1. li gor akpê di bihara ereban de amûrek e ku desthilatan nedikar asteng bikin lê şoreşoka chpê de îcateke şeytên e. |
|
04.06.2013 03:42 |
simurg56
|
2. sed û çıl tîp |
|
04.06.2013 11:36 |
tizbîkêş
|
3. malperek e ku derfetê dide bikarhêner hev bişopînîn, fikr û ramanên xwe parve bikin, peyam û tweetan biavêjin kesên navdar re. |
|
02.07.2013 13:50 |
brusk56
|
4. rol distîne lê, bawer nakim ku di çalakiyên girseyî de bi qasê tê gotin rol bistîne. |
|
02.07.2013 16:26 |
simurg56
|
5. (bnr: feqiyê teyran) |
|
16.07.2013 01:18 |
sîsîfos
|
6. malpera ku çendî xudan hesab bim jî dikim nakim xwîna min lê nasincire nikarim tê de aktîv bim.. |
|
16.07.2013 01:21 |
endazer
|
7. ya ku bi saya wê tirşik her ku diçe xwe digihîne zêdetir nivîskarên kurd. |
|
19.08.2013 21:10 |
simurg56
|
8. cara sêyemîn e ku hesabê min sekinand. welleh vê carê îşê min zehmet e. ka min ji wan re peyameke xapandinê şand dîsa, îşeleh dîsa vekin. |
|
30.08.2013 22:27 |
simurg56
|
9. cara sêyemîn hesabê min vejand. spas jê re dikim. |
|
31.08.2013 10:44 |
simurg56
|
10. navê xwe ji wîtewîta çûkan standiye. |
|
31.08.2013 12:06 |
azadixwaz
|
11. ji ber ku ez hesaba xwe ji bo reklama tirşikê bi kar tînim, bi hezaran tweetên wekhev berhev bûbû. lê baş e ku min riyeke jêbirina wan dît: tevde jêbirina tweetan |
|
31.08.2013 15:46 |
simurg56
|
12. ji facebookê başê.wekî facebookê agahî nadê dewletan. |
|
31.08.2013 20:57 |
mitra
|
13. malpera sosyal medyayê ku mixabin hesaba min cara çaremîn dan rawestandin û vê carê rik dikin û venakin. |
|
04.09.2013 17:23 |
simurg56
|
14. malpera sosyal medyayê ku demekî digotin wê li kurdî û kurmancî bê wergerandin.. lê hê jî tu nîşanan jê nagirim derheqê wergerandina wê ya berev kurdî ve lê yarê, gulnarê.. çima ma çivîkên kurd yên jinbavê ne anku yên eyşika ereb in heee.. çima kurd jî nekarin bi zimanê xwe nekin wîtewît û çîveçîv.. |
|
05.09.2013 14:59 |
endazer
|
15. malpera ku tê de herkes xwe wek gûkê dibîne û dihesibîne. mesela siyaset be herkes pisporê rojhilata navîn e, herkes rexnegir e, herkes dîroknas e û herkes ramangêr e . spî heta êvarê, bi zimanê dijminê xwe, wê bi hevre nîqaşê bikin. û herdem jî kurd bi kurdan re nîqaşan dike. bi tirkan re nîqaş nakin. yanê armanç çi ye min nekarî fêm bikim. temam car caran mirov dikare fikrên xwe binivîse, fikrên xelkê bixwîne lê, spî heta êvarê bêsekin, tenê vî karî kirin çi ye ? çi dikeve destê van mirovan ? |
|
04.11.2013 00:04 |
brusk56
|
16. xizmeta ku îro hîn bûm ku destûr nade şopandina ji 2.000an zêdetir kesan. her hesabek dikare herî zêde 2.000 kesan bişopîne. |
|
16.11.2013 09:36 |
simurg56
|
17. wargeha mêrxasên keybordê tiwîtir e. |
|
16.11.2013 10:33 |
karmatî
|
18. malpera ku emrah yê stranbêjê tirk, 5 milyon dolar hîsseyên wê kiriye. |
|
23.11.2013 22:52 |
simurg56
|
19. qada sosyal a bûye bela serê min. ji gelek aliyan ve zirarê dide min. hema ji her tiştî derbas bim, jinên wê der dest davêjin mina, bi teklîfên komseksê felan tênê, ez belangazê xwedê, ka ez ê heta kingê xwestekên wan bînİm cîh? |
|
07.12.2013 11:47 |
bazirgan
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |