêjin tê bikar anîn.. wek nimûne;

- min ev ker ji bihorî re derbas kir..

+ te xwelî bi serê xwe kir, ma ew jî îş e, kerê kor jî dikare kerê ji wî bihorî re derbas bike..

carûbaran ew kerê kor dibe bapîrê min ê rehmetî jî.. wek bapîrê min ê rehmetî jî dikare di ezmûna dersa termodÎnamîkê de 60 puanan bistîne..



09.09.2013 19:16 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kitika kor
» korim

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî