Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
şehram nazirî - tirşik
şehram nazirî
(5) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. hin ciyan navê wî shahram nazeri ye.



hunermendekî kurd ê kurdistana Îranê ye, di sala 1949'an de li parêzgeha kirmanşahê hatiye dinê. Hostayê setarê ye lê tembûrê jî lêdixe. Ji bilî lêxistina muzîka klasîk a fars û kurdî Şehram mesnewiya mewlanayî zehf baş dizane.



07.09.2013 23:43 | kelemejû

3. li gorî min heçiyê ji mÛzîkê fêm dike heta ku guhdarî albûma vî camêrî û vî xweşmêrî ku ji ber konsertê hatiye girtin ku bi orkestraya fÎlarmonîk ya ermenî ya lorÎs çaknavariyan derhênerî û serperiştiya wê dike re dibêje û distire û dilorÎne neke bila nebêje ez tamijîyê mûzîkê me û bila ruhê xwe teslÎmê ezraÎl neke..

belê ji vir kerem kin..



08.09.2013 02:43 | endazer

4. ew çavên belek,simbêlên reş,dengê xweş! Xwudayooo çi bereketî ye ! Rojê carkê guhdarî kirin ferz e.



30.12.2013 16:54 | kubikem

5. Berfandar’a 2011’a de li bajarê Konya’de sazdêran daye û me ne bihîstiye.Heyf bû ye!



24.02.2014 17:21 | aylêdilo

6. ji bo ku li kirmanşahê ku bi xwe jî li vir xwudê daye, konsêrtek daye û di konsêrtê de bêtir stranên kurdî gotiye û di nav van stranên kurdî de jî cih daye stranên kurdewar û kurdistanî yên wekê min kurd im farsî niyezanim (ez kurd im bi farisÎ nizanim) û kurdistan ger to nebî tacî şahîm bo çiye (Kurdistan eger tu nebî ez çi li tacê şahiyê bikim) tuşÎ bertekên PASDARÊN FAŞÎST ÊN ÎRANÊ HATiye.. wî jî bersiveke xweş daye van derdorên faşîst ên li hemberî tu nirxeka kurd Û kurdistanê nikarin xwe ragirin..

nûçeya bertekê; http://rudaw.net/kurmanci/culture/29052014

nûçeya bersiva şehram nazerî; http://rudaw.net/kurmanci/culture/31052014



31.05.2014 17:11 | endazer

7. ew herdu stranên bûne sebeb ku farsên faşîst li şehram nazirê bêne xezebê;

kurdistan ger to nebî tacî şahîm bo çiye;



min kurd im farsî niyezanim;



06.06.2014 19:37 | endazer

8. çend xelatên ku heta niha wergirtine;



- Xelata Baştirîn Muzîka Îrfanî ya Cîhanê di sala 1997an de

- Xelata Swarçakî ya Edeb û Hunerê ku hikûmeta Fransayê di sala 2007ê de pêşkêşî kir

- Xelata Baştirîn Hunermendê Asyayê ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon dayê.



10.06.2014 23:59 | endazer

9. li gorî nûçeyeka basnews.comê biryar daye wê qezenca xwe ya salekî bide wan zarokên ku du sal berê li bajarê şînawa rojhilatê kurdistanê şewitîbûn.. li gorî heman nûçeyê par jî nîvê qezenca xwe ya wê salê ji bo dermankirina zarokên şewitî bexş kiriye.. http://basnews.com/tr/News/Details/Nazeri-bir-yillik-gelirini--soba-faciasi-magduru-kiz-ogrencilere-bagisladi/33872



13.09.2014 22:17 | endazer

10. bi navê yadegar doost albûmeka wî û bi heman navî straneka wî heye.. min guhdarî temamê albûmê nekiriye ji ber wê nikarim tiştekî bêjim, lê stran felaket e, bi çûnûhatinên dengê xwe re şehram ji çembilê mirov re digire, dibe digihîne heta tebeqa heftê û ji wir, ji wê blindahiyê berdide erdê..

https://soundcloud.com/ce-m-ahmadi/shahramnazeri



21.09.2014 03:57 | endazer

12. Straneka wî ya bi navê sebrî heye.





27.01.2015 12:22 | xendekî

13. Li San Diegoyê 25 sibat 2006ê wekî Majorê San Diago tê pejirandin. Û ew roj ji aliyê walî ve roja şehram nazirî tê diyar kirin û her sal tê pîroz kirin. Kongreya amerîka biryar dide ku Şehram dê li zanistgehên, Stanford, California, Berkeley, Harward, UCLA û herwekî din hûnera xwe bide nasandin û konsertan bide. Wezareta Çandê ya Frense wî Şovalyeyê Çandê destnîşan dike û madalyeyê dide wî. Yekitiya Asya û neteweyên yekbûyî (UN) wî wekî Xezîneya Çandê ya Zindî dipejirînin. house of musîc celebration bi xelatekê diyar dike ku Şehram Arşîva Mûsîkê yê Zindî ye. Şehram Nazirî, mûsîka Rûmî, hûnera Rojhilat, ahenga Îranê li gel folklora kurdan dipirêje û şêwaza xwe ya taybet hildiberîne. Rojnameya Newyork Times wî wekî “Bilbilê Îranê” pêşkêş dike. Christian Science Monitor jî wekî “Pavarottiyê Îranê” dide nasandin. bbcyê jî li ser hûnera wî ya nimûne bernameyeka taybet pêşkêşî cîhanê kiriye.



Dibêje; ''ez li şûna neya enstrûman dengê xwe yê zindî bikar tînim.''



19.03.2015 16:11 ~2015.04.11 16:24 | remlavêj

15. ew simbêl reş ê ku gava distîre dilê mirov dişewitîne.







24.10.2015 18:18 ~2015.10.25 03:18 | xwedaparêz

16. (bnr: der ashegi pichideh am)



03.12.2015 04:42 | xwedaparêz

17. kengî baran bê, ev strana wî tê dibare dikeve bîra min.

çi xweş e li ber dengê şehram û peşkên baranê şilûpil bûn.





05.09.2016 22:27 | endazer

18. Ev mi dide ber cilêta, rihê mi perçe perçe dike... (bnr: Şeyda şodem)



13.04.2018 23:13 ~23:16 | mîr

19. pavarottî, şehram nazirîyê îtalyana ye!



04.03.2020 14:37 | xwelî li ser

20.



Ev strana di gotina "bila xwedê ruh û canê min li ser paxilê wê bigirta!" de dikeve şûna paxila *



07.08.2020 20:46 | rizgarm

21.



Bi vê stranê, bi tevahî yanê, dilê min di vê roja ewrahî û sar de li gel serêşek sivik ve xwe li hest û êşên kevnar dixe. Peyv û gotin, mîrateyên dîrokî yanê, mêjî û zimanê min dadigrin. Lê sewtek hemû roja min bi kurtasî radixe holê "peyv têrî nake!". Ne ji ber nankorî û tiştek din. Tenê gohdar kirina vê stranê bes e û bizanibe min bawerî bi hestên nayên ziman aniye.



05.11.2020 17:17 | rizgarm

22. Agirê ku Nazerî ji xencera xwe geş kir; Ew bi hezaran salan e ku ji xemgîniya kevnar a Mezopotamyayê tê qut kirin, lewma şewitandina wê û ya ku heman ziman di rastiyê de dibêje her bêhna ku em jê tê dibihîzin e. Nazarî Hozanekî Kurd, awazên go ji zimanê wî dihilweşin mîna agir jo devê sîmurg der dikeve..



05.11.2020 23:21 | zîzo

24. ji bo min,hunermendeki çêtire jî hemi aliyên êran u rojhelat. bi taybetî vî klam jî bo min gelek giring e. (lînk:

)



25.07.2022 04:48 | parezerbeg

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şehram nazirî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî