Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kovara kürt tarihi - tirşik
kovara kürt tarihi
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kovareke di derheqê dîroka kurdan e, bi zimanê tirkî tê weşandin. du mehan carê tê weşandin. hejmara dawiyê (ya 8min) li ser çapemeniya kurdan ya di dema osmaniyan de ye. kovareke pir girîng û birumet e. ( www.kurtarihi.org )



08.09.2013 13:58 | ruhavi

2. kovara ku carinan meqaleyên bi kurdî jî diweşîne ye.. nizanim hejmara çendê bû lê meqaleyeka bi kurdî li ser kurdên îranê yanî yên rojhilatê kurdistanê hatibû weşandin.. xweyê meqaleyê jî yekî nas bû lê navî nehat bîra min niha..

kovara ku valahiyeke gelekî kûr ku heta niha hatibû Îhmalkirin û piştguhkirin hetta jê tê tijî dike.. lê ji ber derî û dergehên arşîvên dewletên ku kurd lê bindest in lê girtî ne bipirranî li ser mijarên berniyas yên ku kêm zêde j aliyê kesên ku bi dîroka kurdan re eleqedar e tên zanîn dişixulin.. ez vê yekê wek tesbîtekî dibêjim neku ji bo biçûkxistin an heqîrdîtinê.. wek min di serî de jî gotî pêdivî û pêwistiyek mezin bû heyîna kovarek wihareng înşelle wê di siberojê de bi cehd û xîreta kurdên xîretkêş û zehmetkêş gelek deqên tenî û rûpelên tarî yên dîroka kurdan spî û ronî bike.. heta niha dîroka kurdan her ji aliyê serdestên wan ve dihate nivîsandin û li herkesî eyan e ku di nivîsandina dîroka kurdan de çi qas objektîv û xudan wijdan û însaf bûne.. lê êdî kurd bi xwe dîroka xwe dinivîsin û digihînin nifşên nû ên kurd ên bi tezên kemalîstan jehrî bûne û ji kurdayetiya xwe dûr ketine û bûne dijminê xwe û dîroka xwe û hemû aîdiyetên xwe..



08.09.2013 14:10 | endazer

3. wextekê hin tirkînûsên ji kulan re kurdînûs qeşmeriyên xwe kiribûn û dev avêtibûn rêvebiriya kovarê ku ji çi re weşana xwe bi kurdî nakin û nan û dew. hingê wan jî gotibû ku em vê ji we kurdînûsan re dihêlin, ji we tê bikin. rast gotibûn. heke ji me bê em ê bikin, lê heyf û xebînet ji min nayê. kovareke baş e, bixwînin û nekin kovika qidaman.



08.09.2013 14:42 | înano lo

4. kovara dîrok û çanda populer a kurdan e. bi kurdî û tirkî weşanê dike. Xwediyê wê dawut rêbiwar, edîtorê wê jî mesut yegen e. Heta niha yanzdeh hejmar derçûye. qapaxê hejmara dawî(11) li ser nasnameya bedîûzzeman Seîdê kurdî û tahrifatên di berhêmên wî de hatine kirin. Hew wiha di kovarê de beşa (vbr: arşiv tozu) yanî (Toza arşîvê) ya ku ji aliyê nilay ozok gundogan ve tê amadekirin pir muhîm û balkêş e.



malper: kurttarihidergisi.com/

twitter: https:// twitter.com/kurttarihi

facebook: https://tr-tr.facebook com/kurttarihi.org



01.05.2014 04:36 | seydayê_peyvan

5. Di hejmara dawîn* de li ser meseleyên balkêş û curbecur sekiniye. Wekî tahrîfkirinên rîsaleyê nûr, hevpeyvîna bi roşan lezgîn a di warê standartbûna zazakî, xerîte û nexşeyên kurdistanê yên kevn, gotareke dirêja bi kurdî ya li ser şairê klasîk ê divan edebiyatı ya tirkan fuzûlî...



12.05.2014 23:02 | ceso

6. Kovareke pir rind e. Dizayn, grafîk, qalîteya nivîsan û armanca wê birastî jî hêjaye . Lê mixabin qedr û qîmetê wê nayê girtin û nayê xwendin û nayê firotin.



Li ser tiwitirê diyar kirine kû ji sedî 70 kovaran nayên firotin û li wan vedigere.

Berî niha çend roja xebatkarekî nûbiharê jî di got '' ev 20 rojin ku hejmara nû derketîye lè hema 3 kovar tenê hatine firotin. ''



30.03.2016 17:18 | gumgumok

7. Kovareke xweş e lê bi tirkî ye



30.03.2016 17:38 | bêvila nazmîkirik

8. kovara ku ez ê rojeke ji hejmara yekem ta a dawîn bistînim e. lê ez jî nizanim ez ê kengî bistînim.



30.03.2016 18:31 | kurê xelkê

9. Kovara ku ji ber nexwendinê îza û zehmetî dikêşin, 3 meh ji ber krîza maddî ku ew jî ji ber nefirotina kovarê derketîye nehatibu çapkirin, kêm mabu da bête girtin lê bi xêra weqfa îsmaîl beşîkçî dîsa derket û êdî bu weşana wan. Here lînkê

Yanî tiştek klîşeye lê divê bête gotin divêt em xwedî li derkevin jixwe 2 mehê carek dertê eger em vê kovarê sax nehêlin çi wateya welatparêzîya me namîne.



03.06.2017 23:15 ~2017.06.04 00:23 | azad30

10. Ji hejmara 28an vêde ji alî weqfa Îsmaîl Beşîkçî be tê weşandin, malpera weqfê herdû hejmarên dawîn vekiriye li ser malperê
Here lînkê



16.04.2020 10:10 | afa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara w
» kürt tarihi ve kültürü üzerine herşey

Kategoriyên mijarê:: kovarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî